Ji ber van polîtîkayên Abdûlhamîd, di sala 1878-80an de li Şemzînanê raperîna Şêx Ûbeydûllah Nehrî pêk hatibû. Ev raperîn jî di demek kurt de wekî raperînên din hatibû tasfiyekirin.
Di sala 1914an de şerê yekemîn ê cîhanê hatibû destpêkirin. Ev konjonktur ji bona bîrdoziya Îttîhat û Terrakî a tirkperest û îslamperest hawir afirandibû.
Di qirna 19emîn de, bi mudaxaleya pergala kapîtalîst a li Kurdistan û Rojhilata Navîn re dewleta osmaniyan heta sala 1923an ku komara Tirk ava bibe, guhertin û veguhertinên li gorî modernîteyê bê navber didomand. Li dijî statuyê Kurdan polîtîkayên nenaskirin, bê bandorkirin û tehcîrkirinê xistibûn dewrê û ev bi serkeftî berdewam dikirin.
Di sala 1876an de bi îlankirina Meşrûiyetê re Abdûlhamîdê II hatibû li ser desthilatdariyê û dengê bîrdoziya îslama siyasî bi vê demê re bilind bibû. Abdulhamîd, pêşxistina fikra îslama siyasî bi rê û rêbazên otorîter bi pêş xistibû. Bi hinceta şerê 1877-78an a bi Rûsyayê re meclîs girtibû û makeqanûn û hemû rêgezên hiqûqî rawestandibû. Nemaze tişta herî girîngtir Abdûlhamîd, gengeşiya di nava misilman û xirîstiyanan de ji bona desthilatdariya xwe bi rê û rêbazên polîtîk bi kar anîbû.
Ji ber van polîtîkayên Abdûlhamîd, di sala 1878-80an de li Şemzînanê raperîna Şêx Ûbeydûllah Nehrî pêk hatibû. Ev raperîn jî di demek kurt de wekî raperînên din hatibû tasfiyekirin. Abdûlhamîd ji bona ku li dijî êrîşên Rûsan, raperîn û serhildanên Ermeniyan û her wiha Kurdistanê di bin kontrola xwe de bigire Hêzên Hemîdiyeyê li gelek deverên Kurdistanê ava kiribû. Ev hêz tenê ji Kurdên Sunnî pêk dihatin û bi vî rengî bingeha peymana misilmanetiyê dihat avakirin.
Bi avakirina Hêzên Hemîdiyeyê re êrîş û zexta li dijî Ermenî û Suryaniyan zêdetir bibûn. Li hemû xûtbeyan li dijî gelê xirîstiyan banga êrîş û pevçûnê dihat kirin. Bi vî rengî bîrdoziya dewletê li ser misilmantî û îslama siyasî pêş diket. Osmaniyan hest û baweriya misilmanan ji bona êrîş û kuştina xirîstiyanan rêxistin dikir. Ji ber wê jî hem armanca gelê misilman hem jî armanca dewletê demildest paqijkirina xirîstiyanan bû.
Ji ber ku di qada sermayeya cîhanê de Ermenî û Suryanî xurt bûn, ev rewş hem dewleta osmaniyan hem jî gelê misilman ditirsand. Nemaze li herêma Çûkûrovayê ji sala 1860an ve ji aliyê Ermeniyan ve cotkariya pembûyî dihat kirin û ev pembû di qada kapîtalîzmê de dihat firotin. Osmaniyan pêwîstî pê didît ku pêşiya aboriya Ermeniyan bigire û li dijî vê rewşê gelê misilman provoke dikir. Ji ber van provokasyonên dewletê li Edeneyê di sala 1909an de 20 hezar Ermenî dê ji aliyê bîrdoziya îslama siyasî ve bihatan qetilkirin.
Di sala 1908an de ji aliyê rêxistina Îttîhat û Terrakiyê ve dê Meşrûiyeta II bihata îlan kirin û ev rêxistin dê pêşengtiya bîrdoziya tirk-îslamê bikiran. Ev rêxistin di sala 1889an de ji aliyê xwendekarên bi navê Jon-Turk ve hatibû avakirin û di 23ê Çileya 1913an de bi darbeyekê dê desthilatdarî bi dest bixistina. Bi hatina Îttîhat û Terrakiyê re polîtîkayên dewleyê yên li dijî Kurdan û nemaze Ermenî, Suryanî û Rûman dê hişktir biba. Li gorî wan pêwîst bû hemû xirîstiyanên li Anatolya û Mezopotamyayê bihatan qetilkirin û diviyabû dewlet ji wan bi temamî xelas bibûya.
Bi vî rengî bingeha komkujiya Ermeniyan a bi navê Karesata Mezin û komkujiya Suryaniyan a bi navê Seyfoyê dihat amadekirin. Li her derê welat banga boykotkirina dikan û malê Ermenî û Suryaniyan dihat kirin. Ji xirîstiyanan bi tu awayî danûstandin nedihat kirin. Li dijî sermayeya xirîstiyanan banga bûrjûvaziya millî dihat kirin.
Di sala 1914an de şerê yekemîn ê cîhanê hatibû destpêkirin. Ev konjonktur ji bona bîrdoziya Îttîhat û Terrakî a tirkperest û îslamperest hawir afirandibû. Bi biryara serfermandar Enwer û Talat osmanî li gel Elmanan ketibûn nava şer. Di vê serdemê de, Elman di sermayeya kapîtalîzmê de xurt bûn û ev rewş osmaniyan nêzikî wan dikir.
Du planên osmaniyan hebûn. Heke Elman li dijî Fransa, Ingilîstan û Rûsyayê di vî şerî serkeftî derketina dê osmaniyan qada împaratoriya xwe mezintir bikira û dê xwe wekî hêzek emperyal îlan bikira. Ya duyan jî heke Elman têk biçûna dê osmaniyan Anatoliya biparastina û dê Ermenî, Suryanî û Rûm di komkujiyê re derbas bikira. Lê planên osmaniyan negirtibû. Hem bi têkçûna Elmanan û hem jî têkçûna wan ya Qamuşan û Qenala Suweyşê re planên komkujiya Ermenî û Suryaniyan xistibûn meriyetê. Di 24 Nîsana 1915an şûn ve bi milyonan Ermenî û Suryanî ji ber polîtîkayên tirkperest û îslamperest hatibûn qetilkirin.
Bi van komkujiyan re bîrdoziya tirk û îslamê gihiştibû armanca xwe. Êdî dewletek tenê ya misilmanan hatibû avakirin. Her wiha sermayeya misilmanan, welatê misilmanan, civaka misilmanan û di encamê de peyman û hiqûqa misilmanan hatibû avakirin. Dê bidome…