Gerînendetiya Xizmetên Paqijiyê ya Şaredariya Rêya Armûşê di çarçoveya xebata “seferberiya paqijiyê” de 550 konteynerên bermahiyan yên nû, li taxan belav kir.
Dema qeyimê li Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê hatibû tayînkirin, Midûriyeta Polîsan bi hinceta ku konteynirên çopê di xwepêşandanan de tên bikaranîn 800 konteynêr desteser kiribûn. Şaredariya Rêya Armûşê di heman salê de 244 konteynir li taxan belav kiribûn. Ji wê demê heta niha li hin taxên Rêya Armûşê konteynirên bermahiyan tunebûn. Gerînendetiya Xizmetên Paqijiyê ya Şaredariya Rêya Armûşê di çarçoveya xebata “serferberiya paqijiyê” de li taxên ku konteyner lê hatine komkirin 550 konteynirên bermahiyan yên nû belav kir.















