* Endama Kampanyaya Na ji bo Darvekirinê Surya Mahmoudî Tebar, diyar kir ku Rejîma Îranê di 9 mehên borî de nêzîkî hezar û 400 mirov bidarve kirine û got: “Dê dawiya rejîmê jî mirin be. Ji ber ku her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê.”
* Nivîskar Şevger Çolo di Pêşengeha Pirtûkan a Amedê de bi cil û bergên xwe û bilûra xwe bala pêşengehê dikişîne ser xwe. Şevger Çolo anî ziman ku ji bo wî çand, xwendin û nivîsandina Kurdî pirr girîng e.
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî 9 salan Konservatûara Aram Tîgran ku di serdema qeyûman de hatibû girtin, careke din vedike. Xebatkarê Konservatûarê Ferhat Ertaş diyar kir ku wan ji bo 6 beşan serlêdan vekirin e û got: “Xwedîderketina li Konservatuara Aram Tîgranê xwedîderketina li nasnameya Kurdî ye.”
* Belgefîlma “Li Kurdistanê Şev û Mij” ya ku Şîlan Sadî derhêneriya wê dike, di Festîvala Navneteweyî ya Female Eye ya li Torontoyê de, hêjayî xelata Best Feature Documentary hat dîtin.
* Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 9emîn dê di roja pêncemîn de berdewam bike. (12.0-19.00)
Kirmanckî
* Kaybazê Tîyatroyî Alîşan Onlu ke 30 serrî yo ke tîyatro reyde eleqedar beno, behsê prosesê xo yê kaybazîya tîyatroyî keno û muhîmîya bi kirmanckî kaykerdişê tîyatroyî ser o zî wina vano: “Wazena bi kirmanckî kay bikerî. 2016î de dewlete komelê ma girewtê û nêverda ma zonê xo kirmanckî de kay bikerîme. Ma dest de çi bi, ma ra girewt.”