• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îtîrazê girewtişê muxabirê ma Nedîm Oruçî ame redkerdene

    Rojnamegerî sûc hat hesibandin: Danişîna Nedîm Orûç di 24ê Nîsanê de ye

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îtîrazê girewtişê muxabirê ma Nedîm Oruçî ame redkerdene

    Rojnamegerî sûc hat hesibandin: Danişîna Nedîm Orûç di 24ê Nîsanê de ye

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

Nedim Oruç / AW

26 COTMEH 2025 - 09:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Qendîl – Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragihand ku wan dest bi vekişîna hêzên xwe yên li Tirkiyê kiriye û ev gav di çarçoveya biryarên kongreya 12emîn de hatiye avêtin. Rêveberiyê aşkere kir ku wan ev gav ji bo pêşîvekirina pêvajoyê avêtiye.

Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di çarçoveya biryarên 12emîn Kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ku di kongreyê de biryara bi dawîkirina şerê çekdarî dabû dest bi vekişîna hêzên xwe kir. Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê li Qendîlê û tevlîbûna Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok, Fermandara Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) Vejîn Dersîm û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Devrîm Palû daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya bi zimanê tirkî ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok ve û ya Kurdî ji aliyê Fermandara YJA-Starê Vejîn Dersîm ve hat xwedin.

Daxuyaniya hat dayîn wiha ye:

Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn ên tên jiyîn, ji ber ku bi awayekî pir cidî li ser pêşeroja Kurdan û Tirkiyê tehdît dikir; pêvajoya ku par bi daxuyaniyên Serokomar, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û di 27ê Sibata 2025an de bi banga Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” re bû xwediyê nasnameyekê, di qonaxeke pir girîng û krîtîk de derbas dibe.

Di 8 mehên dawî de gavên dîrokî û grîng hatin avêtin

Di nav 8 mehên borî de weke aliyê Kurd me, li ser bingehê banga Aştî û Civaka Demokratîk gavên mezin ên qasî dîrokî girîng in avêt. Ji bo dorhêleke aram û rehet ya nîqaşê bê avakirin, hema piştî bangê di roja 1ê Adarê de me agirbest îlan kir. Li ser bingehê bi rêbazên guncav ên arastekirina Rêber Abdullah Ocalan, di nav dîroka 5-7ê Gulanê de me Kongreya 12emîn a PKKê kom kir, me biryarên hebûna rêxistinî ya PKKê û bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî girt û li van biryaran me ev yek zêde kir; evana encax rastûrast bi birêvebirina Rêber Abdullah Ocalan dikare pratîze bibe. Piştî du mehan roja 11ê Tîrmehê jî, li ser bingehê banga bi dîmen a Rêber Abdullah Ocalan, di rêveberiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat de Grûba Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat, ji bo biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî bi merasîmekê ku çekên xwe şewitandin, di pratîkê de helwesta me ya bi biryar û net nîşan da.

Gavên Tevgera Azadiyê avêtine rih û vînek nû derxist holê

Di bin pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan û PKKê de ev gavên dîrokî yên aliyê Kurd avêtine, bi kûranî bandor li ser dorhêla siyasî û civakî ya Tirkiyê kir, li ser bingehê aştî û demokratîkbûnê ruh û îradeyeke nû derxist holê. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê, ev helwesta bi wêrek û fedekar a Kurdan li nava Tirkiyê û derveyî wê di plana giştî de timî bi ecibandinê hat pêşwazîkirin.

Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo gavên pêşîveker hêzên xwe vedikêşe

Rexmî hemû nêzîkatiyên nebes yên tên jiyîn Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo talûkeyên her ku diçe li ser Tirkiye û Kurdan giran dibe berteref bike û ji bo hîmê pêşerojeke bi sedan salan a jiyana azad, demokratîk, xûşk û biratiyê deyne, bi armanca pêvajoya aştî û civaka demokratîk bigihîne qonaxeke duyemîn hewl dide gavên pratîk ên nû yên pêşîlêveker bavêje. Li ser vî esasî, li ser bingehê biryarên Kongreya 12emîn ku plan kiriye, em hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, ji bo pêkanîna vekişandina li Qadên Parastina Medyayê li ser erêkirina Rêber Abdullah Ocalan jî em pêk tînin. Beşek ji grûbên gihîştine Qadên Parastina Medyayê vê gavê li vê derê ne û bi xwe beşdarî vê daxuyaniyê dibin. Her weha li qadên sînor jî li cihên ku rîska pevçûnê lê heye û mewziyên ku ew ê rê li ber provokasyonên muhtemel veke jî tedbîrên sererastkirinê yên weke vê tên girtin.

Gavên tên avêtin helwesta me ya bi biryar nîşan dide

Bêguman ev gavên ku em davêjin asta wê ya bandorê ew ê pratîk nîşan bide. Encax ev gavên pratîkî yên em davêjin jî di pêkanîna biryarên Kongreya 12’emîn a PKKê de careke din helwesta me ya bi biryar û net nîşan dide.

Divê qanûnên veguhêzandinê bi taybetî ji bo PKKê werin çêkirin

Pir eşkere ye ku em girêdayî biryarên Kongreya 12emîn in û di pêkanîna wê de em bi biryar in. Lê ji bo evana bên pratîzekirin jî dîsa li ser bingehê biryarên Kongreya 12emîn a PKKê girtine, nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajo ferz dikin bêyî ku bi derengî bikeve divê bên nîşandan. Di vê çarçoveyê de Hiqûqa Veguhêz a taybet ji bo PKKê divê esas bê girtin, ji bo beşdarî siyaseta demokratîk bibe qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê yên pêwîst bêyî ku bi derengî nekeve derkevin.

Ji bo jin û ciwanan banga avakirina jiyana azad û demokratîk

Weke dawîn banga me, di serî de ji bo jin û ciwanan ji bo hemû gelên me ye. Pêvajo ne ew pêvajo ye ku ji hinekan hin tiştan hêvî bikin, pêvajo ew pêvajo ye ku bi têkoşîna rêxistinkirî avakirin û qezenckirina jiyana azad û demokratîk e. Wê wextê her kesên ku xwe di nava vê jiyanê de dibînin, ji bo serketina ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ di asta seferberiyê de divê têbikoşin.
Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk teqez ew ê bigihîje serkeftinê!

26 Cotmeha 2025an
Rêveberiya Tevgerê.”
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îtîrazê girewtişê muxabirê ma Nedîm Oruçî ame redkerdene

Rojnamegerî sûc hat hesibandin: Danişîna Nedîm Orûç di 24ê Nîsanê de ye

7 ADAR 2026
Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

7 ADAR 2026
Jinên Wanê dawetî mitînga 8ê Adarê kirin

Jinên Wanê dawetî mitînga 8ê Adarê kirin

7 ADAR 2026
Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

7 ADAR 2026
Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

7 ADAR 2026
Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (268)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne