• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo Endama YJA-Starê Yildiz Yilmaz mewlûd dan

    Ji bo Endama YJA-Starê Yildiz Yilmaz mewlûd dan

    Girtî Saît Yildirim tenê ji bo 2 saetan anîn şîna birayê wî

    Girtî Saît Yildirim tenê ji bo 2 saetan anîn şîna birayê wî

    Konferansa Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de didome

    Konferansa Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de didome

    16 sal berê ji bo aştiyê hatibûn lê…

    16 sal berê ji bo aştiyê hatibûn lê…

    Girtiyê nexweş Îvrendî dubare ceza dikin

    Girtiyê nexweş Îvrendî dubare ceza dikin

    Nahît Eren: Amedspor gula Kurdistanê ye, em xwedî lê derkevin

    Nahît Eren: Amedspor gula Kurdistanê ye, em xwedî lê derkevin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji bo Endama YJA-Starê Yildiz Yilmaz mewlûd dan

    Ji bo Endama YJA-Starê Yildiz Yilmaz mewlûd dan

    Girtî Saît Yildirim tenê ji bo 2 saetan anîn şîna birayê wî

    Girtî Saît Yildirim tenê ji bo 2 saetan anîn şîna birayê wî

    Konferansa Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de didome

    Konferansa Dayikên Aştiyê di roja duyemîn de didome

    16 sal berê ji bo aştiyê hatibûn lê…

    16 sal berê ji bo aştiyê hatibûn lê…

    Girtiyê nexweş Îvrendî dubare ceza dikin

    Girtiyê nexweş Îvrendî dubare ceza dikin

    Nahît Eren: Amedspor gula Kurdistanê ye, em xwedî lê derkevin

    Nahît Eren: Amedspor gula Kurdistanê ye, em xwedî lê derkevin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

16 sal berê ji bo aştiyê hatibûn lê…

Navenda Nûçeyan / AW

19 COTMEH 2025 - 10:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 16 sal berê ji Îmraliyê ji bo aştiyek mayinde û çareseriya demoratîk bang PKKê kiribû. Li ser bangê 34 kes ji Qandîl û Mexlûrê di 19ê Cotmeha 2009an de derbasî Tirkiyeyê bûn. Lê endamên komê hatin cezakirin û bi salan di girtîgehan de man. 16 sal barîn lê hê jî di aliyê siyasî û hiqûqî de gav nehatiye avêtin.

Liser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9ê Cotmehê, 8 ji Qandîlê û 26 kes ji Mexmûrê bi giştî 34 endamêne Koma Aştiyê hatin, di 19ê Cotmeha 2009an de di deriyê Xabûrê re derbasî bakurê Kurdistanê bûn. Koma aştiyê li ser sînorê Xabûrê ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin. Wê demê Hevserokên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Ahmet Turk û Emine Ayna, Parlamenterê Şirnexê Hasip Kaplan, Sevahir Bayindir, Parlamenterê Mûşê Sirri Sakık û Parlamentera Êlihê Ayla Akat jî ç^nu ser sînor û kom pêşwazî kirin. Wê demê Serokwezîrê demê Recep Tayyip Erdogan gotibû “Şovê dikin” û bertekên xwe anîbûn ziman.

Hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê

Ji bo aştiyek mayinde û çareseriya pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1993an heta niha her tim ji bo aştiyek demokratîk û mayinde bang li rayedarên dewletê dike. Ji 1993an heta niha 9 caran agirbest îlan kiriye û xwestiye aştiyê pêş bixe. Ji bo rê li pêş aştiyê veke di vê pêvajoyê de 3 komên aştiyê şandin Tirkiyeyê. Gavên şênber avêt. Herî dawî di 27ê Sibatê de bang li PKKê kir û xwest xwe fesix bike û çekan dîne. Di 1ê Adarê de PKKê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirbest îlan kir û di 11ê Tîrmehê de bi merasimekê li Silêmaniyê çek şewitandin.

Dadgehê endamên koma aştiyê ceza kir

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 16 sal berê li bang li PKKê û Mexmûrê kiribûû ji bo baweriyê xurt bikin komên aştiyê ji Qandîl û Mexmûrê bîşînin. Li ser vê yekê koma ku ji 34 kesan pêk dihat ji Qandîl û Mexmûrê di 19ê Cotmeha 2009an de şandin Tirkiyeyê. Beriya wê jî Komên aştiyê ji Qendîl û Ewropa hatibûn Tirkiyeyê. Lê dîsa endamên koma aştiyê hatibûn girtin. Ewil ji bo çareseriya demoratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd piştî Ocalan dîl hat girtin li Îmraliyê bang kir. Li ser banga Ocalan Koma Aştiyê di 1ê Cotmeha 1999an de ji Qandîlê û koma duyemîn jî di 29ê Cotmeha 1999an de ji Ewropayê hatibûn Tirkiyeyê. Koma dawî ya “Koma Çareseriya Aştî û Demokratîk ku 4 jê zarok ji 34 kesan pêk dihat, di 19ê Cotmeha 2009an de ji Mexmûr û Qandîlê di deriyê Xabûrê re hatin Tirkiye. Koma aştiyê ji aliyê sed hazaran ve hatin pêşwazîkirin. Piştî komên aştiyê hatin Tirkiyeyê hatin girtin û bi salan girtî man. Di girtîgehê de 2 endamên koma aştiyê jiyana xwe ji dest dan.
Koma Ewil di 1ê Cotmeha 1999an de ji koma ewil Alî Sapan, Seydi Firat, Mehmet Şirin Tunç, Îsmet Baycan, Sohbet Şen, Yuksel Genç, Yaşar Temur û Gulten Uçar bi navê “Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya Yekemîn” hatin Tirkiyeyê. Koma aştiyê li ser sînorê Tirkiyeyê tev hatin girtin. Endamê komê Îsmet Baycan, di 24ê Gulana 2003an de li Girtîgeha Mûşê jiyana xwe ji dest da. Koma Duyemîn disa li ser banga Ocalan di 29ê Cotmeha 1999an de ji Ewropa hatin Tirkiyeyê. Di vê komê de jî Haydar Ergul, Ali Şukran Aktaş, Aygul Bidav, Îmam Canpolat, Yusuf Kiyak, Aysel Dogan, Haci Çelik û Dilek Kurt cih girtin. Dadgehê li hemû endamên komê di navbera 7 û 15 salan de ceza birî.

Piştî 10 salan komek din hat

Piştî 10 sal şûnde Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîsa ji bo aştiyek mayinde bang li Qandîl û Mexmûrê kir. Li ser vê bangê PKKê ji Qandîl û Mexmûrê koma ku ji 34 kesan pêk tê şandin. Endamên komê piştî hatin Tirkiyeyê dîsa li wan doz hate vekirin, hatin girtin û cezakirin.
Koma Aştiyê li deriyê Xabûrê ji aliyê sed hezaran ve bi girseyek pir mezin hatin pêşwazîkirin. Kom li Sîlopî, Cizîr, Nisêbên û Amedê bi girseyî û coşeke pir mezin hatin pêşwazîkirin. Lê dozgerê Komarê yê Amedê der barê 30 endamên komê de di 6ê Nîsana 2010an de îdeaname amade kir û bi giştî 490 sal ceza ji wan xwest. Di danişîna ewil a komê de 17 kes hatin darizandin. Di danişîna ewil a 17ê Hezîrana 2010an de endamên komê Ayşe Kara, Abdullah Yaman, Caziye Kabul, Zehra Tunç, Sosin Yaman, Lutfu Taş, Elîf Uludag, Mustafa Ayhan, Nurettin Turgut û Huseyin Îpek hatin girtin. Berdevkê Komê Mehmet Şerif Gençdal jî piştre tahliye bû. 17 endamên komê piştre biryar dan ku vegerin Mexmûr û Qandîlê. Endamên komê Mustafa Ayhan, Huseyin Îpek, Nurettin Turgut, Elif Uludag û Lutfu Taş girtî man û Lutfî Taş li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Lutfu Taş, 4 sal şûnde li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 31ê Kanûna 2014an de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Ji 1993yan û heta niha têkoşina aştiyê

Serokomarê demê Suleyman Demîrelî ji bo şerê di sala 1984an de dest pê kir, gotibû, “Serhildana 29an a Kurdan”. Gelo wê ev “Serhildana 29an” bi aştiyeke çawa bi encam bibe û wê kengî bi encam bibe?
Vê pêvajoya şer di 15ê Tebaxa 1984an de dest pê kir. PKKê wê rojê li Dihê ya Sêrtê û Şemzînana Colemêrgê bi ser baregehên leşkeri de girtibû û ji wê roje heta niha, dewam kir. Di van 40 salan de digel şer û pevçûnan, gelek caran agirbest hatine ragihandin, hevdîtin bi reng û şêwazên cuda di navbera aliyan de pêk hatine û herî dawî li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê PKKê agirbest îlan kir û di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê bi merasimekê çek şewitand.

Ozal: Karê du sê pêxwasan e

PKK çalakiyên 15ê Tebaxê weke “Guleya yekem” bi nav dike. Serokwezîrê demê Tûrgût Ozalî ji bo liv û tevgera PKKê ya wê demê gotibû, “Karê du sê pêxwasan e.” Lê piştî ku liv û tevgera PKKê zêdetir bû û mijar di rojevê de demeke dirêj ma, dewleta Komara Tirkiyeyê fam kir ku “pirsgirêk” ne wekî wan e. Ji bo vê jî liv û tevger û helwesteke nû a polîtîk diyar kir.
Ev polîtîka di dawiya salên 1980yî û destpêka salên 1990î de kete meriyetê. Ji ber vê polîtîkayê, dewlet piştî demekê “ji rêya asayî derket û kete ya ne asayî”. Vê pêvajoyê weke pêvajoya “Kontrgerilla” an jî “Şerê asta wê nizm” penase dikin. Armanc bi vê polîtîkayê ew bû ku gerîlayên PKKyê ji “gelê herêmê” qut bikin. Di salên 1990î de ji ber şerê dijwar bi hezaran mirov ji aliyê JÎTEM û Hîzbî-kontra ve hatin revandin û windakirin.

Di vê pêvajoyê de gund hatin şewitandin, mirov neçarî koçberiyê kirin, daristan bi sedema operasyonên leşkerî hatin şewitandin, mirov bi darê zorê hatin windakirin, saziya bi navê JITEMê ya “dijyasayî” mirov bê daraz kuştin, mirov avêtin bîrên asîtê, bikaranîna mafên ziman hatin astengkirin, PKKyiyên di şer de jiyana xwe ji dest dan, îşkence li laşên wan kirin, gelek mirov bi hev re hatin binçavkirin û demeke dirêj di bin çavan de man û îşkence li wan kirin. Ofîsên rojnameyê bombe kirin, rojnameger û belavkarên rojnameyan kuştin, bajarên mîna Licê û Şirnaxê bi rojan hatin dorpêçkirin, parlamenterên DEPê ji Meclîsê derxistin û binçav kirin. Partiyên siyasî girtin, parlamenter kuştin.
Di sala 1989an de pîsî bi gundiyên pîsî dan xwarin, di sala 1992yan de li Cizîrê gule reşandin ser gel, li gorî daneyên fermî 57, li gorî daneyên ne fermî bi sedan mirov kuştin. Di 19ê Tebaxa 1992yan de bi îdiaya ku “PKKyê bi ser Şirnexê de girtiye” navenda bajêr bi hefteyan hate dorpêçkirin. Ev çendîn bûyerên ku di wan salan de pêk hatine.

Gelek caran agirbest ragihandin

Di 20ê Adara 1993yan de Rêberê PKKê agirbesta yek alî ragihand. Bi vê gavê re nîşan da ku “Serhildana Kurdan a 29an” û “Pirsgirêka Kurdan” dibe bi rêyên aştiyane çareser bibin.
Di 15ê Nîsana 1993yan de PKKê ragihand ku wan dema agirbestê du mehên din dirêj kiriye. Lê piştî wê bi du rojan, di 17ê Nîsanê de Serokomar Tûrgût Ozal mir. Mirina Ozalî, bû gava yekem ku pêvajo bidawî bibe.
Di meha Gulanê de jî PKKiyan 33 leşker revandin. Bi vê bûyerê re, pêvajoya lêgerîna çareseriyê bi dawî bû.
li Dîgora Qersê di 14ê Tebaxa 1993yan de gelî meşek li dar xist. Gule bera ser sivîlan dan û zarok, ciwan û kal û pîr jî di nav de 17 kes hatin kuştin. Rojnameger û nivîskar Mûsa Anter di 20ê Îlona 1992yan de li Amedê hate kuştin. Di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yan de Fermandarê Cendermeyan ê Herêmê Bahtiyar Aydin li Licêya Amedê hate kuştin. Piştî wê navçe dorpêç kirin û 16 kes hatin kuştin. Di 3yê Kanûna Pêşiyê ya 1994yan de sê biroyên rojnameya Ozgur Ulkeyê li Stenbol û Enqereyê hatin bombekirin.
Di nava şer û pevçûnê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanî roja 15ê Kanûna Pêşiyê ya 1995an û 1ê Îlona 1999an de du caran agirbest ragihand.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanî di 21ê Adara 2013an de nameyek ji bernameya Newrozê ya Amedê re şand û di nameyê de got ku “şerê di navbera Tirkiye û PKKyê de bi dawî bû.” Gerîlayên PKKyê, bi banga Ocalanî dest pê kirin û derketin ji derveyî Tirkiyeyê. Li Parlamentoyê “Komîsyona Çareseriyê” hate sazkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn, Partiya Herêmên Demokratîk (DTP) bi yekdengî girt. Mafê parlamenteriyê yê Ahmet Turk û Aysel Tûglûkê betal kir. Di navê “Operasyonên KCKyê” gelek siyasetmedar, şaredar, rojnameger û nûnerên civaka sivîl hatin binçavkirin û girtin.
Di 28ê Kanûna Pêşiyê ya 2011an de balafirên şer ên Tirk 19 jê zarok bi giştî 34 welatî kuştin.
Di 25ê Tîrmeha 2015an de li Serê Kaniyê ya Rihayê du polîs li mala xwe hatin kuştin. Hikûmeta AKPê, ev bûyer weke hinceta bidawîbûna “Pêvajoya çareseriyê” nîşan da.

Niha dîsa piştî agirbestê PKKê di 5-7ê Gulanê de 12emîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de biryar da ku xwe fesix bike û şerê çekdarî bi dawî bike. Piştî kongreyê dîsa li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komeke endamên PKKê di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê bi merasimeke bi heybet li pêş çavê cîhanê çek şewitandin. Lê li gel ku endamên PKKê çek şewitandin jî hîn rêya hiqûqî û siyasî li pêş endamên PKKê nehatiye vekirin. Hîn ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di aliyê hiqûqî, siyasî û zagonî de gavên şênber nehatine avêtin.

Etîket: 19ê Cotmehê34Abdullah OcalanagirbestKoma Aştiyê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Abya Yalayê fikrên Abdullah Ocalan dan naskirin

Li Abya Yalayê fikrên Abdullah Ocalan dan naskirin

19 COTMEH 2025
AKPiyan axaftina jinan qût kir

‘Divê hemû beşên civakê bikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin’

15 COTMEH 2025
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Provokator nikarin îradeya aştiyê qirêjî bikin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Provokator nikarin îradeya aştiyê qirêjî bikin

15 COTMEH 2025
Hezar û 800 jinan ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

Hezar û 800 jinan ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

14 COTMEH 2025
Avûkatê Buroyê Hiqûqî yê Seserrî şîyê Îmrali

Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir

13 COTMEH 2025
Welatiyên Êlihê: Em ji bo azadiya Rêberê xwe li vir in

Welatiyên Êlihê: Em ji bo azadiya Rêberê xwe li vir in

13 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (335)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne