Amed – Hevalê kedkarê Çapemeniya Azad Kadrî Kaya, Abdûrrahman Gok û keça wî Rêzan Kaya di salavegara koça wî de ew bi bîr anîn. Abdûrrahman Gok wiha got: “Mamoste Qedrî di her wêne, dîmen û nûçeyên me de bi me re ye û hevparê ragihandina heqîqetê ye.” Keça wî Rêzan Kaya jî wiha got: “Ew mîrateya ku ji me re hişt serfiraziyeke pir mezin e.”
Bi ser wefata Kadrî Kaya ku bi salan ked da çapemeniya kurd re 7 sal derbas bûn. Ew di 29ê cotmeha 2018an de li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê dema tedawiya penceşêrê lê dihat kirin, wefat kir. Kaya sala 1958an li gundê Dêrslavê ya ser bi navçeya Stewra Mêrdînê ve ji dayik bûye. Demekî dirêj di saziyên perwerdeyê yên dewletê de weke karmend xebitî ye. Piştî teqawîdiyê, bû Nûnerê Amedê ya rojnameya Ozgur Bakişê ku di 18’ê nîsana 1999’an de dest bi weşanê kir. Piştî wê bi salekê di rojnameya 2000e Dogrû Gundem de jî karên îdarî bi rê ve biribû. Li kêleka vî karî 2 salan di Azadiya Welat de nivîsên wî hatibûne weşandin.
Piştî ku rojname ji ber zextan dewletê hate girtin, di rojnameya Yenî Gundemê de heman peywira xwe domand ku di 27ê gulana 2000î de dest bi weşanê kir. Rojname, di 31ê adara 2001an de bi biryara rêveberiyê hate girtin û mamoste Kadrî heta demekî di rojnameya Yedîncî Gundemê de xebitî ku weşana heftane dikir.
Di 4ê nîsana 2002yan de jî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi dirûşma “Ji rastiyan tawîz nayê dayîn” dest bi weşana xwe kir û Kaya di avakirina ajansê de cih girt. Hem di beşa kurdî de edîtorî dikir hem jî karûbarên îdarî bi rê ve dibir.

DÎHA, di 29ê cotmeha 2016an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin. Kaya 14 salan nûnertiya DÎHAyê kir. Kaya di 19ê nîsana 2011an de di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin û girtin. 7 mehan girtî ma û piştî hat berdan dîsa xebatên xwe domand. Li gel peywira nûnertiyê, her wiha berpirsyarê yekîneya îdarî ya ajansê û xebatkarê wê bû. Di nava vê demê de hem nûnertî, hem muhasabekarî, hem teknîsyer hem çavkaniya nûçeyê hem jî merciya çareseriyê bû. Lewma di nava çapemeniya kurd de weke “Mamoste Qedrî” dihat binavkirin. Her sal ji aliyê malbata xwe, hevalên xwe û hevpîşeyên xwe ve li ser gora xwe tê bibîranîn. Rojnameger Abdûrrahman Gok ku demekê bi Kadrî Kaya re xebitî ye û keça wî ya şanoger Rêzan Kaya di salvegera Kadrî Kaya de ji ajansa me re axivîn û qala bîranînên xwe yên pê re derbas kirî û keda wî kirin.
‘Dema ez dixebitîm herî zêde Mamoste Qedrî bandor li ser min kir’

Abdûrrahman Gok da zanîn ku dema Mamoste Qedrî di sala 2004an de nûnertiya DÎHAyê dikir, wî li Zanîngeha Egeyê beşa rojnamegeriyê dixwend û wiha got: “Dem dem li ser skyp an jî telefonê me xeber dida. Piştî çend mehan di 15 rojên somestirê de ez hatim li Buroya DÎHAyê ya Amedê xebitîm û min Mamoste Qedrî ew dem rûbirû nas kir. Bi temen ji hevalên din tevan mezintir bû û hemû hevalan jê re digotin Mamoste. Di wî 15 rojên ku ez li buroya Amedê xebitîm herî zêde Mamoste Qedrî bandor li ser min kir. Hetanî rihmet kir jî em bi hev re dixebitîn. Ew dilsozî û dilgermiya wî ya li hemberî hevalên nû, girêdana mirov zêdetir dikir. Lewre têkiliya wî ya bi mirovan re li ser hesletên mirovahiyê bû. Û ev yek ew ji hemû hevalan vediqetand.”
‘Ajans weke mala xwe didît’
Abdûrrahman Gok diyar kir ku Mamoste Qedrî mirovekî henûn, dilnizm, kedkar, xwedan wijdan bû û wiha domand: “Me jê re digot Mamoste lê ew hiyerarşiya mamostetî û telebetiyê li cem tune bû. Tim rêheval bû. Ne temenê wî yê mezin, ne jî tecrube û kedkariya wî, misêwebûna di navbera mirov de xerab nedikir. Bi nûçegihanên nû re jî bi yên kevn re jî tim têkiliyeke misêwa datanî. Lê mêzaneke wî hebû ew jî kedkarî û qedr û qîmetdayina amûrên ajansê bû. Cihê nûçegihanên kedkar û yên qîmetên amûran dizanibûn li cem wî cuda bû. Ev yek jî bi awayekî vekirî tim vedigot. Kesên mîna Mamoste Qedrî ku amurên saziyê diparastin kêm bûn. Hesasiyeta wî ya ji bo pîlekî, ji bo vîdayekî balkêş bû. Bi rojan li ser amûrên xerabe dixebitî û heya tamîr nekirana dilê wî rihet nedibû. Carinan min didît li ser translate werger dikir û amûrên bi kêrî makîneyên xerabe dihatin li Çînê bûna jî dianîn. Makîneyên xerabe tu car nediavêt û carinan ji sê çar makîneyên xerabe makîneyeke saxlem derdixist. Xwe weke xebatkarekî ajansê nedidît. Ajans weke mala xwe didît û xwedîderketina li nirxên ajansê jî mîna xwedîderketina li xwe didît. Erê Mamoste Qedrî zêdetir bi karên îdarî re mijûl dibû lê yek kêliyekê jî ji rojevê qut nedibû. Di ber kar û barên xwe yên teknîkî de tim li radyo guhdar dikir û rojev dişopand. Rojê çend caran beşdarî weşanên televizyon û radyoya Dengê Mezopotamya dibû û her wiha ji bo Azadiya Welat nivîs jî dinivîsîn. Yanî bi hisletên xwe yên mirovî, bi tecrubeyên salan, bi zanebûn û jîrbûna xwe ji bo me hemûyan bûbû Mamoste.”
‘We çima dest ji kare xwe berdaye û hatine’
Abdûrrahman Gok diyar kir ku Mamoste Qedrî di Nîsana 2011an de hate girtin û di 28ê Sibata 2012an de hate berdan û wiha pê de çû: “Dema girtîbû jî û piştî ji girtîgehê derket jî karê xwe her berdewam kir. Yek kêliyekê jî ranewestiya. Dema nexweş bû em li nexweşxaneyê diçûne ziyareta wî. Dema me didît kêfxweş dibû lê pêre pêre jî digote me ‘we çima dest ji karê xwe berdaye û hûn hatine.’ Bo wî karûbarê ragihandina heqîqetê di ser her tiştî de bû. Bi binçavkirin û girtina rêhevalên xwe zaf diêşiya. Berî rihmet bike bi çend rojan ez hatibûme binçavkirin. Li nexweşxaneyê di nava cihan de dîsa xema binçavkirina me dixwar. Mamoste Qedrî ewqas bi hevalên xwe ve girêdayî bû. Li cem hemû hevalên ragihandinê jî –çi bi mamoste Qedrî re xebitî bin çi jî nexebitî bin- cihê wî cuda ye. Mamoste Qedrî di her wêne, dîmen û nûçeyên me de bi me re ye û hevparê ragihandina heqîqetê ye.”
‘Mîrateya ku ji me re hişt serfiraziyeke pir mezin e’

Keça Mamoste Qedrî Kaya, Rêzan Kaya ku şanogeriyê dike anî ziman ku bavê wê Kadrî Kaya di nav çapemeniyê de çawa bû di nava mala xwe de jî wisa bû û wiha got: “Nezikatiya wî ya li hember jinê cuda bû, di jiyana xwe de cara ewil min ji destê bavê xwe kulîlkek girtibû. Her tim bi kulilkan dihat li malê. Nêzîkatiya wî ya şanoyê jî baş bû. Di her premiera lîstika şanoyê de êzîkatiya wî ya şanoyê jî wek wisa bu kêfa wî pê dihat her tim bi kûlîlkan dihat. Berê ez pir digiriyam niha wî bi keyfxweşî bi bîr tînim. Ew mîrateya ku ji me re hişt serfiraziyeke pir mezin e.”
‘Têkoşîna wî bêhempa bû’
Rêzan Kaya da zanîn ku Mamoste Qedrî hefteyê heft rojan li ser karê xwe bû û wiha domand: “Li cejnê li her demê li kar bû, em ji vê aciz dibûn Rojekê bavê min pir nexweş bû, polîsan bi ser çapemeniyê de girtibûn. Bavê min pir nexweş bû digot ‘ez ê biçim kar’. Me got bavo nabe tu nexweşî. Got ‘Ez îro neçim ka kengê ezê biçim.’ Em ji ber nexweşiya wî ditirsiyan. Heke bi vê nexweşiyê hatibûya binçavkirin an girtin da ji bo wî gelek nexweş be. Pir girêdayî kare xwe bû. Têkoşîna wî bêhempa bû.”
‘Xwedî li hev derbikevin’
Rêzan Kaya bi lêv kir ku bavê wê her tim ji wan re digot “Xwedî li hev derbikevin” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema hevalên çapemeniyê dihatin serdana bavê min, ji wan re digot ‘ji bo her tiştî nîşe bigirin bila winda nebe.’ Mînak di girtîgehê de bû ji min re digot ji hevalên çapemeniyê bipirse çi dikin ji bo ku dû re pirsgirêk dernekeve bila hemû tiştî binivîsin. Bavê min ji aliyê aboriyê ve pir baldar tevdigeriya. Ji bo ku pereye saziyê neçe her tişt dikir. Mesele makîneyeke xerabûya nedigot ev makine xerabûye. Digot ez dikarim çawa tamîr bikim. Nezîkatiyeke wî ya pir baş hebû. Ev ji bo min mîrate maye. Dema li şanoyê tiştek xera dibe, heval tiştên xerabûyî diavêjin kêlekê. Lê em dikarin wê çêbikin. Ji ber wê ev yek ji bo min mîrateyeke pir baş e.










