Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk de axivî û bang li desthilatê kir ku dest ji polîtîkayên xwe yên cudakar ên li herêmê berde û wiha got: “Ji bo Tirkiyeyê demokrasiyeke bihêz, ji bo Kurdan jî aştiyeke birûmet lazim e. Em ji Amedê careke din dibêjin divê ev desthilat rê li ber wan veke.”
Konferansa Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk ku dê du rojan bidome li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê tê lidarxistin. Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tuncer Bakirhan û Hevserokên DBPê yên Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir di nav de gelek parlamenter, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî konferansê bûn. Li eywanê bi Kurdî, Tirkî, Erebî, Ermenkî û Suryankî dowîzên “Şaredarî komun e, komun şaredarî ye” , “Bi Rêveberiyên Herêmî Ber Bi Civaka Komunal ve” û “Em bi vîna jinan komunan bi rêveberiyên xwecihî civaka azad ava dikin” hatin daliqandin. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir û pişt re sînevizyona ku hatibû amadekirin hat temaşekirin.
Piştî nîşandana sînevîzyonê dîwanê cihê xwe girt. Li ser navê dîwanê parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî û diyar kir ku wan ev konferans di serdemeke krîtîk de ku dîroka gelê Kurd û Rojhilata Navîn ji nû ve tê nivîsandin de li dar dixin. Ruştu Tiryaki anî ziman ku bi demokratîkbûna rêveberiyên herêmî re dibe ku ew pirsgirêka Kurd di asteke girîng de derbas bikin û wiha got: “Îro demokrasî bi rêveberiyên herêmî re tê nîqaşkirin. Li 10 bajar, navçe û şaredariyên ku me bi dest xistine rejîmên qeyûman berdewam dikin. Di nav van de 2 bajarên mezin hene. Ev rejîma qeyûm ne tenê aydê vê serdemê ye. Konferans di serdemeke wiha de tê lidarxistin ku hejmareke girîng a şaredar û endamên meclisê hatine binçavkirin û girtin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û zêdetirî 10 navçeyan şaredar ji wezifeyê hatine dûrxistin. Em hêvî dikin ev konferans dawî li vê wesayetê bîne û bibe dergehek ji bo vê. Li ser rêveberiyên herêmî wesayet heye. Îro bi biryarnameyeke serokkomariyê re çêkirina avahiyan jî tê sînordarkirin. Şaredariyên li Tirkiyeyê bêyî destûr nikarin ji bankayê krediyê jî bikişînin. Hêvî dikim ku ev rewş bi dawî bibe.”
‘Divê ne TOMA, siyaseteke azad were ber deriyê partiyan’
Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku ew ê li ser rêveberiyên herêmî, karên ku kirine û yên ku nekarîne bikin niqaşê bikin.
Tûncer Bakirhan anî ziman ku weke rêveberiyên herêmî yên xwedî ezmûneke dûr û dirêj, ew ê di nava van nîqaşan de rêyekê bibînin û silavên xwe ji girtiyên siyasî yên hilbijartî re şand. Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku Tirkiye di yek ji serdemên xwe yên herî krîz de derbas dibe û ev tişt anî ziman: “Ev rewş qet baş nebû. Ewqas neheqî û bêhiqûqî derdikevin holê ku veşartina wê her diçe zehmet dibe. Girtîgeh tijî ne. Em dixwazin diyar bikin ku em di sedsalekê de dijîn ku êdî divê li şûna dewra girtinan, em têkevin dewra demokrasiyê. Di paşerojê de deriyên me pir hatin şikandin, TOMA pir hatin ber deriyên me. Ev yek li ser CHPê jî hat sepandin. Em êdî dibêjin ku divê ne TOMA, siyaseteke azad were ber deriyê partiyan. Em dibêjin lê desthilat ya di serê xwe de dike. Ji bo Tirkiyeyê demokrasiyeke bihêz, ji bo Kurdan jî aştiyeke birûmet lazim e. Em ji Amedê careke din dibêjin ku divê ev desthilat rê li ber wan veke.”
‘Qeyûm şerma vî welatî ye’

Tuncer Bakirhan da zanîn ku Pêvajoya Entegrasyona Demokratîk tê meşandin û wiha berdewam kir: “Kurd dixwazin 100 sal şûnde bi awayekî demokratîk, bi demokratîkkirina Komarê re bibin yek. Em astengiyên li pêşiya vê dişopînin lê tekoşîna me berdewam dike. Tirkiye dikare bi van rê û rêbazan pirsgirêkên xwe yên kronîk derbas bike. Tirkiye dikare bi avêtina gavan, hem di warê yasayî û hem jî di warê demokratîk de, van pirsgirêkên xwe yên kronîk çareser bike. Bêhiqûqî berdewam dike. Ne berdana Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Selçûk Mizrakli û hevalên me yên din ên di hundir de, nîşaneya berdewamiya bêhiqûqiyê ye. Qeyûm şerma vî welatî ye. Em dirêjkirina pêvajoya qeyûm a her du mehan carekê ji aliyê wezîr ve jî wekî şermezariyê dinirxînin. Ez dixwazim diyar bikim ku divê di zûtirîn demê de biryarên DMMEyê bên bicihanîn û pergala qeyûman ji holê rabe. Dewlet ne tenê li pêşiya demokrasiyê asteng e, maf û azadiyên gel jî asteng dike. Ez dixwazim diyar bikim ku sedsaleke din bi vê pergala hişk, yekperest û navendîparêz nayê meşandin. Ev sedsal, sedsala Komara Demokratîk e. Birêz Abdullah Ocalan jî ev tişt anî ziman. Divê di xala demokratîkbûn, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gav bên avêtin.”
‘Komar ji gel qut kirin’
Di axaftina xwe de Tuncer Bakirhan diyar kir ku desthilat ji ber 3 sedeman li dijî rêveberiyên herêmî ne û wiha pê de çû: “Rêveberiyên herêmî mecbûr in ku cudahiyên li ser bingeha herêmî bibînin. Ji ber ku rêveberiyên herêmî zemînek e ku qadan ji rêveberiyên wekî jin, jîngeh û ciwanan re vedike, demokrasiya herêmî çareseriya vê ye. Di sedsala yekem de komar ji gel, ji Kurdan, Elewiyan, ji bawerî û civakên cuda qut kirin. Wekî ku em li vir dikin, em ê hewl bidin lingê kêm mayî yê Komarê temam bikin. Di rêveberiyên herêmî de ezmûnên me yên pir girîng hene. Pratîkên me yên pir hêja hene. Karên me yên ku li Tirkiyeyê yekem in û xebatên me yên li ser jin, hevserokatî û astengdaran li cîhanê wekî mînak tên nîşandan. Em dizanin ku hûn hevalên hêja yên ku rastî zehmetiyên mezin tên û bi zanabûn tên vî wezifeyî, dikarin van astengiyan derbas bikin.”
‘Heya em ji demokrasiya herêmî dûr nekevin, Tirkiye ji krîz û kaosê xilas nabe’
Tuncer Bakirhan anî ziman ku divê desthilat dest ji polîtîkayên xwe yên cudakar ên li herêmê û ji astengkirina xizmetên mûxalefetê berde û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî hemû rexneyan jî ez dixwazim bibêjim ku şaredariyên me xebatên xwe dimeşînin. Gelo bes e? Nexêr ne bes e, lê divê em hîn zêdetir deynin ser. Di vê civînê de divê em ne karên ku me kirine, lê yên ku me nekarîne bikin bînin ziman. Werin em ji vir hişmendiyeke hevpar derxin holê. Ez dizanim ku em ê vê yekê pêk bînin. Divê mirov ji rexneyan aciz nebe û rexneyan bi awayekî maqûl pêşwazî bike. Çi qas rewşên zehmet û ne rasteqîn hebin, divê mirov wan şîrove bike. Ez destnîşan dikim ku rexneyên avaker dê me mezin bikin. Rêveberiyeke ku li Enqereyê navendî bûye heye, em bi wê re rûbirû ne. Ew ne ji bo xurtkirina demokrasiya herêmî tiştekî dikin, ne jî herêmê wekî bingeh digirin. Pêşneketina rêveberiyên herêmî, rêya derketina Tirkiyeyê ji van pirsgirêkên kronîk e. Di serdema nû de divê hemû qanûnên ku desthilat amade dike, rêveberiyên herêmî bingeh bigirin û bikevin meriyetê. Dîsa Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê heye. Xwedî naverokeke wiha ye ku em têkoşîna wê dimeşînin. Tirkiyeyê şerh daniye ser vê. Bi rêya vê konferansê re divê em bangeke din jî bikin. Divê em vê şerhê rakin, ne tenê rakin, divê sozên ku hewcedariyên vê tînin cih jî bên dayîn. Heta ku Tirkiye ji demokrasiya herêmî dûr bikeve, ji krîz û kaosê xilas nabe. Ez bawer dikim ku ev konferans dê di xala çareserkirina krîzên ku Tirkiye tê de ye de, bibe alîkarê çareseriya pirsgirêkan. Ez dixwazim diyar bikim di vê erdnîgariya ku sed sal in hatiye paşguhkirin, bi zanebûn bêxizmet û bi xizaniyê re rûbirû hatiye hiştin de, ger şaredariyên me hîn jî xizmetê hildiberînin, ev yek nîşan dide ka vîna me ya karwextkirinê çiqasî bi bawerî ye. Werin em pirsgirêkên xwe bi eşkereyî bînin ziman da ku em bi hev re çareseriyê bibînin. Ez hêvî dikim ku konferans bibe alîkarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Serkeftin ji bo me hemûyan.”
Piştî axaftina Tuncer Bakirhan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Piştî peyamê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.













