Amed- Gelê Fîskayayê diyar kir ku deh sal berê di navbera gelê Fîskayayê û gelê Kobanê de ruhekî neteweyî derket holê û wan bi awayekî komûnal mala gel avakir ku alikariya gelê Kobanê bikin.
DAIŞê di 16ê Îlona 2014ande ber bi bajarê Kobanê ve dest bi erişan kir. Piştî destpêkirina êrişan di nav bajêr de di navbera hêzên Kurd û DAIŞê de kolan bi kolan û tax bi tax şer û pevçun qewimîn. Di 1ê Cotmeha 2014an de banga xwedîlêderketina Kobanê hate kirin û wê demê li bakurê Kurdistanê û welatên Avropayê jî gelan ji bo piştgiriyê bidin gelê Kobanê û hêzên Kurd li her derê çalakî li darxistin. Van çalakiyan bi rojan berdewam kir û li her derê êrişên li ser Kobanê hatin şermezarkirin û 1ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin. Şerê di nav bajarê Kobanê de 134 rojan berdewam kir û 26ê meha çile ya 2015an DAIŞ bi temamî ji nava bajarê Kobanê hate derxistin. Welatiyên Kobanê û Rojavayê Kurdistanê di wê demê de jî ji ber êrişên DAIŞê berê xwe dan bakurê Kurdistanê û rêwîtiya koçberiyê dest pê kir. Di nav wan penaberan de nêzî 60 malbatên ji Kobanê jî bi alîkariya gel li taxa Fîskayayê ya Amedê hatin bicîhkirin. Wê demê gelê Fîskayayê bi navê “Mala Gel” avahiyek ava kir û komîsyona taxê di mala gel de biryarên alîkariyê û hevkariya komunal digirt û gel bi derfetên xwe alîkariya wan malbatan kir û xwedî li wan derket. Vê alîkariyê ruhê neteweyî û jiyana komunal xurt kir.
‘Em bi ruhê netewî nêzîk bûn û me amadekariya xwe kir’
Hûseyîn Çalsanê ku li taxa Fîskayayê dijî destnîşan kir ku deh sal berê di şerê Kobanê de nêzî 60 malbatên ji Kobanê hatin li taxa wan bicih bûn û wiha got: “Kesên ku li Kobanê hatin piranî li Taxa Dîcleyê hatin bicîhkirin. Gelê Fîskayayê seferberî îlan kir ji bo alikariya gelê Kobanê. Mirovên me yên Kobanê her tiştê xwe hêlabûn û hatibûn li taxa me. Gelê Fîskayayê jî berpirsiyarîya xwe dizanî û alikariya wan kir. Gelek alîkarî çêdibûn, kesên karsaz, xwedî kargeh alîkarî dikirin lê nedixwestin navê xwe bêjin. Hevalên pir baş hebûn dixwestin alîkariyê bikin û hev jî teşvîq dikirin. Digotin divê hûn jî bikin. Gelê Fîskayayê mal û milkê xwe tev ji wan re hîbe bikira jî dîsa dilê wan rihet nedibû. Mirov bi hestên netewî bifikire ev mirov ê bibine ku ev ferman ji bo gelê Kurd bû ne tene ji bo gele Kobanê bû. Em perçe kirine, lê em bi ruhê neteweyî nêzîk bûn û me amadekariya xwe kir ku em alîkariya wan bikin.”

‘Bi hevkariyeke mezin me piştgirî da gelê xwe’
Şêniya taxê Mevlûde Yayikê jî diyar kir ku wan ji bo mirovahiyê alîkariya gelê Kobanê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bajarê gelê me hatibû bomberan kirin, ferman li ser wan qewimî bû, me jî çi ji destê me hat alîkariya wan kir. Ji malbatên xwe yên derve bi telefonê digeriyan digotin gelê Amedê pir baş e û alîkariya me dike”. Mewlûde Yayikê da zanîn ku çi ji destê wan hatiye wan ji bo gele Kobanê pêk aniye û wiha pê de çû: “Rewşa me ya aborî jî ne baş bû lê me dîsa alîkariya gelê xwe kir. Ji aliyê hêstiyarî em pir bandor bûn, rewşa ku gelê me ketibûyê em pir diêşand. Gelê Rojava xwîşk û birayê mene, me çawa zarokê xwe mêzedikir bi wî çavî li wan dinêrî. Betanî, xwarin di malê me de çi hebûn me bi wan re parve kir. Dihatin malê me çay vedixwarin, me bêwan ti tişt nedixwar. Çi destê me hat me ji wan re kir. Êdî bibûne xwediyê malê, bi şev dihatin malê me em diçûn malê wan. Dema ku çun Rojava ez li wan geriyam. Em wek malekî bûn. Dema ku ew nû hatin em pir hêstiyarbûn, digiriyan. Zivistan bû, serma bû, derî û pacê wan giştî şikestî bûn, zarokên me çûn ji wan re cam anîn, naylon kirin û bi hevkariyeke mezin me dest alîkariya gele xwe kir.”

‘Desthilatdariyê nehêla ew bimînin, bêçare man û çûn’
Şêniya taxê Aynur Uzunboyê jî derheq tekiliya xwe û cîranên xwe yên ji Kobanê de diyar kir ku ew wek malbatekî di nav hevdu de dijiyan û wiha got: “Gelê Amedê hemû xwedî li gelê Kobanê derket. Şêrîn hebû, hevala min ji Kobanê hatibû, em wek malekî bûn. Ji min re digot xaltiya Aynûr ez herim jî heya ez sax bim ez te ji bîrnakim. Her tim tekîliya me bi hevre heye. Li me digerin dibêjin tiştek ser weda were, wê deriye me ji we re her tim vekirîbe, werin bi salan cem me bimînin. Min nedixwest biçin û min ji wan re digot necin, lê desthilatdariyê nehêla ew bimînin, bêçare man û çûn. Tenê malek du mal mane li taxa me.”

‘Em bi pergaleke Komûnal tevdigeriyan’
Adil Kaya kû dema mala gel hatiye avakirin di rêveberiya komîsyonê de cîh girtiye û di derheq alikariyên ku hatine kirin de ev tişt gotin: “Dema ku gelê Kobanê hate taxa me ji bo me rojeke girîng bû. Gelek malbat hatin Amedê. Me jî di taxa xwe de komîsyonek avakir û vê komîsyonê di mala gel de biryar digirt û li wir dihat koordînekirin. Avakirina mala gel ji bo bicîhkirin alîkariya wan malbatan b. Taxa me taxeke piçûk e, piştî demekî cîh nema, me malê xwe, odêyên xwe bi wan re parvekir. Alîkariyên ku dihatin komkirin me dianî mala gel de kom dikir û wek pergala komûnal me li malbatên xwe belav dikir. Gelê Kobanê pêwîstiyên xwe digotin, hevalên me jî dinivîsandin, me jî li gor wê belav dikir. Em bi pergaleke Komûnal tevdigeriyan. Gelê taxê jî gelek tiştên xwarinê û pêwîstiyên din dianîn. Ev deh salên wan qediyan ku vegeriyane Kobanê lê hêj jî bi telefonan diğerin, rewşa me dipirsin. Bi gelek malbatan re têkiliya me xurt e, em hêj jî diaxivin. Em ji wan re dibên dema rê vebûn em ê bên cem we, mêvaniya we lê belê ji me re nebû qismet di dilê me de jî bûye xemgîniyek.”

‘Kobanê ya me ye, Amed jî ya wan e’
Yusuf Yûcel jî ciwanekî ji taxê ye. Dema DAIŞ êrişî Rojava dike ew hêj zarok buye. Yûsûf Yucel jî hest û fikrên xwe wiha anîn ziman: “Wê demê em zarok bûn, me nedizanî gelê Kobanê Kurd e û Kobanê ya Kurdan e, me digot qey Suriyelî ne. Dema mezinê me ji me re gotin Kobanê ya Kurdan e wê çaxê me zanî em yek in. Ew jî gelê me ye, di taxa me de hemû malbatê me jî bi tevahî xwedî li wan derketin. Kobanê ya me ye, Amed jî ya wan e. Ew birayên me, xwîşkên me, dayîk, bav û mezinê me ne.”

 
			








