Bi hatina payizê re fêkiyên demsala payizê jî cihê xwe li ser dezgehên esnafan girtin. Yek ji van fêkî û berhemê payizê jî givîş in. Di demsala payîzê de li kolanên Amedê li ser dezgahan givîş agahiya payizê dide welatiyan.
Her demsaleke salê bi teamên xwe, her team jî bi demsala xwe tê naskirin û hezkirin. Her fediyek bûye nasname û rengê demsalekê. Dema kijan fêkî li ser dezgehan xuya dike, welatî dizanin kijan meh û demsalê de ye. Yek ji van team û fêkiyê ku reng û ruyê demsalê nîşan dide jî givij e. Dema givîj li çiyê ji daran tê komkirin û li bajaran li ser dezgenên esnafan cihê xwe digire, mirov dizanin ku edî ji demsala havînê derbasî payizê bûne. Dîsa dizanin ku demsala zivistanê nêzîk dibe. Li Amedê jî bi hatina payizê givîşên zer û sor cihê xwe li ser dezgehên esnafan girt.
Firoşkar Sedat Şirnakli der barê givîjên ku li ser dezgahê xwe difroşe diyar kir ku givîjên ku ji wî re hatine ji Meletiyê hatine û got: “Givîş di demsala payizê de têne komkirin. Niha rençber givîjan ji daran kom dikin û bi maşîneyan ji Meletiyê tînin bajarê Amedê difiroşin. Firoşkar li esnafan belav dikin. Esnaf jî li ser dezgehên xwe difiroşin welatiyan.”
‘Baran kêm bû givîj jî kêm bû’
Firoşker Sedat Şirnakli da zanîn ku îsal baran kêm bû û vê yekê bandor li ser givîjan jî kir û wiha got: “ Givîj di îlon û cotmehê de li ser dezgahan têne firotin. Lê baran kêm bû û givîj jî kêm bû. Li gorî zêdebûna baranê tama wan xweş û zêde dibe. Îsal baran kêm bû tama wan jî nexweş bû. Komkirin û firotina givîşan di mehekê de xelas dibe.”
Sedat Şirnakli li ser cureyên givîşan jî agahî dan û got: “Givîj li Wan, Pasûr, Licê, Mêrdîn, Meletiyê, Bedlis, Sêrt û Şirnexê çêdibin. Piraniya givîjên Meletiyê li Amedê tên firotin. Givîjên heremên din piçûkin Givîjên zer tirşin, yên sor jî şêrîn in. Givîj hem fêkî ye, hem derman e. Ji nexweşiyên dil û damaran re baş e. Givîjên ku her sal li ser dezgehan bi zer û zor dixemilîne, îsal hem kêm in û hem jî ji ber buhabûnê nayên firotin. Sala par kilo 100 lîra bû, lê îsal kilo 200 tl ye.