• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Rojnameger Huseyîn Aykol reyna girewt emelîyat

    Rewşa xeternak a rojnameger Huseyîn Aykol didome

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Rojnameger Huseyîn Aykol reyna girewt emelîyat

    Rewşa xeternak a rojnameger Huseyîn Aykol didome

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

Mehmet Alî Ertaş / AW

22 COTMEH 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Endama Kampanyaya Na ji bo Darvekirinê Surya Mahmoudî Tebar, diyar kir ku Rejîma Îranê di 9 mehên borî de nêzîkî Hezar û 400 mirov darve kirine û got: “Dê dawiya rejîmê jî mirin be. Ji ber ku her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê.”

Rejîma Îranê di 9 mehên borî de 29 jê jin bi giştî hezar û 400 mirov darve kirin. Di 3 salên dawî de 2 hezar û 910 mirov darve kirin. Tenê di hefteya borî de 59 mirov darve kirin. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê jî rejîma Îranê di Îlonê de, li rojhilatê Kurdistanê 47 kes bi dar ve kirin. Li gorî daneyên ku Mehmud Emîrî kom kirine, ji 26ê îlona 2022yan ve 2 hezar û 910 kes li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Ji vana 83 jin, 37 girtiyên siyasî ne û 14 kes jî xwepêşander bûne. Li gorî daneyan 4 ji wan zarok in.

Di Tebaxê de 197 mirov darve kirin

Li gorî daneyên mafên mirovan rejîma Îranê, meha tebaxê 197 kes bi dar vekirin. Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’ diyar kir ku meha tebaxê 197 kes li rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Kampanya “Pêngava Sêşema Na ji bo Darvekirinê” di hefteya 91ê de daxuyanî da û diyar kir ku Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hezar û 78 mirov darve kirin. Kampanyayê da zanîn ku tenê di hefteya borî de 59 kes hatine darvekirin û 2 jin û 2 jî zarok in.

Îranê di 9 mehan de 29 jin darve kir

Endamê Kampanyaya Na ji bo Darvekirinê Surya Mahmoudî Taber anî ziman ku Rejîma Îranê di 9 mehên borî de nêzîkî hezar û 400 kes bidarve kirine.

Surya Mahmoudi Tebar, pirsên Ajansa Welat (AW) bersivandin. Surya Mahmoudî Taber da zan^n ku Rejîma Îranê ji şoreşa jinan ve cezayê darvekirinê zêde kirîye û wiha got: “Tenê di 9 mehên borî de, rejîma Îranê 29 jin di zindanan de darve kirin. Cezayê darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî mînakeke eşkere ya tirsa rejîmê ye. Bi darvekirinê dixwaze peyamekê ji jinan û civakê re bişîne.”

Lê tevî hemû darvekirinan şoreşa jin, jiyan, azadiyê berdewam kir û li cîhanê belav bû. Surya Mahmoudî Taber da zanîn ku berovajî vê, darvekirin dê bibe agirê ku di dilê her mrovekî azadîxwaz de geş dibe û hêza Komara Îslamî ya Îranê bişewitîne.

‘Rejîm li dijî çalakiyan darvekirinê zêde dike’

Surya Mahmoudi Tebar, anî ziman ku Rejîma Îranê di destpêka desthilatdariya xwe de cezayê darvekirinê kiriye yek ji polîtîkayên xwe û wiha axivî: “Lê her gava ku rejîm hîs dike ku dengekî nerazîbûnê an bûyerek heye, cezayê darvekirinê zêde kiriye. Mînak, ji Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê û vir ve, rejîma Îranê cezayê darvekirinê pir zêde kiriye. Li gorî amarên piştî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, rêjeya darvekirinê li Îranê ji her welatekî din ê cîhanê zêdetir bû. Lê mixabin hejmareke rast tune ye. Ne tenê li hundir, di heman demê de rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî amarên rast nagirin. Li gorî amarên ku ji min re hene, di 2022an de, piştî Şoreşa Jin Jiyan Azadî, hejmara darvekirinan du qat zêde bûn. Ji ber vê yekê di wê salê de zêdetirî 600 kes hatine darvekirin. Di sala 2023an de, ev hejmar bilindtir bû. 860 kes hatine darvekirin. Di sala 2024an de, ev hejmar gihîştiye nêzîkî 1 hezarî. Nêzîkî 1 hezar û 400 kes di 9 mehên borî de hatine darvekirin. Ev hemû nîşan dide ku piştî Şoreşa Jinan a Jin Jiyan Azadî rejîma Îranê cezayê darvekirinê zêde kiriye. Hejmar her roj zêde dibin. Li hejmareke mezin a girtiyan cezayê darvekirinê hatiye birîn. Gelek ji wan di her kêliyê de dikarin bêne darvekirin.”

‘Ji tirsan mirovan darve dike’

Surya Mahmoudî Taber bal kişand ser tirsa Rejîma Îranê û wiha berdewam kir: “Ev îstatîstîk ji me re dibêjin ku, tirsa rejîma Îranê ya herî mezin ew e ku welatî her dem derkevin kolanan û mafên xwe bixwazin e. Ew dizane ku hîn şoreşa Jin Jiyan Azadî bi dawî nebûye. Piştî şerê di navbera Îsraîl û Komara Îslamî ya Îranê de, ev tirs ji aliyê rejîma Îranê ve zêde bû. Rejîma Îranê cezayê darvekirinê bikar tîne da ku civakê tepeser bike. Ev ramana rejîma Îranê ye. Lê ew nizane ku li dijî şoreşa Jin Jiyan Azadî, nikare bibe asteng. Ger ew li van çiyayan gundiyekî bikuje, mirina wî gundîyî, dê bibe agir di dilê gelê Kurd de bibe pêta serhildanê.”

‘Rejîn nikare bi kuştinê desthilatiya xwe biparêze’

Surya Mehmûdî Tabar, diyar kir ku Rejîma Îslamî ya Îranê nikare bi kuştin û darvekirinê di desthilatdariyê de bimîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di dîrokê de qet hêzek tunebûye ku bi kuştina welatiyan li ser piyan bimîne. Li dijî vê yekê li cihê ku zilm hatiye kirin, civak hatiye tepisandin, lê rejîm bi ser neketiye. Rejîma Îranê, rejîmek dîktator û kujer e. Bawer dike ku dê bi sûcên xwe li desthilatdariyê bimîne. Lê ev ji bo wan xewn e. Rejîm nikare bi kuştin, darvekirin, girtin û îşkenceyê di desthilatdariyê de bimîne.”

‘Her darvekirin dibe agir’

Surya Mehmûdî Tabar li ser rêjeya kesên têne darvekirin jî agahî dan û got: “Eger em hejmara komên etnîkî yên li Îranê hatine darvekirin bidin; Kurd di rêza yekem de ne. Li dû wan Belûç û komên din ên etnîkî yên wekî tirk di rêza sêyemîn de ne. Berevajî welatên ku hatine darvekirin, hejmara jinên ku hatine darvekirin di sala 2025an de bi girîngî zêde bûne. Tenê di 9 mehên borî de 29 jin hatine darvekirin. Pirs ev e, armanca darvekirina jinan çi ye? Armanc tirsandina jinan e. Cezayê darvekirinê li ser Pakhşan Ezîzî, Warîşa Moradî û Şerîfe Mihemedî peyamek bû ku heke jin bêdeng nemînin û dev ji mafên xwe bernedin, ew ê bi cezayê darvekirinê re rû bi rû bimînin. Her çend ev peyama Komara Îslamî ya Îranê be jî; di dawiyê de ew ê bi mirina xwe bi dawî bibe. Ev peyama dawîn a Komara Îslamî ya Îranê ye. Ji ber ku her mirin û darvekirin dibe agir di dilê hemî jinan û şervanên azadiyê de.”

Ji Soranî wergerî Kurmancî: Ferman Muhammed

 

Etîket: darvekirinÎranKampanyaya Na ji bo DarvekirinêRejîma Îranê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Zêdetirî 520 kesayetan bang li Îranê kirin: Cezayên darvekirinê rawestînin

Zêdetirî 520 kesayetan bang li Îranê kirin: Cezayên darvekirinê rawestînin

21 COTMEH 2025
Saman Mihemedî ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin

Saman Mihemedî ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin

5 COTMEH 2025
Rejîma Îranê girtî Mêhran Behramyan bi dar ve kir

Rejîma Îranê girtî Mêhran Behramyan bi dar ve kir

6 ÎLON 2025
NYyê ji bo doza Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand

NYyê ji bo doza Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand

31 TEBAX 2025
Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

Girtiyên jin di şert û mercên giran de dijîn

24 TEBAX 2025
Rejîma Îranê dixwaze sê girtiyên siyasî darve bike

Rejîma Îranê dixwaze sê girtiyên siyasî darve bike

24 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (375)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne