Amed – Demsala biharê li navçeya Girê Sor ango Sêwregê bi kulîlkên sor xemla û xêla xwe nîşan dide. Kulîlkên sor ku li zeviyên beyar bi xwezayî şîn bûne, bi sedan donim zevî sor kirin e. Nav kulîlkan bûye cihê geştiyariya welatiyan û ev deryaya kulîlkan xwe raberî mirovan dike.
Me şeş meh zivistana dijwar û hişk li pey xwe hişt. Berf heliyan, hêdî hêdî baran disekine, kan û rûbar der bûn û axa Kurdistanê bi kulîlk bişkivîn û her der bi kulîlkên sor xemilî. Dema meriv van kulîlkên sor dibîne, yekser hevoka, “Kulîlkên welat sor bûn, bilbil bi gula şabûn…” tê bîra mirov. Navê van kulîlkan hin kes jê re dibêjin nîsanok, gulenîsan, anemon û gelek navên din jê re tên gotin. Tenê ne rengê van kulîlkan sor e, navê devera ku ev kulîlk lê bişkivîne jî Girê Sor e.
Heta çav dibînin her der sor e
Girê Sor ango Sêwreg navçeya Rihayê ye. Ev navçe di navbera Riha û Amedê de ye û navçeyek gelek mezin e û bi cih û warên xwe tê nasîn. Du sê kilometre nêzî navenda Sêwregê li ser rêya Amedê bi hezaran donim zeviyên beyar bi kulîlkên sor xemilî ne û rengîniya biharê xwe nîşanî mirovan dide. Bihar bi van kulîlkan xemla û xêla xwe nîşan dide. Heta ku çavê mirovan dibîne, her der rengê sor xuya dike. Deryaya kulîlkan, kevirên mezin ku di nav zeviyan de ne jî di nav xwe de winda dike.
Bi hezaran welatî diçin wêneyên xwe digirin
Piştî ku hêdî hêdî baran sekinî, erd hinekî ziwa bû ev zeviyên kulîlkan di rojên dawî de bişkivîn û ev der bûye cihê geştiyariyê. Her roj bi hezaran welatî tên serdana vir û di nav van kulîlkan de hem seyranê dikin û hem jî wêneyên xwe digirin. Gelek welatiyên ku rêwî ne jî wesayîtên xwe disekinînin û tên nav kulîlkan wêneyên xwe digirin û paşê diçin.
Wekî festîvala kulîlkan e
Her sal ev dever bi van kulîlkan sor dibe û rengîniya xwe dide derdorê. Zarokên ku bi dê û bavên xwe re tên nav zeviyên kulîlkan, baq û gurzên kulîlkan ji xwe re berhev dikin. Ev zeviyên kulîlkan dibe wek festîvala kulîlkan. Ev kulîlk dîmenên balkêş û ezamet bi xwe re derdixe holê, xweşikî û bedewiya biharê nîşan dide. Lê belê temenê van kulîlkan kurt e, herî zêde 15-20 roj li ber xwe didin û paşê kulîlk dixeritin.
Xemsarî ahengiya kulîlkan xera dike
Li aliyekî ev zevî bûne wek deryaya kulîlkên û her der sor dike, li aliyekî jî hin cotkarên gundên derdorê bi traktoran di ser van kulîlkan de diçin û tên. Traktor û amûrên din aheng û rengîniya kulîlkan xera dikin. Welatiyek ku traktora xwe di nav kulîlkan de diajot ket ber kadraja me. Ev jî xemsariya li hemberî vê xwezaya xweşik a bêhempa nîşan dide. Diviyabû ev dever û cihên bi vî rengî ji bo geştiyariya welatiyan ji amûrên cotkariyê û amûrên din were parastin lê xemsarî heye.
Ruxmê talanê jî xweza li ber xwe dide
Axa Kurdistanê ji bo her cure kulîlk û giyayan dewlemend e û hema bêje her tişt lê şîn dibe. Tevî ku ev ax zêr û zîv e jî lê di hedefa şîrketan de ye û ji bo madenê, jeotermalan, bendavan û gelek tiştên din tê talankirin. Li şûna ku ev xwezaya rengîn û wek biheştê bê parastin roj tune ku ji bo wê biryarek xerab nayê girtin.









































