IFJê nerazîbûn nîşanî girtina 7 rojnamevanên ku ji bo bîranîna hempîşeyên xwe Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di çalakiyê de hatibûn girtin da û got: “Em bang dikin ku demildest wan serbest berdin.”
Di 21ê Kanûnê de rojnamevanan xwestin li Stenbolê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê SÎHAya Tirkiyeyê ve hatin kuştin, şermezar bikin. Di çalakiya protestoyê de rojnamevan Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, Pinar Gayip û Serpîl Unal piştî hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) nerazîbûn nîşanî girtina 7 rojnamevanan da.
Di daxuyaniya IFJê wiha hat gotin: “Piştî kuştina rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 21ê Kanûnê de li Stenbolê di çalakiyên nerazîbûnê de herî kêm 7 rojnamevan hatin girtin. Em bang li rayedaran dikin ku demildest wan serbest berdin.”