Amed – Derhênerê fîlmê “Bîra Sûrê” ku yek ji fîlmê ji Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn re hate hilbijartin Azad Altay destnîşan kir ku avahiyên li Sûrê hatine çêkirin ne nasnameya Sûrê û gelê Kurd in.
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” tê lidarxistin. Festîval îsal bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û organîzeya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn pêk tê. Festîvala îsal rastî eleqeyeke mezin hat û 771 fîlm û 44 proje serlêdana festîvalê kirin. Di encama nirxandinan de 24 fîlm hatin hilbijartin û 5 fîlm jî ji bo pêşandanê hatin bijartin. Yek ji van fîlman “Bîra Sûrê” ku derhênerê wî Azad Altay e.
Li navçeya Sûrê ya dîrokî ya Amedê di salên 2015 û 2016an de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Piştî vê qedexeyê bîra gelekî hat armanckirin. Belgefîlma bi navê “Bîra Sûrê” jî rêwîtiya bîrê ya ji êrişên li dijî kuçeyên dîrokî yên ku bi dîwarên betonî hatine dorpêçkirin, ber bi taxên “nû” ve ye.
‘Me xwest nîşan bidin ku ew mal ew hafıza ne aydê Sûrê ne’
Rojnameger û derhênerê fîlmî Azad Altay têkildarî fîlmê xwe ji ajansa me re axivî. Azad Altay armanca kişandina belgefîlma xwe bi van hevokan vegot: “Ji bo ku mirov bersiva vê pirsê bide divê mirov ewilî li Sûrê çi qewimî bersiva wê bide ku ev mijar baştir were fêmkirin. Di salên 2015 û 2016an de qedexeya derketina derve ya Sûrê hate îlankirin. Qedexeya herî dirêj a cîhanê ye. Heta salên 2021-2023yan jî ew şeş taxên Sûrê girtî man. Li wê derê bi hezaran avahiyên ku dîroka wê navçeyê dîroka Amedê nîşan dida, sembola wê dîrokî bûn hatin hilweşandin. Li cihê wan çi hat çêkirin? Li cihê wan malên weke girtîgehê hatin avakirin. Malên yekreng û bênasname hatin avakirin. Me jî xwest kesên ku piştî deh sal werin vê derê, werin Sûrê bibînin, nebêjin ev mal malên Sûrê yên dîrokî ne. Me xwest nîşan bidin ku ew mal ew hafıza ne aydê Sûrê ne.”
‘Yek ji sedemê herî mezin ê çêkirina fîlma min ev hêrs bû’
Azad Altay, da zanîn ku kişandina belgefîlma wî 4-5 salan berdewam kir û wiha domand: “Mirov li vê derê diêşe. Ji ber ku pêvajoya kişandina fîlman a li vir çar pênc salan berdewam kir. Di nava çar-pênc salan de ez her hefte çûm wê derê, her hefteya ku ez diçûm wê derê jî maleke ku beriya hefteyekê min didît tune bû. Ev hem dibû sedema dilêşiyê hem jî di mirov de hêrsek çêdikir. Ew hest di pênc salan de zêdetir di min de xuya kir. Ji ber ku li wir hafızaya gelê Kurd dihate tunekirin. Ew kesên nîştecihên wê derê. Cara duyemîn rastî koçekê hatin. Qesta me ya bîrê ne tenê hilweşandina avahiyekê an jî ya dikanekê ye. Ew kesên ku li wê derê bi cih bibûn û li wê derê dijiyan kesên ku di salên 90î de malên wan gundên wan hatibûn şewitandin û hatibûn wê derê dijiyan. Kesên cerdevanî qebûl nekiribûn neçar mabûn hatibûn li wê derê dijiyan bûn. Ji ber wê derê hafıza ne tenê hilweşandina avahiyekê bû bîra Kurdan û erdnîgariya Kurdistanê bû. Ji ber wê ew rewşa di pênc salan de derket holê bi rastî hêrseke mezin jî di min de çêdikir. Yek ji sedema çêkirina fîlma min a herî mezin jî ev hêrs bû. Min li ser vê hêrsê dest bi vê xebatê kir û bi alîkariya hevalên xwe yên rojnameger hevalên xwe yên derhêner berhemeke bi vî awayî derxist holê.”
‘Ew avahî ne nasnameya gelê Kurd in’
Azad Altay, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ew avahiyên li wir hatine çêkirin ne nasmeya Sûrê ne, ne nasnameya Amedê ne, ne nasnameya erdnîgariya Kurdistanê û gelê Kurd in. Me li ser vê esasê ev belgefîlm çêkir.”
Belgefîlma “Bîra Sûrê” dê îro saet di 20.00an de li eywana sînemayê ya 1emîn a Çand Amedê were nişandan û Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir jî dê fîlmî temaşe bike.
Azad Altay kî ye?
Azad Altay di 11ê Kanûna 1990an de li navçeya Dutax a Agiriyê hatiye dinyayê. Li Stenbolê zanîngeh xwendî ye. Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê demeke dirêj perwerdekariya Kurdî kiriye. Ji sala 2014an vir ve weke xebatkarekî Çapemeniya Azad rojnamegeriyê dike. Niha jî li Ajansa Mezopotamyayê (MA) edîtor e.