Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Manîsayê ji bo nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel a ku di encama êrîşeke çekdarî de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, çalakiya bîranînê li dar xist.
Gelek jin li avahiya DEM Partî ya Manîsayê kom bûn û li quncikekê ku wêneyên Akarsel lê hatibûn danîn mûm pêxistin û Nagîhan Akarsel bi bîr anîn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Manîsayê Zybeyde Tarlabolen axivî.
Tarlabolen diyar kir ku Nagîhan Akarsel jiyan û azadiya jinan di kesayetiya xwe de temsîl kir û ev tişt anî ziman: “Akarsel azadîxwazek jinan bû û pênûsa xwe têkoşîna jinan a di tariyê de hatibû hiştin ronî kir. Em soz didin wê: Ji ber ronîkirina me, ronîkirina civakê em hezar carî ji Nagîhan Akarsel re spasdar in. Me ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin; em ê wê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”
Piştî daxuyaniyê, jinan helbestên ku ji hêla Akarsel ve hatine nivîsandin xwendin û soza domandina têkoşîna wê dan.