• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Carek din cezayê formayên bi Kurdî li Amedsporê hate birîn

    Carek din cezayê formayên bi Kurdî li Amedsporê hate birîn

    Di salekê de li Îmralî, Enqere û Qendîlê çibû?

    Di salekê de li Îmralî, Enqere û Qendîlê çibû?

    Operasonên leşkerî didomin: Operasyon dê zirarê bidin pêvajoyê

    Operasonên leşkerî didomin: Operasyon dê zirarê bidin pêvajoyê

    ROJEVA 01ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 01ê COTMEHA 2025an

    ‘Dosyaya Rojîn Kabaîş terkî bêdengiyê kirine’

    ‘Dosyaya Rojîn Kabaîş terkî bêdengiyê kirine’

    Hemserek û temsîlkarê DEM Partî do şêrê Îmrali

    Abdullah Ocalan: Ez ê dev ji hesabpirsîna fermana Êzidiyan bernedim

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Carek din cezayê formayên bi Kurdî li Amedsporê hate birîn

    Carek din cezayê formayên bi Kurdî li Amedsporê hate birîn

    Di salekê de li Îmralî, Enqere û Qendîlê çibû?

    Di salekê de li Îmralî, Enqere û Qendîlê çibû?

    Operasonên leşkerî didomin: Operasyon dê zirarê bidin pêvajoyê

    Operasonên leşkerî didomin: Operasyon dê zirarê bidin pêvajoyê

    ROJEVA 01ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 01ê COTMEHA 2025an

    ‘Dosyaya Rojîn Kabaîş terkî bêdengiyê kirine’

    ‘Dosyaya Rojîn Kabaîş terkî bêdengiyê kirine’

    Hemserek û temsîlkarê DEM Partî do şêrê Îmrali

    Abdullah Ocalan: Ez ê dev ji hesabpirsîna fermana Êzidiyan bernedim

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di salekê de li Îmralî, Enqere û Qendîlê çibû?

Mehmet Alî Ertaş / AW

1 COTMEH 2025 - 09:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Ji 1ê Cotmeha 2024an heta 1ê Cotmeha 2025an di salekê de li Îmralî, Enqere, Qendîl û Amedê gelek geşedan pêş ketin. Bahçelî xwest aştiyê berê di nava xwe de pêş bixin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bal kişand ser tifaqa gelê Kurd û Tirk û banga Aştî û Civaka Demokratîk kir.

Di ser 1ê Cotmeha 2024an re salek derbas bû. Salek berê Serokê MHPê Dewlet Bahçelî li Meclisê çû cem koma DEM Partiyê û silav da wan. Ev yek li Tirkiyeyê bû rojeva sereke. Dewlet Bahçelî piştre di 22yê Cotmehê de li koma partiya xwe de bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku bê li Meclîsê biaxive. Vê yekê jî gelek pirs û meraq bi xwe re anî. Piştre li ser hev gelek gavên ku di dîrokê de cihê xwe bigire pêk hatin. Li aliyekî hevdîtin hatin kirin, li aliyê din operasyonên leşkerî û siyasî berdewam kirin û qeyûm hatin tayînkirin.

Li gel hevdîtinan dîsa operasyonên leşkerî berdewam kir. Li gorî Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT), ji destpêka sala 2025an û vir ve artêşa Tirk hezar û 696 caran êrişên leşkerî li Herêma Kurdistanê kiriye ku di encama van êrişan de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di nava salekê de hin geşedanên ku derketin pêş wiha ne:

Di 1ê Cotmeha 2024an de dema meclis vebû, Serokê MHPê Devlet Bahçelî li Meclisê çû serdana koma DEM Partiyê û destê xwe dirêjî Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û wekilên DEM Partiyê kir. Xwest aştiya navxweyî pêş bixin. Devlet Bahçelî got “Em dikevin serdemeke nû. Dema em ji bo cîhanê aştiyê dixwazin, divê di serî de em aştiya navxweyî pêş bixin.”

Di 2ê cotmeha 2024an de Wekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku gotina Dewlet Bahçelî ji bo wan bi wate û bi qîmet e û got: “Raste dema ji bo cîhanê aştiyê bixwazin û li welatê xwe aştiyê nexwazin ev paradoks e. Ji ber vê yekê divê mirov bibêje li herêmê aştî, li welat aştî û li cîhanê aştî. Ji bo vê yekê divê gavên pêwist bêne avêtin.”

Di 3ê Cotmeha 2024ê Cotmehê de Tayyîp Erdogan û Dewlet Bahçelî beriya Civîna Ewlehiya Mîllî hatin cem hev.

Di 7ê Cotmeha 2024an de Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat, anî ziman ku îtîfaqa Cumhur li pey planeke nû ye û got “Eger nîyeteke Bahçelî, Erdogan û AKPê hebe, bila biçin Îmraliyê.”

Di 8ê Cotmeha 2024an de Dewlet Bahçelî di koma xwe ya Meclisê de anî ziman ku destdayîna DEM Partiyê peyama xwişk û biratiyê ya yekîtiya mîllî ye.”
Seroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bersîv da Dewlet Bahçelî û got: “DEM Partî ji xwe partiya Tirkiyeyê ye. Em aştiyek bi rûmet dixwazin. Em ji muzakere û diyalogê re amade ne.”

Di 9ê cotmeha 2024an de Tayyip Erdogan di koma Partiya xwe ya li Meclisê de piştgirî da Dewlet Bahçelî û got: “Li welatê me pêtir bêdivî bi axaftin, lihevkirin û avakirina zemîna diyalogê heye. Bendewariya me ewe ku bêyî cudakarî bê kirin, hemû partiyên siyasî yên li meclisê divê li gorî vê ferasetê tev bigerin.”

Di 13ê Cotmeha 2024an de, DEM Partiyê û DBPê xwestin li Amedê ‘Mîtînga Azadiyê’ pêk bînin. Lê Walîtiya Amedê mîtîng qedexe kir. Tevî astengiyan girseyê daxuyanî da. Hevseroka DBP Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku meseleya kurd ne meseleya ewlehiyê ye, meseleya Statuyê ye. Muxatabê çareseriya vê meseleyê Birêz Abdullah Ocalan e.”

Di 15ê Cotmeha 2024an de Serokê MHPê Dewlet Bahçelî di koma partiya xwe de got “Bila Rêberê PKKê Ocalan bibêje ‘Ez ê rêxistinê tasfiye bikim û yek alî agirbest îlan bikim’. Em bi destê dirêjkirî li Tirkiyeyê bibin yek.”
Hevserokê DEMê Tuncer Bakirhan, got “Em jî wekî te meraq dikin ku dê Ocalan çi bibêje. Wê demê tecrîdê rakin bila Birêz Ocalan bi axive em bi hevre temaşe bikin.”

Di 17ê Cotmeha 2024an de Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullar û Tuncer Bakirhan, Selahattin Demirtaş û Selçuk Mizrakli li girtîgehê ziyaret kirin. Selahattîn Demirtaş û Selçuk Mızrakli diyar kirin ku ji bo aştiyek bi rûmet amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin. Xwestin ji bo çareseriyê tecrîd bi dawî bibe.
Deriyê Îmraliyê piştî 43 mehan vebû
Piştî bagna Dewlet Bahçelî 43 meh şûnde Omer Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin kir.

Di 22ê Cotmeha 2024an de Dewlet Bahçelî di koma partiya xwe de bang kir û xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê di koma DEM Partiyê de li meclisê biaxive. Xwest bibêje rêxistinê xwe fesix kiriye, wê demê ji bo mafê hêviyê pêk jî rêya guhertina zagonan bê vekirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî anî ziman ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn muxatabê aştiyê Îmralî ye û got: “Rêya çareseriyê meclis e. Em amade ne înîsiyatifê hilgirin. Ji bo destpêkê divê tecrîd bi dawî bibe.”
Tayyip Erdogan jî xwest firsenda ku Îtîfaqa Cumhur vekiriye ji bo hesabên tekakesî neyê bikaranîn.

Di 23ê Cotmeha 2024an de li dijî TUSAŞê êrîş pêk hat.
Di 23ê Cotmeha 2024an de Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, piştî 43 mehan çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan di peyama xwe de got ‘Tecrîd berdewam dike. Heke şert û merc ava bibin, hêza min heye ku ez pêvajoyê ji zemîna şer û pevçûnê veguherînim ser bingeha hiqûq û siyasetê. Ez xwedî vê hêza teorî û pratîk im.’

Di 24ê Cotmeha 2024an de KCKê daxuyanî da û got: “Tecrîd didome. Heta tecrîd ranebe, divê kes ne li bendê be ku Rêber Abdullah Ocalan rista xwe bilîze.”
Di heman rojê de Endamê Konseya PKKê Murad Karayılan, roportaj da Yenî Yaşamê û got: “Lêgerînên çareseriyê ku azadiya Rêber Apo esas negire, bêhukm in.
Li aliyekî hevdîtin li aliyê din qeyûm

Di 30ê Cotmeha 2024an de qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê ya ku aydî Lihevkirina Bajêr bû kirin û Şaredar Ahmet Ozer, li mala wî binçav kirin û roja din girtin.

Di 4ê Mijdarê de Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên DEMyî yên Mêrdîn, ÊLih û Xalfetiyê kirin.
Rêveberên DEMê bertek nîşan dan û li dijî qeyûman dest bi çalakiyan kirin.

Di 6ê Mijdarê de Buroya Hiqûqê ya Asrinê aşkere kir ku 6 meh cezayê hevdîtinê dane Abdullah Ocalan.

Di 14ê Mijdarê de Tayyip Erdogan û Dewlet Bahçelî li Qesrê hatin cem hev. Lê têkildarî hevdîtinê daxuyanî nedan.

Di 22ê Mijdarê de Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariya DEM Partîyî ya Dêrsimê û Şarhedariya Pilûr a CHPyî kir.

Di 26ê Mijdarê de Dewlet Bahçelî di koma partiya xwe de gotinên 22ê Cotmehê dubare kir.
Piştî wê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, bersîv da banga Dewlet Bahçelî û got “Em dixwazin wekî hevserokan biçin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û piştgiriyê bidin aştiya vî welatî.”
Piştî wê DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da.
Serokê CHPê Ozgur Ozel jî di koma Partiya xwe de got: “Eger şehîd neyên û hêsirên çavên dayikan nerişin li ser esasê mutabaqata civakî ya li meclisê divê hemû partî cih bigirin. Em ê jî cih bigirin.”

Di 29ê Mijdarê de Heşaredarê DEM Partiyî yê Miksê Ayvaz Hazir ceza kirin. 3 sal û 11 ceza lê birîn. Di heman rojê de Wezîr qeyûm tayînî Şaredariya Miksê kir. Di heman rojê de Hevserokên DEM Partiyê bi Serokê CHPê re hevdîtin kir. Tuncer Bakirhan diyar kir ku rol û rista CHPê ya di çareseriyê de pir girîng e. Ozgur Ozel jî xwest li meclisê mutabaqat pêk bê û hemû beşên civakê û partî beşdar bibin.
Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê

Di 3ê Kanûna 2024an de Parlamenterên DEM Partiyê tevî şandeyeke navneteweyî bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da. Lê serlêdana wan nehat qebûlkirin.

Di 16ê Kanûnê de Platforma Rêxistinên Demokratîk ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi Meşa Çareserî û Azadiyê kir. Di meşê de xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe.

Di 28ê Kanûnê de Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervin Buldan çûn Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah bal kişand ser girîngiya tifaqa gelê Kurd û Tirk.

Di 29ê Kanûna 2025an de Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat, diyar kir ku ew li pişt vîna ku Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aşkere kiriye nin. Besê Hozat xwest hikûmet û dewlet jî vîna xwe aşkere bike.

Di 2ê Çileya 2025an de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Serokê MHPê Dewlet Bahçelî re hevditin kir. Di heman hefteyê de Serokkomarê AKPî Tayyip Erdogan di lijneya meclisê de wiha got: “Îdraqkirina mijarê êdî zarurî ye. Li dijî êrîşên Îsraîlê divê li hundir û derve ne qişên şer, divê qatên lihevhatine pêş bikevin
Şandeya DEM Partiyê partî ziyaret kirin

Di 2yê çileya 2025an de Şandeya TEM Partiyê ya Îmraliyê dest bi ziyaretên partiyan kirin. Di 2yê Çile de MHPê di 6ê çile de AKP, Partiya Siberojê û Saadet, di 7ê çile de CHP, Partiya Ji Nûve Refah, DEVA ziyaret kir.

Di 10ê Çileya 2025an de endamên Meclisa Şaredariya DEM Partiyî yên Akdenîza Mêrsînê û Hevşaredarên wan Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan binçav kirin. Di 13ê Çile de jî girtin. Di heman rojê de Wezîr qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê kir.

Di 11ê Çileya 2025an de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Selahattin Demirtaş re hevdîtin kir. Demîrtaş diyar kir ku ew heta dawiyê piştgiriyê dide Abdullah Ocalan.

Di 14ê Çileya 2025an de Dewlet Bahçelî anî ziman ku ziyareta şandeya DEM Partiyê ya îmraliyê erênî ye. Divê di hevdîtinek din de bibêje PKK xwe bi dawî kiriye.

Di 18ê Çileya 2025an de Tayyip Erdogan daxuyanî da û diyar kir ku gav nêzî encamê dibin û serokê rêxistinê tişta pêwist pêk bîne û qada siyasî jî erka xwe pêk bîne, dê 81 bajar û 85 milyon milyon qezenc bike..

Di 22ê Çileya 2025an de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê cara duyemîn çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku xebatên wî yên ji bo çareseriyê didomin.

Di 28ê Çileya 2025an de Serokê MHPê Dewlet Bahçelî di koma partiya xwe de hevdîtinên di navbera Şandeyê û Îmraliyê de armanc Tirkiyeyeke bê teror be.
Di heman rojê de Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aşkere kir. Anî ziman ku hewldana Bahçelî dê bibe sedema gaveke dîrokî.

Di 29ê Çileya 2025an de Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariya Sêrtê kir.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, piştî tayinkirina qeyûm bang li Bahçelî kir û destnişan kir ku aştiya Tirkiyeyê bi vî rengî pêk nayê.

Di 6ê Sibata 2025an de Endamê Konseya Rêveber a PKKê Murad Karayilan, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga çekberdanê bike jî ev tişt tenê bi banê çareser nabe û xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe beşdarî Kongreya PKKê bibe.

Di 8ê Sibata 2025an de DBP û DEM Partiyê li Amedê mîtînga Azadiyê pêk anî.

Di 13ê Sibata 2025an de Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemil Bayik, anî ziman ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihiştiye destê wan û ji bo çareseriya siyasî xebatê dike.

Di 15ê Sibata 2025an de Wezîrê Karên Hundir Qeyûm tayînî Şaredariya Wanê kir.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê diyar kirin ku di 15ê Sibatê de her kes li bendê ye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dîmen bang bike, qeyûm tayînî şaredariya Wanê dikin.
Şandeya DEM Partiyê çû Başûr
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, di 16-17-18ê Sibatê de bi serokên PDKê û YNKê re hevdîtin kirin.

Di 18ê Sibata 2025an de polîsan li dijî endamên HDKê operasyon pêk anî û 52 kes binçav kirin. Di 21ê Sibatê de 30 kes girtin û şandin girtîgehê.
Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku ev êrîş komploya li dijî aştiyê ye. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bertek nîşanî Bahçelî da û got: “Erdogan li kijan aliyê çareseriyê ye.”

Di 23ê sibatê de Tuncer Bakırhan, diyar kir ku dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nexşerêyekê aşkere bike û dê demokrasî û azadî bê axaftin.

Di 24ê Sibata 2025an de jî Wezîr qeyûm tayînî Şaredariya DEM Partiyê ya Navçeya Kaxizmanê kir.

Di 27ê Sibata 2025an de şandeya ku ji Ahmet Turk, Pervin Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatimogulları, Tuncer Bakirhan, Cengiz Çiçek û Faik Ozgur Erol pêk dihat çûn Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya DEM Partiyê, Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd û girtiyên li Îmraliyê bi hevre aşkere kirin, li Stenbolê li pêş sedan rojnameger, qanalên TV û rojnameyên navdewletî bi raya giştî ya cîhanê re parve kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bangê de aşkere kir ku bang li PKKê dike ku xwe fesix bike û dawî li şerê çekdarî bîne.

28ê Sibata 2025an

Di 28ê Sibata 2025an de Seroke MHPê Dewlet Bahçelî têkildarî bangê daxuyanî da û destnîşan kir ku daxuyanî muhîm û bi qîmet e.
Serokê CHPê Ozgur Ozel, anî ziman ku muzakereya di navbera hikûmet û Îmraliyê de zêdeyî salekê ye didome.

Di 1ê Adarê de 2025an PKKê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirbesta yek alî îlan kir.

Di 10-17ê Adara 2025an de, :DEM Partiyê li ser banga Rêberê Gelê Kurdê bi partiyên siyasî re hevdîtin kir.

Di 12ê Adara 2025an de Serokkomar Tayyip Erdogan diyar kir ku eger ji Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê daxwaz biçe dikare bi şandeyê re hevdîtin bike. Li ser vê yekê Şandeya DEM Partiyê randevû ji Tayyip Erdogan xwest.

Di 14ê Adara 2025an de Hevserokê KCKê Cemil Bayik, anî ziman piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga wî esas digirin. Lê ku operasyon bidome ev yek dê ne pêkan e.

Di 20ê Adara 2025an Serokê MHPê Devlet Bahçeli xwest PKK di 4ê Gulanê de kongreya xwe li navçeya Malazgîrtê ya Mûşê pêk bîne.

Di 10ê Nîsana 2025an Serokkomar Tayyip Erdogan şandeya DEM Partiyê ya îmraliyê qebûl kir.

Di 15ê Nîsana 2025an de endamê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder qeyrana dil derbas kir.

Di 21ê Nîsana 2025an de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê cara çaremîn çû Îmraliyê û bi Rêberê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Parêzer Faîk Ozgur Erol jî vê carê çû îmraliyê.

Di 24ê Nîsana 2025ê nûnerên DEM Partiyê bi Wezîrê Darê Yilmaz Tunç re hevdîtin kir.

Di 3e Gulana 2025an de endamê Şandeya DEM Partiyê yê Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Di 7ê Gulana 2025an de piştî nexweşiya 3 mehan cara yekem hat meclisê.

Di 9ê Gulanê de PKKê aşkere kir ku di 5-7ê Gulanê de kongre pêk anîye.

Di 12ê Gulana 2025an de PKKê encama 12emîn kongreya xwe aşkere kir. Diyar kir ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 5-7ê Gulanê de li du qadên cuda kongre pêk anîye û biryara fesixkirina PKKê û berdana çekan dane.

Di 27ê Gulana 2025an de Şandeya DEM Partiyê li meclisê Dewlet Bahçelî ziyaret kir.

Di 24ê Hezîranê de Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, têkildarî komîsyona ku hat plankirin bê avakirin, li meclisê axivî. Bi wekîlên komên partiyên siyasî re hevdîtin kir.
Di navbera 1 û 30ê Tîrmehê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de li sedan navendan herî kêm 2 hezar civînên gel hatin plankirin û lidarxistin.

Di 6ê Tîrmeha 2025an de şandeya DEM Partiyê dîsa çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Di 7ê Tîrmeha 2025an de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Serokkomar Tayyip Erdogan ziyaret kir.

Di 9ê Tîrmeha 2025an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vîdeo daxuyanî da û xwest PKK xwe çekan berde.

Di 11ê Tîrmeha 2025an de 30 endamên PKKê bi merasimeke heybet li Silêmaniyê çek şewitandin.
Komisyon li meclisê ava bû.

Di 5ê Tebaxa 2025an de partiyên ku komên wan di Meclisê de hene Komîsyona Meclisê ava kirin. Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîlî, heta niha 12 civîn pêk anîn. Di civînan de li nûnerên saziyên civakî û rêxistinên demokratîk guhdar kir.

Di 20ê Tebaxê de Komîsyona Meclisê destûr neda ku Dayikên Aştiyê li salona civinê bi Kurdî biaxivin. Ev bû sedema bertekên gel.

Di 22ê Tebaxê de Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê têkildarî civîna bi komîsyonê re daxuyanî dan. Dayîka Aştiyê Nezahat Teke diyar kir ku ew tenê mafê zimanê xwe dixwazin û got: “Divê birêz Abdullah Ocalan were meclisê.”

Di 8ê Îlone de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî peyamek şand û got: “Ez ê dest ji hesabpirsîna kesên komkujiya dawî pêk anîne bernedim.”

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan peyamek ji Heyeta Ewropî re şand ku dixwaze pê re hevdîtinê bike û got: “Hêvî dikim ku di atmosfereke welê de ku civaka demokratîk bê avakirin, em rû bi rû hevdu bibînin.”

Etîket: 12emîn Kongreya PKKê1ê CotmehêAbdullah OcalanBanga Aştî û Civaka DemokratîkDevlet BahçeliKCKpêvajopkkQendîl
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Operasonên leşkerî didomin: Operasyon dê zirarê bidin pêvajoyê

Operasonên leşkerî didomin: Operasyon dê zirarê bidin pêvajoyê

1 COTMEH 2025
ROJEVA 01ê COTMEHA 2025an

ROJEVA 01ê COTMEHA 2025an

1 COTMEH 2025
Hemserek û temsîlkarê DEM Partî do şêrê Îmrali

Abdullah Ocalan: Ez ê dev ji hesabpirsîna fermana Êzidiyan bernedim

30 ÎLON 2025
Temellî: Sibê Meclîs vedibe divê ji bo çarseriyê bi lez bixebite

Temellî: Sibê Meclîs vedibe divê ji bo çarseriyê bi lez bixebite

30 ÎLON 2025
29 sal in bi hesreta vegera gundê xwe dijî: Divê dewlet lêborînê bixwaze

29 sal in bi hesreta vegera gundê xwe dijî: Divê dewlet lêborînê bixwaze

30 ÎLON 2025
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

30 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (7)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne