* Derûnnas Fîgan Kepenekê bal kişand ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û da zanîn ku di asta civakî de, perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji bingehên herî berbiçav ên aştiyê ne û got: “Aştiya mayînde û hemwelatîbûna wekhev bêyî naskirina mafên ziman ne mimkûn e, yek ji gavên herî girîng di civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ya heyî de ye.”
* Nivîskar Mizgîn Ronak a ku 30 sal di zindanê de ma û sê sal berê hat berdan diyar kir ku di vê pêjoya hatiye destpêkirin de dewlet samîmî tevnagere û got ku tevî di ser pêvajoyê re salek derbas bûye jî hê dewletê tu gavên şênber neavêtiye.
* Di salên 90î de li Kurdistanê bi hezaran gund ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin û valakirin û bi hezaran kes ji neçarî berê xwe dan metropolên Tirkiyeyê. Welatiyên ku li Colemêrgê gundê wan hatine şewitandin jî li taxeke Enqereyê kom bûne û ev tax bûye taxeke Kurdan. Şêniyên taxê diyar kirin ku wan bêriya welatê xwe kiriye.
* Her çiqas Waliyê Şirnex bibêje ‘ez destûrê nadim birîna daristanan û ez ê li dijî vê yekê têkoşîn bidim jî di bin kontrola leşkeran de cerdevan li Çiyayê Gabarê talanê dikin.
* Endamên Koma Komeleya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê (DUKET) diyar kirin ku ji bo zimanê Kurdî winda nebe ew xebatan dimeşînin û gotin: “Divê her kes xwedî li zimanê Kurdî derkeve û em ê jî kursên zimanê Kurdî vekin.”
* Nivîskar Îlhan Dayan ku li pêşengeha pirtûkan axivî, destnîşan kir ku her mirovê ku dibêje “ez Kurd im” li hemberî ziman peywîrên wî yên exlaqî, siyasî û wijdanî hene û got: “Divê her malek ji bo çand û zimanê Kurdî weke dibistanekê be.”
* Endamên Koma Amed dê li Balafirgeha Amedê bi girseyî werin pêşwazîkirin û paşê jî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Peyasê bikin û li Amedstore formayên Amedsporê îmze bikin. (12.00-17.00)
* Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 9emîn dê di roja 6emîn de berdewam bike. (10.00-19.00)