Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê sala perwerdehiyê û hîndekariyê ya nû dest pê kir. Qlûb û komên zanîngehê rojên danasînê li dar dixin.
Li zanîngehên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dewra perwerdehiyê û hîndekariyê ya sala nû dest pê kir. Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê jî bi navê “Rojên Danasînê” li zanîngehê stand vekirin. Her kom û qlûbên zaningehê tev li van rojan dibin û agahiyên kom û qlûbên xwe parve dikin. Rojên danasînê duh dest pê kir û di roja duyemîn de bi tevlibûna gelek xwendekaran berdewam dike.

Kom û qlûbên Kurdî jî tev li rojên danasînê bûn e. Koma Komeleya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Pirzmanî û Pirçandî ya Zanîngeha Dîcleyê (DUKET), Koma Xebatgeha Hunerên Dikê ya Dîcleyê (DÎSSA) jî standên xwe vekirine û bi cil û bergên xwe yên Kurdî xwendekaran pêşwaz dikin. Rojên Danasînê dê heta roja 25ê Cotmehê berdewam bike.














