Di roja 3yemîn a Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de, lîstikên bi navê “Mutige Frauen – Erinnern Ins Jetzt” û “Bahar Noktasi Soruşturmasi” derketin pêşberî temaşevanan. Lîstik bi eleqeyeke mezin hatin temaşekirin.
11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi dirûşma “Ji bo aştiyê diyalog” tê lidarxistin, di roja 3yemîn de li Navenda Kongreyan a ÇandAmedê dewam kir. Di serî de, lîstika “Mutige Frauen–Erinnern Ins Jetzt” a ku Anina Jendreyk derhêneriya wê kiriye hate pêşandan. Lîstika ku balê dikişîne ser hevgirtina ku ji pirrengiya civakê diafire, ji aliyê temaşevanan ve hate ecibandin.
Dûre, şanoya bi navê “Bahar Noktasi Soruşturmasi” ku derhêneriya wê Aysel Yildirim, Cuneyt Yalaz, Dîlan Kurhan, İlker Yasîn Keskîn û Metîn Goksel kirine, derket ser dikê. Şano li dor pirsgirêkên civakî û qonaxên şikestinê yên ku jin pê re rû bi rû dimînin pêş dikeve; tenê bi vegotina çîrokekê sînordar namîne, di heman demê de temaşevanan jî daxilî nav pêvajoyê dike û wan dixe nava fikirandinê.
Ji bo her du lîstikên ku hatin pêşandan, xizmeta wergerê ya bi zimanên Îngilîzî, Kurdî û Tirkî hate pêşkêşkirin. Lîstikên ku bi eleqeyeke bilind hatin temaşekirin, bi çepikan bi dawî bûn.
Mîhrîcana ku heya 2yê gulanê bidome, sibe jî dê bi pêşandanên şanoyê û gotûbêjan berdewam be.














