PDKê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dest bi çêkirina dîwarên bilind kiriye.
Li gorî nûçeya ANHAyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi danîna dîwarên 3 metre bilind û 75 santîmetre stûr li ser sînorê başûra Kurdistanê, Rojava dorpêç dike.
PDK dixwaze dîwarê sînor ê ku berê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû destpêkirin di navbera sînorê Şengal-Rojava de û heta sînorê Rabîa-Til Koçer nêzî deriyê sînor yê Pêşxabûrê li hemberî deriyê sînor yê Sêmalkayê berdewam bike. PDKê di vê çarçoveyê de amadekariyên xwe temam kirin, dest bi çêkirina dîwar kir.
Lêkirina dîwêr, daxuyaniyên gefxwarinê yên dewleta Tirk û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera li dijî Rojava, nîşan dide ku ji bo Rojava planên cuda hene?
Ev helwesta PDKê li ser sînorê Rojava gelek pirsan derdixe pêş, gelo ew jî di van planan de cih digire yan na?
PDKê di 27ê Mijdara 2024an de piştî ku hêzên HTŞê Şam bi dest xist, deriyê sînor yê Sêmalkayê girt, li ser sînorên xwe dîwarek lêkir, ev jî xetereya li ser Rojava nîşan dide.