* Endamê Komîteya Amdekar a Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” Dogan Şenses bal kişand ser armanca komxebatê û got: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li vê komxebatê bibin û fikrên xwe bibêjin da ku zimanê me şên bibe.”
* Maruf Kartal ê ku bi rêya KHKê ji kar hatiye dûrxistin diyar kir ku ji roja dest bi kar kiriya heta hatiye ixrackirin ji bo gel têkoşiyaye û got: “Azadiya gel azadiya min e.”
Kirmanckî
* Yeter û Leyla, Dêrsim de di cinîyê şanoger ê û nameyê şanoyê înan Budelayê Dêrsimî yo. Kamcîn dewe venga înan dana, şonê a dewe de kayê xo kay kenê. Vanê ke, “Zonê ma zonê Xizirî yo. Ma zonê xo de kay keme ke zon vîndî nêbo.”
* Meşa Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Cemaweriyê (KESK) di roja duyemîn de dê li Semsûr û Dîlokê berdewam bike. (12.00)
* Xwendekarên Zaningeha Dîcleyê ya Amedê dê ji bo Rojîn Kabaîş ji ber Fakulteya Fenê heya ber Fakulteya Perwerdehiyê bimeşin. (12:00)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Meclisê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45)
* DFG wê rojnameger Necmettîn Salaz li ser gora wî ya Goristana Akkopruyê ya Wanê bi bîr bîne. (13.00)