Enqere – Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû li ser mejiyê wî û 5 roj in li beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê tê derman kirin a xeternak didome. Hevalên wî yên rojnameger Abdurrahman Gok û Sedat Yılmaz serdana Huseyîn Aykol kirin.
Rojnamevan û nivîskar Hüseyin Aykol ku di 14ê Cotmehê de xwîn çûbû li ser mejiyê wî, 5 roj in li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sîncanê tê dermankirin. Bijîşkên Huseyîn Aykol duh ragihandibûn ku xwîn bi temamî hatiyê sekinandin. Rewşa Huseyîn Aykol îro jî stabîl e. Heta niha bijîşkan derbarê rewşê de agahî nedane.
Her wiha hevjîna Huseyîn Aykol Nuray Çevîrmen û hevalên wî yên rojnameger jî li ber nexweşxaneyê ne. Ji bo Huseyîn Aykol ji roja ewil ve serdanên nexweşxaneyê didomin. Îro jî hevalên Huseyîn Aykol ên rojnameger Abdurrahman Gok û Sedat Yılmaz û aktîvîsta TJAyê Sebahat Tûncel hatin serdana wî. Her wiha serdana endam û nûnerên partiyên siyasî jî didome.