Şaredariya Peyasê 2yemin Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan di roja duyemîn de berdewam dike.
Li Amedê Gerînendetiya Politikayên Jinan a şaredariya Peyasê bi dirûşmeya “Bi ked û çanda xwe piştgiriya xwe mezin dikin” cara duyemîn Mihrîcana Çand û Parvekirina Keda Jinan Park Ormana girêdayi navçeya Peyasê di roja duyem de berdewam dike. Hevşarederên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Çandar û gelek kes tevlî mihrîcanê bûn. Di mihrîcanê de gelek şaredariyên navçeyên Amedê, saziyên jinan û jinên kedkar stand vekirin. Jinên Amedê bi coşek mezin tevlî mihrîcanê bûn. Di roja duyemîn de hunermend Dilniya Xan derkete li ser dikê.
Di roja duyemîn de dîsa jinan standên cilên herêmî, berhemên gundan ên xwezayî, tirş, mermelad û reçel,berhemên derman û aromatîk, xwarinên malê vekirin. Çalakiyên werzîşê hat li darxistin. Mihrîcan bi girseyî berdewam kir. Di berdewamiya şevê de hunermed Dilniya Xan derkete li ser dikê. Gel roja duyemîn a mihrîcanê bi coş û kêfxweşî govendên xwe kişandin û roja duyem qediya.
Mihrîcan di roja dawî de berdewam bike.