Afganistanê bi hinceta ku hêzên Pakistanê gule li sengerên wan reşandine, êrişên dijber pêk anîn û hate zanîn ku di encama êrişan de heta niha 13 leşkerên Pakistanê mirine û gelek jî birîndar in.
Li ser sînorê di navbera Afganistan û Pakistanê de aloziyên leşkerî gihîştin asteke nû. Afganistanê daxuyand ku li ser gulebarankirina sengerên wan ên leşkerî li dijî Pakistanê li Xeta Durandê operasyonek taybet pêk anîne.
Herê kêm 13 leşker mirin
Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hate ragihandin ku di encama vê operasyona berfireh de derbên giran li artêşa Pakistanê ketine. Hate daxuyandinku di pevçûnan de herî kêm 13 leşkerên Pakistanî hatine kuştin û hejmareke zêde ya leşkeran jî birîndar bûne.
Pakistanê înterneta wargehên sînor qut kir
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin jî êriş û rûbirûbûna hêzên Afganî li sê xalên cuda yên sînorî pêk hatine. Ji ber zêdebûna rageşiyê û giraniya şerê li herêmê, rayedarên Pakistanê hemû xizmetên înternet û peywendiyên telefonê yên li navçeyên sînorî bi temamî qut kir.
Heta niha têkildarî rewşa dawî ya pevçûnan û hejmara rastîn a kuştiyan daxuyaniyek nû nehatiye dayîn lê fikar hene ku şer li herêmê berfirehtir bibe.












