* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman ku ji bo pêvajo pêşve biçe divê şert û mercên azad ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û got: “Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayîndê pêwîstî bi avêtina gavên şênber heye.”
* Dayîka Aştiyê Meyreme Turan da zanîn ku ew wek dayîkên aştiyê dixwazin biçin girava Îmraliyê û wiha got “Em dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk bînin û li ser pêvajoyê bi hev re bicivin.”
* Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de got ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên rasterast bandorek gelekî zêde li ser pêvajoyê dike.
* Hisnî Tîmur ev 42 sal in karê cildirûnê dike. Tîmur anî ziman ku rewşa aborî li pêşiya hunera wî dibe asteng û got: “Ez dixwazim biçim ser çiyayeki rûnêm û wêneyan xêz bikim lê belê pirsgrêkên aborî dikevin pêşiya xeyalên min.”
* Kurtefîlma derhênera Kurd Xecê Rêdûr a bi navê “Zar û Zemar” ku fîlma ewil a derhêner e û li ser mijara mafên mirovan disekine, di du mihrîcanan de xelat wergirt.
* Endamên Koma Amed dê îro serdana Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Ma Musicê bikin. (12.00)










