Abdullah Yilmaz ê ku li Girtîgeha Tîpa F a hejmar 2 ya Kiriklar a Bucayê girtî bû piştî 30 salan hate berdan. Abdullah Yilmaz da zanîn ku ew xwedî li pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin derdikevin.
Abdullah Yilmaz ê 62 salî piştî 30 sal û 3 mehan ji Girtîgeha Tîpa F a hejmar 2 ya Kiriklara Bucayê hate berdan. Malbat hezkirî û Endamên Komeleya Girtî û Hikumxwar ên Ege yê (EGE TUHAYDER ) ew pêşwazî kirin.
Yilmaz piştî bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin axivî. Yilmaz da zanîn ku hevalên gîrtîgehê de moralê wan xurt e û pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin dişopînin. Yilmaz got ku baweriya wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê û ew piştgiriyê didin banga ku kiriye. Yilmaz piştî axaftinan helbesta ku nivîsiye xwend û kevoka aştiyê firand.
Abdullah Yilmaz kî ye?
Abdullah Yilmaz di sala 1995’de li Sêrtê di pevçûnekî de bi birîndarî hate girtin. Piştî ku li Êlihê hate darizandin bi sûcê “endamtiya rêxistinê” cezayê mubebetê hate dayîn. Di salên girtî hate darizandin de li girtîgehên Êlih, Sêrt, Îzmîr Şakran, Sêwereg, Riha yê ma. Herî dawî ji Girtigeha Tîpa F a Kiriklar a Bucayê a Hejmar 2 hate berdan. Yilmaz dê roja sêşemê biçe bajarê xwe Êlihê.