Rêxistinên Sivîl û Saziyên Ekolojiyê yên Amedê û rêveberên xwecihî li dijî talankirina xwezayê ber deriyê Otogar Amedê daxuyanî dan çapemeniyê û wiha gotin: “Li erdnîgariya me çem zuha bûne, çavkaniyên avê qediyane, daristanên me hemû wêran bûne. Axa me jehrî dikin.”
Rêxistinên Sivîl û Saziyên Ekolojiyê yên Amedê û rêveberên xwecihî li dijî talankirina xwezayê li ber deriyê Otogara Amedê ya li navçeya Peyasê, daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, Hevşaredarên Navçeya Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, Hevşaredara Navçeya Bajarê Nû Safiye Akdag û yên gelek navçeyan derdorê, nûnerên TMMOB, Egîtîm Sen, DTSO û gelek endamên saziyên civakî û gelek gundiyên ku ji navçeyên li derdorê hatibûn beşdarî çalakiyên bûn. Di çalakiyê de pankartên “Dest Nedin Daristan û Goristanên me yên Husûkayê” û “Em Mêrgên Xwe, Ava Xwe Nadin Talankeran” hilgirtin. Di daxuyaniyê de metna çapemeniyê ji aliyê Serokê Komîsyona Bajêr ê Baroya Amedê Ahmet Înan ve hat xwendin.
Parêzer Ahmet Înan diyar kir ku hilweşîna ekolojiyê ya ku li erdnîgariya wan tê kirin talan e û wiha got: “Zagona talanê li herêma me di meriyetê de ye û got: “Ev qirkirin rê li ber xetereyê vedike. Ya herî girîng jî mekanizmaya dadwerî û burokrasiyê alîkariya talankirina xwezayê dike. Li erdnîgariya me çem zuha bûne, çavkaniyên avê qediyane, daristanên me hemû wêran bûne. Axa me jehrî dikin. Mirov ji van kiryaran nexweş dikevin. Çand û dîroka me bi dînamîtan tune dikin. Dibe ku hûn bawer nekin, lê di şikeftên li Licê yên Birqleynê yên xwedî dîroka 8 hezar salan de kana qandî hat vekirin. Bîra me niha biteqînan tê hilweşandin. Gelê herêmê ji ber kana sermayeyê ya ku 10 sal in li gundên Dîcle, Perman ûHerdîkê didome, bi pençeşêrê re têdikoşin. Mîna ku ev ne be bi zêdekirina qada çalakiyê ji bo 6 hezar dekarî wê 15 hezar dar bên birîn û Bendava Dîcleyê statuya xwe ya qanûnî ya qada xwarin û parastinê winda dike. Di pêvajoya hiqûqî ya ku ji bo kana li gundên Dîcle û Permanê hatiye destpêkirin de, di rapora pisporan hat gotin ku ‘darên bên birin ne zêde girîng in, ev der qadeke mayîndetir e.’ Ji xwe xala 56an a Destûra Bingehîn bi awayekî aşkere hatiye binpêkirin.”
Piştî daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozerê got: “Divê tu kes li ser xwezaya me nelîze, em vê nêzikatiyê qebûl nakin. Bila hiqûqnas jî van kiryarên hegemonan ên li ser talankirina xwezayê qebûl nekin.”
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen bal kişand ser kiryarên li dijî xwezayê û got ev ji bo tenduristiya civakê gelek xetere ye û wiha axivî: “Em jî weke Odeya Bijîjkan a Amedê li dijî talankirina xwezayê ne. Ev kiryarên li dijî xwezayê tehdîtin. Em dixwazin zarokên me di nava hewayeke paqij de bijîn. Bi salan e li welatê me xwezayê talan dikin. Vê talanê hemû ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî dikin. Divê derbarê qetilkirinên ku li dijî xwezayê pêk tînin de raporan aşkere bikin. Em ê hertim li dijî talakirina xwezayê bin.”