* Di 14ê Hezîranê de hat ragihandin ku Amerîka û Îranê peymanek îmze kirine û ji bo rawestandina şer û muzakereyan li hev kirine. Piştî vê peymanê di bîlançoya şer a sê meh û nîvan de zêdetirî hezar û 500 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 3 milyon û 200 hezar kes jî koçber bûne.
* TJA, DEM Partî û DBPê têkildarî “Mitînga Azadiyê” destnîşan kirin ku ev mitîng ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir girînge û banga tevlibûna mitîngê kirin.
* Ji endamên Meclîsa Dayikên Aştiye Behiye Yalçin diyar kir ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê aştî jî pêk nayê, Sebîhe Bozan jî bang li dayikên lêşkeran ên di şer de jiyana xwe ji dest dane kir û got: “Werin em destê hev bigirin û bi hev re aştiyê ava bikin.”
* Hevserokê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Abdûllah Sagir derbarê konferansa 3yemîn a MÎA-FEDê de ya ku dê di 20-21ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin, diyar kir ku mebesta konferansa wan ew e ku ji tiştên di nav civakê de diqewimin re bibin bersiv.
* Hevserokê Giştî yê PYDê Xerîb Hiso tekildarî serdana Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ya Ewropayê diyar kir ku di serdanê de li ser mijara garantoriya dewletên Ewropî û pêkanîna kongreyeke navneteweyî gotûbêj dê bên kirin û got: “Ji bo pêşî li şer bê girtin û çareserî pêk were divê dewletên Ewropî jî bi berpirsyariya xwe rabin.”
* Rojnameger Alî Duran Topûz destnîşan kir ku “Di Sedsala Duyemîn De Konferansa Veguherîna Komarê ya Demokratîk” bi aweyekî serkeftî pêk hatiye û got: “Heval û hogirên Kurd, hin kesên cuda li vir bûn. Lê kesên ku demokrasiyê dixwazin ne li vir bûn. Ji bona wê jî bandora konferansê jî bi sînordar dimîne. Ev kêmasiyek mezin e. Bi organîzasyonên cuda em dikarin van xebatan berfirehtir bikin. Kemasiya kesên ku ji xwe re dibêjin hezên demokratîk derket holê.”
* Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, Sabahat Erdogan, Onur Düşünmez û Omer Faruk Hulaku dê tekildarî serdanên girtîgehên herêma Behra Reş li meclise daxuyaniyê bidin. (10:30)
* Rojên Wêje û Pirtûkan a Şaredariya Tûşbayê ku bi hevkariya KURDÎWARê tê lidarxistin û dê 4 rojan bidome, dê li ber avahiya Şaredariya Tûşbayê dest pê bike (11:00-18:00)
* Tora Kordînasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên Amedê di çarçoveya xebatên li dijî bengîtiya madeyê ava kirine dê derbarê xebatên xwe, plansaziya ji bo serdema nû û nexşerêya xebatên xwe li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14:00)








