Nûner û rêveberên ÇAV-DERê li ber pira Hecî ya di navbera Lîce û Dara Hênê de daxuyanî dan. Serokê ÇEV-DERê Emîn Turhalî, diyar kir ku ji bo ew mafê kêzik, kulîlk û çûkan biparêzin daxuyaniyê didin.
Nûner û rêveberên Komeleya Parastina Mîrateyên Xwezayî yên Çewlîk û Derdora Çemê Sarûnê (ÇEV-DER) ji bo parastina mafê xwezayê li sînorê navbera Lîce û Dara Hênê daxuyanî dan. Li ser navê komeleyê Serokê ÇEV-DERê Emîn Turhalî li tenişta pira Hecî ya navbera sînorê Lîce Dara Hênê daxuyanî da. Li ser navê komeleyê Emîn Turhali axivî û got: “Em li vir ji bo mafê kêzik, marmarok, gumgumok, mêş, moz, çûk, masî, gul û çîçekên li vê çewlikê dijîn biparêzin hatin vir. Sarimê 3 bent û 5 tesîs hatine avakirin. Dîsa ji bo santraleke elektrikê projeyek hatiye amadekirin. Ev tiştên ku li ser çemê Sarunê têne avakirin, dê hemû zindiyên li vê herêmê tune bikin. Ji bo em dengê xwe li dijî van şîrketên ku hevsengî û jiyana vê herêmê xera bike, bilind bikni û dijberiya xwe bînin ziman em hatin vir.”
Emîn Turhali, destnîşan kir ku di 2 salên dawî de li ser 724 hektar zevî xebatên ji bo madena sifir têne kirin. Ji ber li herêmê bîrên sontajê dikolin, avva hemû gundên der û dorê zuha bûye. Disa ji ber projeyên HESê dê çemê Sarimê bi temamî zuha bike. Ji ber HESên li ser Çemê Pasûrê hatin avakirin hemû masî mirin. Pergala zindiyên li herêmêtev xera bû. Hevsengiya avhewayê xera bkû. ”
Emîn Turhali, diyar kir ku Çemê Sarimê hem çavkaniya ava vexwarinê ye, hem jî çavkaniya jiyana hemû zindiyên li herêmê ye. Ev cîhan ji bo me hemûyan e. Ne ji bo kuştin û mirinê ye. Ji bo jîn û jiyanê ye. Em dixwazin her kes dengê me bibhîzin.”













