Li Balikesîrê di kargehek muhîmatan de teqîn çêbû û di encamê de 13 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Karesî ya Balikesîrê di kargeheke muhîmatan de teqînek pêk hat. Teqîn di beşa hilberîna kapsulan a Kargeha Cebilxaneyê ya ZSR ya li Taxa Kavakliya navçeyê de pêk hat.
Piştî bûyerê gelek tîmên tenduristiyê yên 112 û agirkujiyê çûne herêmê.
Waliyê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglû ragihand ku hejmara miriyan 12 û ya birîndaran jî 3 ye. “Îhtîmala sabotajê tune ye. Li tesîsa hilberîna teqemeniyê ya ZSRyê de teqînek çêbû. Piştî teqîna li beşa hilberîna kapsulan a kargehê pêk hat, avahî hilweşiya. Hemû tîmên me niha li vir in. Teqîn saet di 08.25an de pêk hat.”
Piştre Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku ku hejmara kesên mirin e 13 kes in.