Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku xwîn çû bû li ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin, rewşa wî ya xeternak didome.
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Di dema dermankirinê de enfeksiyon girt û dermakirina wî didome.
Bijîşk diyar kir ku rewşa xeternek a Huseyîn Aykol didome.












