Rojnamegeran li gel malbata Bagdû, li ser gora Rojnameger Kadrî Bagdû kom bûn û ew li ser gora wî bi bîr anîn.
Belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, dema di 14ê Cotmeha 2014an de dema li Taxa Ovayê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê rojname belav dikir, endamên DAIŞiyan ve hate kuştin. Komek rojnameger û malbata Bagdû, di 11emîn salvegera kuştina wî de li ser gora Kadrî Bagdû ya li Goristana Kuçukobayê kom bûn. Hevserokên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onal û Selman Çîçek, xebatkarên çapemeniyê, malbata Bagdû, endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAYDER) û gelek kes tev li bîranînê bûn.
Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DFGê Selman Çîçek diyar kir ku faîlên cînayeta Bagdû hêj nehatine girtin û got: “Rojnameger Hakan Tosun di 10ê Cotmehê de li Esenyurtê rastî êrişê hat, xwîn çû mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da. Heke cînayeta Bagdû bihata ronîkirin, îro dê Hakan nemiribûya. Îktîdar, di cînayetên li dijî rojnamegeran de bêdeng dimîne. Kujeran vedişêre. Divê neyê jibîrkirin ku heqîqet nayê veşartin. Rastî zû yan jî dereng derdikevin. Divê berpirsyar bên girtin. Heta ku kujer tên girtin jî em ê li pey heqîqetê bin.”
Hevjîna Kadrî Bagdû, Şemsê Bagdû jî spasiya her kesên ew bi tenê nehiştin kir û got: “Heta nefesa xwe ya dawî em ê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin. Têkoşîna Mûsa Anter û hevalên wî têkoşîna me ye.”
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sûphiye Bayav û Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Aydemîr jî anîn ziman ku xebatkarên Çapemeniya Azad ê li pey heqîqetê di hedefa îktîdarê de ne.
Di bîranînê de dua hatin kirin û herî dawî jî beşdaran çîçek danîn ser gora Kardî Bagdû.