• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi 77 meşaleyan Artemêtan ronî kirin

    Bi 77 meşaleyan Artemêtan ronî kirin

    Li Êlihê li sê cihan agirê Newrozê hate vêxistin

    Li Êlihê li sê cihan agirê Newrozê hate vêxistin

    Li Çîgîliya navçeya Îzmîrê agirê newrozê hat pêxistin

    Li Çîgîliya navçeya Îzmîrê agirê newrozê hat pêxistin

    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Ciwanên Amedê Newroza Abdullah Ocalan pîroz kirin

    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Şemiyê dîsa edalet xwestin

Navenda Nûçeyan / AW

25 COTMEH 2025 - 14:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê dîsa li hev kom bûn û dîsa ji bo Yusuf Nergiz ê 28 sal berê di binçavan de hat windakirin edalet xwestin.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta kesên ku di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û kiryar bên darizandin, di hefteya 1074emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiyê de ku gelek kes beşdar bûn, Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Yusuf Nergiz (70) ê ku di binçavan de hat windakirin pirsîn.

Mirova Şemiyê Oya Ersoyê çîroka windabûna Yusuf Nergiz vegot: “Yusuf Nergiz ê 70 salî bavê şeş ??zarokan bû ku li taxa Ofîs a Amedê dijiya. Ji bo çandina zeviyên xwe diçû gundê Tiyaks yê navçeya Pasûrê. Di 30yê Îlona 1997an de, leşkeran bi ser mala Yusuf Nergiz a li gund de girtin, ew binçav kirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Pasûrê. Di 3’yê Cotmeha 1997an de serbest hat berdan. Piştî serbestberdanê, wî telefonî hevjîna xwe kir û rave kir ka çi qewimiye. Nergiz ji bo ku biçe malê çû xeraca mînîbusan ya Amedê. Li wir, ew rastî xwişka xwe hat. Wî serpêhatiya xwe vegot û got ku wî ji bo mînîbusa bi plakaya 21 AR 474 ku diviyabû saet 11:00’ê sibehê biçûya, bilêtek kiriye. Dema ku Yusuf Nergiz venegeriya malê, malbata wî dest bi lêgerîna wî kir. Hevjîna wî, Şahibe Nergiz ku pê hesiya Yusuf û cerdevanekî gund Alaeddîn Şahîn di heman mînubusê de ne, xwegihand cerdevan. Şahîn diyar kir ku Yusuf Nergiz ji mînîbusê hatiye daxistin û ji bo kontrolkirina nasnameyê ew birine Qereqola Jendermeyan a Zeyrekê.

Oya Ersoyê diyar kir ku Şahibe Nergiz di 7ê Cotmeha 1997an de der barê windabûna hevjînê xwe de serî li Dozgeriya Amedê daye û gilî kiriye û got: “Mudîriyeta Polîsan a Amedê û Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pasûrê ji dozgeriyê re ragihandine ku Yusuf Nergiz li herêma wan nehatiye binçavkirin. Dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin û biryara lêgerînê da. Lê belê, ji vê pêvajoyê tu encam bı dest neket. Nergiz li Pasûrê di bin çavan de winda bû. Malbata wî 28 sal in hewl dide ku çarenûsa wî hîn bibe û edaletê dixwaze. Lê belê, ev lêgerîna edaletê, mîna çîrokên windahiyên din ên me, ji ber bêdengiya dewletê û polîtîkayên bêcezatiyê bê encam dimîne. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Yusuf Nergiz, ji bo hemû windahiyên xwe bernedin.”

Etîket: Dayikên Şemiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

15 SIBAT 2026
Dayikên Şemiyê: Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî li ku ye?

Dayikên Şemiyê: Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî li ku ye?

7 SIBAT 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

31 ÇILE 2026
Dayikên Aştiyê: Ji bo Rojava gelek tişt dikeve ser milê me

Dayikên Aştiyê: Ji bo Rojava gelek tişt dikeve ser milê me

27 ÇILE 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Ayşenur Şîmşek li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Ayşenur Şîmşek li ku ne?

24 ÇILE 2026
Li aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn: Edalet di Qada Galatasarayê re derbas dibe

Li aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn: Edalet di Qada Galatasarayê re derbas dibe

18 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyama Abdullah Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cudahî û hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Rojhilat dîrok û çand e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Geverê: Bila Newroz bibe wesîleya azadî û serketinê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (703)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne