Ev çend roj e li ser têkoşîn û rêwîtiya heqîqetê ya rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan gelek çalakî hatin lidarxistin, nûçe hatin weşandin, bername hatin çêkirin, gotar hatin nivîsandin û hê jî berdewam dikin. Giraniyeke nivîsandina rastiyan heye, lê vegotina şopdarên heqîqetê girantir e.
Ew rêwiyên heqîqetê bûn… Ji bo ku heqîqeta welatê xwe û Rojhilata Navîn vebêjin, destpêkê li gelek deverên Bakurê Kurdistanê dest bi rêwîtiyê kir. Rastî gelek astengiyan û zextan hatin lê rêwitiya xwe ranewestandin û bê navber domandin. Piştî demekê vê carê jî berê xwe dan parçeyekî din ê Kurdistanê û çûn Rojavayê welat. Li wê beşa welat şoreşek pêk dihat û xwestin bi ragihandina rastiyan, bibin parçeyekî vê şoreşê.
Piştî ku li Sûriyeyê rejîm hilweşiya, dewleta Tirk jî hewl da û hê jî hewl dide vê şoreşê hilweşîne. Ji bo wê jî dest bi êrişan, şerê taybet û belavkirina nûçeyên derew kir. Hemû çapemeniya serdest bi yek dengî digot Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê ketine destê wan û hema hema xwe digihînin Kobanê. Nazim û Cîhan jî ji bo ku van derewên çapemeniya Tirk derxin holê, çûn Tişrîn û Qereqozaxê û bi rojan weşan kirin, nûçe serwîs kirin.
Dagirker dizanin ji bo ku bigihêjin armanca xwe divê beriya her tiştî rastiyê bikujin da ku planên xwe yên qirêjî pêk bînin. Cîhan û Nazim rastiya heqîqeta gelê xwe bûn. Rastî nehat kuştin, ji ber ku rastî hê jî zindî ye û li ber çavan e. Bi kuştinê heqîqet nayê rûxandin, berevajî wê, heqîqet bêhtir xwe dide der û beloq dibe.
Her du şopdarên heqîqetê di oxira rastiyê de canê xwe feda kir lê li pişt xwe jiyaneke watedar hişt û ji niha ve ketin nava rûpelên dîroka mirovahiyê û çapemeniya azad. Piştî şehadeta wan li her derê çalakî hatin lidarxistin, bi dehan kes hatin destgîrkirin û gelek kes jî hatin girtin. Li bakurê Kurdistanê 41 rojnameger hatin destgîrkirin, 7 rojnameger hatin girtin û der barê gelek rojnameger, baro û saziyan de lêpirsîn vekirin.
Wek rojnameger, me jî li Amedê hem geşedanên li derdora xwe dişopandin û hem jî çav û guhê me li nûçeyên ku Nazim û Cîhanê ji mirovahiyê re radigihînin, bû. Di demeke wiha de şehîdbûna her du rojnamegeran bandoreke mezin li me kir. Têkoşîna hevpar a bi salan e em bi hev re dimeşînin, anî bîra me û bîranînên me zindî bûn.
Piştî ku me şehadeta her du hevalan bihîst, komeke rojnamegeran berê xwe da mala malbata Cîhan Bîlgîn û em 3 rojnameger jî, me berê xwe de mala malbata Nazim Daştan. Malbat li navçeya Giyadîn a Agiriyê dimîne lê ji ber nexweşiya dayikê demek e hatine Mêrdînê û ji bo êşa malbatê parve bikin me jî berê xwe da Mêrdînê.
Em çûn malê, Dayikê wî Zozan û bavê wî Mehmet Alî em pêşwazî kirin. Li malê car Stêrk TV û car jî Medya Haber vekirî ye, li aliyekî li televîzyonê temaşe dikin, agahiyan digirin û li aliyê din jî şîna kurê xwe digirin. Dayika Zozan bê navber dibêje “Kurê min li pey doza xwe bû, em bi te serbilind in Nazim”.
Bavê wî Mehmet Alî li aliyekî li televîzyonê temaşe dike û berê xwe dide me, dibêje; “Ew her du rojnameger bûn, ji bo rastiyê ragihînin li wê derê bûn, ew her du jî bûn dengê gelê xwe. Xwestin bi kuştina kurê min dengê me qut bikin. Tu heqê wan tune ye rojnamegeran qetil bikin. Hûn jî rojnameger in, gerek hûn parastina xwe bikin.”
Em meraq dikin gelo dê taziyeyê li Mêrdînê deynin an li Agiriyê. Di wê navberê de dayik dibêje “Em ê biçin Giyadînê, li wir taziyeya xwe deynin.”
Ev demek e deriyê mala xwe girtine, hatine Mêrdînê, ji ber wê jî ava wan qerisiye û mal sar e. Fikara wan jî ew e ku jixwe dayik nexweş e, heke bicemide jî dê bêhtir nexweş bibe. Em sê rojnameger tevî xwişk û birayê Nazim ji bo amadekariyan bikin, beriya dê û bav berê xwe didin Giyadînê. Li gorî plansaziya ku me derxistiye, piştî ku me li malê hinek amadekarî kirin, dê roja din dê û bav jî bihatana Giyadînê.
4 xwişk û 6 birayên Nazim hene û her yek li cihekî ye. Hinek li Îzmîrê ne, hinek li Enqereyê ne. Piştî ku şehadetê dibihîzin xwişk, bira û xizmên wan ên li bajarên din, ew jî berê xwe didin Giyadînê. Jixwe çîroka koçberiya malbata Nazim dişibe ya gelek malbatên Kurd. Mijara koçberiya Kurdan a van salên dawiyê hêjayî gelek lêkolînên zanistî û gotaran e. Ma ne devera ku Nazim û Cîhan agahî jê radigihandin, Kurd dubare dubare koçber dibûn. Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyan ji Efrînê koçber bûn hatin Şehbayê, li wir ji xwe re jiyanek ava kirin, ji wir jî dîsa ji ber êrişan neçar man terk bikin û dîsa koçber bûn.
Bi êvarkî em xwe digihînin Giyadînê û diçin malê. Mal li taxeke navenda Giyadînê ye. Zivistan e, av û kalorîferên malê cemîdî ne û em hewl didin kalorîferê çêkin, paqijiyê bikin. Lê hinek xizmên Nazim beriya ku em biçin, mal raxistibû û em jî hewl didin tiştên kêm mane, temam bikin.
Êdî hema hema mal amade ye, kalorîfer pêdikeve, mal germ dibe, avan vekir û li aliyê din jî amadekariyan dikin ku biçin mala taziyeyê. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê dema diçe cihê taziyeye, tê astengkirin.
Di wê keliyê de em hîn dibin ku polîs û leşker hatine û dora mala taziyeyê girtine, gef li xwediyê mala taziyeyê xwarine û nahêlin kesek biçe cihê taziyeyê. Li wê taxê mala taziyeyê aîdî kesekî ye û ew dide şixûlandin. Bi heman awayî leşker çûne gundê Nazim jî dorpêç kirine û ger li gund jî taziye bê danîn dê asteng bikin. Lê jixwe malbatê biryar daye ku li navenda Giyadînê taziyeya xwe deynin. Yanî taziyeyê li gund danaynin.
Wê şevê polîs û leşker li ku derdora malbata Nazim kê bibînin, dibin îfadeya wan digirin û gefan li wan dixwin da ku neyên taziyeyê. Yanî dixwazin li navçeyê tirsê biafirînin da ku taziye neyê danîn. Li aliyê din jî dora malê girtine û gefan li kesên tên taziyeyê dixwin. Lê tevî gefan jî gelek kes hatin malê û li hewşa malê kom bûn.
Di vê navberê de dê û bav li Mêrdînê tên û hêj bi rê de ne û negihaştine Giyadînê. Her wiha xwişk û birayên wî yên li derveyî bajêr jî bi rê de ne û tên Giyadînê.
Li aliyê din jî amadekariyên ji bo taziyeyê dewam dikin û vê carê jî hêzên dewleta Tirk gazî bira û mamê Nazim kir û ji bo taziyeyê gef li wan xwarin. Tenê gef li malbatê nexwarin, her wiha gef li rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê, keyayê taxê, melayên li derdorê xwarin da ku taziye neyê danîn.
Lê malbat û xizmên wî bi biryar in ku çi dibe bila bibe dê taziyeya xwe deynin. Di wê navberê de gelek ciwan jî kom bûne û li hemberî polîs û leşkerên ku dora malê girtiye, hêrsa wan zêde bûye.
Kesekî navsalî wiha dibêje; “Hûn dibînin astengiyên çawa derdixin. Jixwe yên herî qehreman ji nav me diçin û qehremaniyên mezin dikin. Cîhan û Nazim jî ji wan qehremanan in. Çûn Rojava û rastiyên wê derê ji me re ragihandin. Em nikarin layîqî wan bin, qet nebe em şîna wan bikin. Ger em jî nekarin şîna wan qehremanan bikin, ka em bi kêrî çi tên, hema em jî bimirin çêtir e.”
Li hewşa malê kesekî temenmezin jî wiha dibêje; “Nahêlin em şîna xwe jî bikin, hem li me dixin û hem jî dibêjin negirîn.”
Di wê navberê de hin kes çayê filan çêdikin û li mêvanan belav dikin, hinek kes xwarinê çêdikin. Her wiha hinek kes li hewşa malê sohbet dikin û xizmekî din jî wiha bertekên xwe tîne ser ziman; “Ka bila bikevin hewşa malê, ew ê bibînin çi çi ye. Cihê em biçinê tenê mala me maye, va ye em jî hatin mala xwe. Eger em nekarin li mala xwe jî şîna xwe deynin bila em bimirin.”
Sohbetên bi vî rengî heta saetên êvarê dewam dikin. Jixwe kesên hatine malê û di hewşê de kom bûne, guh nedane gefên dewletê û li dijî dorpêçkirinê û hemû astengiyan hatine malê. Yanî kesên herî bi biryar in ku çi dibe bila bibe dê taziyeya xwe deynin. Li gel dorpêçkirinê gelek kesên bi wesayîtên xwe hatine malê û wesayîtên xwe li dora malê park kirine, polîs cezayê trafîkê ji wan re dinivîse lê kesek guh nade van cezayan jî.
Ber bi saetên êvarê ve dê û bav jî hatin malê, li deriye derve bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Apê Mehmet Alî li wir xitabî girseyê dike û dibêje; “Ji duh ve we zehmetiyeke mezin kişand. Hûn gişk xêr hatine, ev taziyeya me ye, em ê taziyeya deynin. Ev der mala min e, nikarin bikevin hewşê û malê. Bila fikarên tu kesî nebin, em ê taziyeya xwe deynin. Bila dilê we rihet be, ger werin ez ê herim pêşiya wan, ji bo zirarê bidin we gerek cenazeyê bin pêpes bikin, wisa werin vê derê.”
Êdî tarî ketiye erdê, girse belav dibe û ji bo roja din taziyeya xwe dewam bikin her kes diçe mala xwe. Her wiha me jî vedixwînin malên xwe.
Roja din serê sibê li hewşê kelecaneke mezin heye. Dê û bav jî hatine, êdî dema destpêkirina taziyeyê ye. Hinek sendelyeyan dikişînin û sererast dikin, hinek çayê çêdikin, hinekan ji bo xwarina nîvro dest bi çêkirinê kiriye, hinek jî diçin bazarê û kêmasiyan temam dikin.
Hêdî hêdî hewşa malê tijî dibe û piştre ji Bazîd, Îdir, Qaxizman, Agiriyê endamên DEM Partî, nûnerên saziyên civakî û bi sedan kes tên taziyeyê. Komek tê tev li taziyeyê dibe, ew diçe, komeke din tê. Bavê Nazim Mehmet Alî ji her komê re hem melatiyê dike û hem jî diaxive û peyamên serî netewandinê dide.
Di encama berxwedana malbatê û gel de tevî hemû astengiyan jî taziye hat danîn û layiqî vê têkoşîna her du rojnamegeran bûn.
Wek encam;
Di roja sêyemîn a taziyeyê de, em her sê rojnamegerên ku ji bo taziyeyê hatibûn Giyadînê me xwatirê xwe ji malbatê û kesên ku hatibûn taziyeyê xwest û careke din me berê xwe da Amedê.
Gelek fîlozofon der barê têkiliya navbera hebûn, jiyan, hêz û heqîqetê gelek serê xwe êşandine. Di çanda Rojhilata Navîn de lêgerîna heqîqetê, jiyana ji bo heqîqetê, hezkirina heqîqetê û mirina ji bo vê evînê têgehên girîng in. Bêyî şopandina heqîqet, evîn û jiyana azad, ne zanîn tê bidestxistin û ne jî cîhana ku mirov xeyal dike ava dibe. Di felsefeya Rêber Apo de lêgerîna jiyana azad, heqîqeta herî bingehîn e û jiyaneke bêyî heqîqet jiyaneke nehatiye jiyîn e.
Lê niha heqîqeteke li ber çavan heye ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di oxira rastiyan de ji bo bibin dengê gel, canê xwe ji dest dan. Piştî şehîdbûna wan endamên çapemeniya azad û civak jî ji bo bibin dengê her du şehîdên çapemeniyê li kolanan bûn, berdêla rastiyan dan û hê jî berdêl didin.