* Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnayê diyar kir ku sedema qeyranên aborî, civakî, exlaqî, polîtîk hwd. neçareserkirina meselya Kurd e got: “Divê hemû şexsiyet vê meseleyê weke meseleya xwe hîs bike û xwedî li bangawaziyê derbikevin.”
* Mehmet Gultekînê ku li gundê Qerelî yê navçeya Bismilê çotkariya pembû dike, destnîşan kir ku hilberîna pembû li gorî salên borî pir kêm e û got: “Kar û zirara me hev dernaxe. Em qezenc nakin.”
* Şêniyên semta Fîskayayê diyar kirin ku dema Kurdên ji ber êrîşên DAIŞê ji Kobanê hatin Amedê, şêniyên taxa Fîskaya ew hembêz kirin û di navbera şêniyên Fîskaya û welatiyên Kobanê de ruhek netewî pêş ket. Şêniyan destnîşan kirin ku bi awayekî xwezayî jiyanek ava bû.
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê, dê bi tevlibûna Hevseroka xwe ya Giştî Tulay Hatîmogullari û hevberdevka HDKê ya Giştî Meral Daniş Beştaş li kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyaniyê bidin. (13.00)
 
			













