* Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omerê, têkildarî ziyareta li Ewropayê diyar kir ku hevdîtinên wan erênî derbas bûne û got: “Me bal kişand ser xeteriya DAIŞê û me xwest DAIŞ li Rovayê Kurdistanê bê darizandin û cezakirin.”
* Derhênera belgefîlma “YÎBO” ku balê dikişîne ser asîmilekirina zarokên Kurd, dê îro li Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê were nîşandan Şukran Demîr destnîşan kir ku heta polîtîkayên asîmîlasyonê bi dawî nebin wê pêvajoya heyî jî negihîje armanca xwe.
* Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê dê têkildarî meşa “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” li avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
* Festivala 9emîn a Begefîlman a FîlmAmedê dê di roja çaran de li avahiya Çand Amedê berdewam bike. (12.00-19.00)
* Li Cizîrê Platforma Saziyên Demokratîk dê li dijî cezayê Kurdî ku li tîma Amedsporê hate birîn daxuyaniyê bide. (17.00)