Piştî zivistanek dijwar li devera Keleha Keferûnê ya 5 hezar salî derdorê xwe bi reng û xweşikiya biharê xemilandiye û bala geştiyaran dikişîne ser xwe.
Li bajar û navçeyên ji aliyekî ve şilî zêde dibare ji aliyekî ve jî bihar e û bihar îsal şên û geş bûye. Piştî zivistanek dijwar û şiliyek zêde bihar jî xwe bi xemla xwe nîşan dide. Li devera Keleha Keferûnê ya li gundê Duderya ya bi ser navçeya Pasûra Amedê ve demsala biharê bala mirovan dikişîne ser xwe.
Tê gotin ku Keleha Keferûnê dirêjî 5 hezar sal dibe û xwedî dîrokek qedîm e. Her sal ev der dibe cihê seyrangeh û gera geştiyaran.
Dîmenê ku bi dorenyê ji jor ve li derdora Keleha Keferûnê hate girtin, xweşikiya biharê nîşan dide.














