Partî û saziyên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê, têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê li Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, hêzên navneteweyî û dewleta Tirk hat kirin û wiha hat gotin: “Gelê Kurd dê di vê sedsalê de bêstatû nejî. Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye. Xwedî li statûya Rojava derkevin û rê li ber êrişên ser Rojava bigirin.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat (DDKD), Komeleya Şêx Seîd û Platforma Yekitiya Jinên Kurd têkildarî êrişên Tirkiyeyê û koma wê ya paramîlîter a SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyeke hevpar didin. Daxuyanî li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat tê dayîn. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û nûnerên partî û saziyên din jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Kirmanckî pankarta “Parastina Rojava pêkanîna yekitiya neteweyî ye” hat daliqandin.
Daxuyaniya hevpar ji aliyê endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a DBPê Bêrîvan Helen Işik ve hat xwendin.
Metna daxuyaniyê ya bi sernavê “Parastina Rojava pêkanîna yekitiya neteweyî ye” wiha ye:
‘Statukoya li ser înkarê hatiye avakirin parçe parçe dibe’
“Li cîhanê û herêma me pêşketinên girîng ên siyasî pêk tên. Sînorên sed sal berê ji hêla hêzên serdest ve hatine xêzkirin û statûkoya hatiye avakirin îro bi lez diguhere. Wekî sed sal berê îro jî Kurdistan di navenda van pêşketin, guherîn û veguhrînan de cih digire. Statûkoya li ser înkara kurd û Kurdistanê hatî avakirin perçe perçe hildiweşe û rewşek polîtîk ya nû derdikeve holê. Ev rewş di serî de gelê Kurd ji bo hemû gel, bawerî û çandên herêmê derfeta destpêkeke nû dide. Hêvî ew e ku pergaleke hemû pêkhateyên vê axê bi nasname, reng, deng û mafên xwe, bi awayek wekhev bijîn, bê avakirin. Lê mixabin hişmendiya nijadperest û yekperest a dewletên herêmê di siyaseta red û înkarê de israr dike.
Hilweşîna rejîma Baasê derfeta avakirina pargeleke demokratîk dide
Rejîma Sûriyeyê ku perçeyek pergala li ser înkara gelan hatibû avakirin, piştî şerê navxweyî yê 14 salan, di nav du hefteyan de hilweşiya. Bi hilweşîna rejîma Baasê re cardin derkete holê ku tu îktîdar û serweriyên li ser siyaseta red û înkara gel, bawerî û cudahiyan hatiye avakirin, nikare xwe li ser piyan bigire. Têkçûyîna rejîma Baasê û perçebûna statûkoya li ser hîmê red û înkarê ji bo avakirina pergalek wekhev û demokratîk derfetê dide. Divê li Sûriyeyê pergaleke hemû gel, bawerî, çand û cudahiyan digire nav xwe bê avakirin. Ji bo vê pêwistî heye demildest pêvajoyek siyasî bê destpêkirin û çarenûsa Sûriyeyê ji hêla hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên wekî Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen, Durzî, Êzîdî, Elewî, Nûsayrî û Suniyan ve bê teşekirin.
Divê hemû hêzên herêmî û navneteweyî rêzê ji îradeya gel re bigirin
Ji bo Sûriyeyeke nû nabe ku ne hêzek hundirîn cardin desthilatdariya xwe li ser beşên din ava bike; ne jî hêzên derveyî polîtîkayên xwe bisepînin. Dubarekirina polîtîka û rêbazên nijadperest, yekparêz, red û înkarê dê kûrkirina şerrê heyî pêvetir tu encamê nede. Divê hemû hêzên navneteweyî û dewletên herêmî ji îradeya gel û pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn re rêzdar bibin. Ji bo avabûna pergaleke demokratîk hewil bidin û alîkar bibin. Di vî milî de yek ji dewleta zêde berpirsyarî dikeve ser milê wê jî Tirkiye ye. Lê mixabin kirinên Tirkiyeyê yên çend hefteyên dawiyê dijberî berjewendiyên gelên Tirkiyeyê, gelên Sûriyeyê û hem jî gelên herêmê ne. Ji ber ku pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser nekiriye, Tirkiye hewil dide ku polîtîkaya xwe ya red û înkarê li tevahiya herêm û cîhanê belav bike.
Tirkiye dixwaze tevahiya Rojava dagir bike
Tirkiye ku 14 sale bênavber êrişî destkeftî û statûya rojavayê Kurdistanê dike, bi têkçûna rejîma Baasê re lez da êrişên xwe. Tirkiye dixwaze bi tevahî Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Her çiqas bi destê komên çete bê kirin jî ev êriş bi biryar, organîze û alikariya Tirkiyeyê tên meşandin. Gelê Kurd baş dizane ku ev êriş û hewildanên dagirkirina Rojava encama polîtîkayên red û înkara gelê Kurd a sed salên dawiyê ye. Hişmendiya nijadperest a Tirkiyeyê li kû derê bibe bila bibe, naxwaze Kurd bibin xwedî statû û maf. Polîtîka û kirinên Tirkiyeyê ne li Tirkiyeyê û ne jî li Sûriye û Iraqê pirsgirêkên heyî çareser nake, dijminatiya di navbera gelan de kûr dike.
Roj roja xwedîderketina li statuya Rojava ye
Di vê çarçoveyê de berî her tiştî banga me li gelê Kurd e. Statûkoya li ser tunebûna gelê Kurd hatî avakirin, îro diheje û hildiweşe. Li dijî hemû êrîşan jî gelên Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya jinan de modela jiyana wekhev afirandiye. Lê dewletên nijadperest û zayendperest dixwazin vê modelê têk bibin û bi rêbazên nû gelê Kurd bêstatû bihêlin û hebûna wî ji holê rakin. Êdî tehemûla gelê Kurd ji bêstatûbûnê re nemaye. Koalîsoyana dewletên li dijî statûya gelê Kurd hilweşiyaye. Îro herî zêde Tirkiye û hevalbendên wê li dijî statû û mafên gelê Kurd derdikeve. Ji bo wê em sedsalek din bêstatû derbas nakin. Statûya rojavayê Kurdistanê ji bo me di ser her tiştî re ye. Roj roja xwedî derketina li Rojava û statûya vê perçeya Kurdistanê ye. Ji bo vê em bang li hemû gelê Kurd û pêkhateyên wî yên siyasiye ku bi hemû derfetên xwe ji bo misogerkirina statûya rojava bibin yek û hewil bidin.
Bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin
Banga me ya duyemîn ji bo raya giştî ya navneteweyî ye. Îro sedemek bingehîn a kaosa Rojhilata Navîn, perçekirina Kurdistanê û bêstatûhiştina gelê Kurd e. Ligel hemû polîtîkayên tunekirin, êriş û komkujiyan jî gelê Kurd îro wekî hêza îstiqrar û demokrasiyê ya herî bingehîn e. Ji bo vehisîna kaosa Rojhilata Navîn divê mafên gelê Kurd bên naskirin. Ji bo vê em wekî partî, sazî û dezgehên Kurdan bang li raya giştî ya navneweteyî dikin ku piştgiriyê bidin rojavayê Kurdistanê û statûya gelê Kurd a li vir nas bikin û piştgirî bidin. Ev berpirsyariyeke mirovî, exlaqî û wijdanî ye.
Divê Tirkiye êrişî statu û destkeftiyên gelê Kurd neke
Banga me ya dawiyê jî ji bo gel û desthilatdariya Tirkiyeyê ye. Statû û mafên gelê Kurd, kêm û qels nekin. Hebûna gelê Kurd hêmaneke zirarê dide gelê tirk nîne. Bi rastî jî ku behsa biratiya hezar salan bê kirin, divê îro Tirkiye êrişî destkeftî û statûya gelê Kurd a li Rojava neke, berovajî vê divê têkilî pêre deyne û piştgirî bide.
Bi vê boneyê em dibêjin roj roja parastina statûya Rojava ye. Werin em bi hev re Rojava biparêz in.”
Piştî daxuyaniyê serok û nûnerên saziyan axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.
‘Çareserkirina pirsgirêka kurd yekrêziya gelê Kurd e’
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûlah Aştî destnîşan kir ku heke kurd bixwazin azad bibin serkeftî bibin divê bi yekrêziyê tevbigerin. Ayetûllah Aştî da zanîn ku heke yekitî ava bibe dê bi hev re azad bibin û got: “Çareserkirina pirsgirêka kurd yekrêziya gelê kurd e û îro bingeha wê Rojava ye. Heke miletê kurd di vê meseleye de bibin yek dê cîhan wan mûxatab qebûl bike û dê serfiraz bibin.”
‘Li Rojhilata Navîn bêyî gelê Kurd aştî ne pêkan e’
Berdevkê Partiya Komunist a Kurdistan Yasîn Yetîşgen jî diyar kir ku di rewşa Sûriyeyê ya heyî de divê gelê kurd yekitiya neteweyî deyne pêşiya xwe. Yasîn Yetîşgen destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn bêyî gele kurd aştî ne pêkan e û got: “Divê pirsgirêk bi rêyên aştiyane û demokratîk bên çareserkirin.”
‘Divê partiyên Rojava li ser nirxên netewî tevbigerin’
Cîgirê Serokê DDKDê Abdulhey Okûmûş jî diyar kir ku rewşa heyî ya Sûriyeyê weke Lozanekê hatiye ber deriyê gele kurd û divê gelê vê firsendê binirxîne. Abdûlhey Okûmûş, destnîşan kir ku divê kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser nirxên netewî bikaribin bi hev re tevbigerin û ji rejîma nû ya Sûriyeyê an jî hêzên pişt wê re bibin mûxatab. Abdûlhey Okumûş anî ziman ku gele kurd bi vî awayî dikare destkeftiyên xwe zêde bike.
‘Em bi hêvî ne ku sala 2025an bibe ji bindestiyê xelasbûna gelê Kurd’
Dû re rêveberê Komeleya Şêx Seîd nivîskar Azad Zal axivî. Azad Zal anî ziman divê Kurd ewilî di nava xwe de aştiyekê pêk bînin û got: “Piştî sed salan piştî raperîna sala 1925an em bi hêvîne ku sala 2025an bibe sala azadî, aştî, wekhevî û ji bindestiyê xelasbûna gelê kurd.”
‘Bila Rojava weke lavlavkê belav bibe’
Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku meseleya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn û nebûna gelê Kurd e, meseleya naskirina nasnameya gele Kurd e û wiha got: “Îro em bi armanca xwedîderketina Rojava li vir in. Gelê me li her derê di bin zextan de ye. Li Rojava û li Sûriyeyê geşedanên dîrokî diqewimin. Ji bo Rojava, ji bo Rojhilata Navîn ji bo Sûriyeyê du model li pêşiya me hene. Yek heta niha ya hatiye ceribandin ku zextê li civakan dike ye. Tirkiye dixwaze bi deste hêzên weke SMO û HTŞê vê modelê bidomîne. Ev rewş li dijî rastiya gelê Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ye. Lê li Rojava modeleke demokratîk heye. Ev modela demokratik ne tenê ji bo gele kurd û Rojhilata Navîn ji bo cîhanê jî temsîliyeta ronahiyê ye. Ev model gelên kurd, tirkmen, ereb, durzî û ermenan bi hev re ava kirine. Ev modela demokratîk li dijî pergala dewletan derket holê. Em hemû gel hemû cîhan deyndarê gelên Rojava ne, divê em li dijî tarîtiyê li cem gelên Rojava bin. Em xwedî li Rojava derkevin ku paradîgmaya li Rojava weke lavlavkê belav bibe.”