• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Weşanên Kurdî nas bikin, pirtûkên Kurdî bistînin û bixwînin’

Amed / AW

21 COTMEH 2025 - 12:48
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – 9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê berdewam dike. Xwîneran xwestin ku her Kurdek biçe fûarê weşanên Kurdî nas bikin û pirtûkên Kurdî bistînin û bixwînin.

9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku bi hevkarîya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê , DTSO, TUYAP Fûarcilik û YEW-KURDê (Yekîtiya Weşangerên Kurd) di 18ê Cotmehê de li Navenda Fuarê ya Mezopotamyayê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê dest pê kir, di roja çaremîn de berdewam dike. Xwînerên ku tev li pêşengeha pirtûkan bûn, têkildarî pêşengehê û girîngiya xwendina Kurdî ji ajansa me re axivîn.

‘Bila her Kurdek wêşanên Kurdî nas bike û Kurdî bixwîne’

Xwînera bi navê Solîn Peyman ji ber lidarxistina pêşengeha pirtûkan kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Ji bo me xwînerên Kurdî keyfxweşiyeke mezine ku dema li pêşengeha pirtûkan li ser standan weşanên Kurdî dibînim. Hewce ye ku di fûaran de ev stand û xebatên Kurdî hebin. Ez dixwazim her Kurdek were fûarê û weşanên Kurdî nas bike, bixwîne bi nivîskar û helbestvanan re sohbet bike. Derheqê zimanê Kurdî de pêşniyar û pirtûkan bigirin.”

‘Zimanê Kurdî gihiştiye qonaxeke baş’

Xwînerê bi navê Dilbirîn Dilo jî li ser weşanxaneyên Kurdî û pêşketina pirtûkên Kurdî axivî û wiha got: “Nêzî 30 weşanxaneyên Kurdî li fuarê cih digirin, ev jî bo me cihê keyfxweşiyêye. Lê em hê jî negihîştine wê astê ku zimanê Kurdî li bajarên Kurdistanê bibe zimanê sereke. Em di hêla zimanê Kurdî de gihiştine qonaxeke baş le hêj jî kêmasî hene.”

‘Ez ji bo pirtûkên Kurdî hatim fûarê’

Xwîner Şêxmûs Ozpolat jî derbarê eleqeya ciwanan a kêm de nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Ez jî îro ji bo pirtûkên Kurdî hatim fuarê. Tevlibûn li gorî her du rojên destpêke îro kêm e û ez bawerim ber bi êvarî ve wê geştir bibe. Daxwaza min jî ew e ku geştir bibe. Weşangehên me ji hêla aboriyê ve tengasî dikişînin, hêvî dikim xwîner zêde bibin ku pirtûkên nû werin çap kirin. Lê mixabin pirtûken Tirkî balê dikişînin û kirîn û firotina wan zêdetir çêdibe. Bawer dikim pirtûkên Kurdî jî bi vî awayî werin firotin dê ji hêla aboriyê ve rewşa wan baştir bibe. Min dît ku bala ciwanan ne li ser pirtûkên Kurdî ye û bi rastî tevlibûna ciwanan ewqas zêde nîne îro.”

‘Bila zarok pêşî fêrî Kurdî bibin’

Xwîner û dayîk Berfîn Yerger jî bi lêv kir ku ji bo keça xwe ya 3 salî hatiye pêşengeha pirtûkan û wiha got: “Ez îro bi taybetî jî ji bo pirtûkên Kurdî hatim fûarê. Keça min di 3 saliya xwe de fêrî çi bibe ew jê re baş e. Bila di zarokatî de fêr bibe ku fikrên wê jî baş bibin. Dikare biçe dibistanê hînî Tirkî bibe lê bila pêşî fêrî Kurdî bibe.”

Etîket: 9emîn Pêşengeha Pirtûkan a AmedêbistîninKurdî bixwîninPirtûkên KurdîWeşangerên KurdXwîner
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

11 HEZÎRAN 2026
Pirtûka bi navê ‘Çîrûskên Kobanê’ der çû

Pirtûka bi navê ‘Çîrûskên Kobanê’ der çû

1 HEZÎRAN 2026
Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

25 GULAN 2026
Li Wanê piştgiriya ji bo ‘Pirtûkên Kurdî’ didome

Li Wanê piştgiriya ji bo ‘Pirtûkên Kurdî’ didome

23 GULAN 2026
Piştgiriya ji bo ‘Rojên Pirtûkan’ dest pê kir

Piştgiriya ji bo ‘Rojên Pirtûkan’ dest pê kir

22 GULAN 2026
Rênas Jiyan li Êlihê bi xwînerên xwe re hat gel hev

Rênas Jiyan li Êlihê bi xwînerên xwe re hat gel hev

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Otomatik taslak

    Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Fermandarê YBŞê Emîn Kartal hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (529)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne