• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Oznûr Deger: Bi kuştin û lêpirsînan nikarin rojnamevaniyê bitepisînin

Bilal Guldem / AW

27 KANÛN 2024 - 08:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrdîn – Rojnamevan Oznûr Deger a ku ji ji ber meşa bîranîna rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ket ber lêpirsînê diyar kir ku ev lêpirsîn û girtin nikarin meşa wan a heqîqetê rawestînin û li şûna ku lêpirsîn derbarê polîs de were destpêkirin, ji bo tepisandinê derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Rojnamevanên Kurd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li ser rêya Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê ya li rojavayê Kurdistanê 19ê Kanûnê di encama êrişa SÎHAya Tirkiyeyê de hatin kuştin. Piştî kuştina her du rojnamevanan li navçeya Midyada Mêrdînê ji bo Bîlgîn şîn hat danîn. Ji bo Daştan jî li navçeya Giyadîna Agiriyê şîn hat danîn . Li Midyadê girseya ku xwest heta cihê şînê ya Cîhan Bîlgîn bimeşe, bi astengiya polîsan re rû bi rû mabû. Di vê astengiyê de polîsekî heqaret û gotinên zayendperest li rojnamevan Oznûr Deger a nûçegihana JinNewsê kiribû.

Oznûr Deger ji ber ku nerazîbûn nîşanî wî polîsî dabû, li ser daxwaza Walîtiya Mêrdînê derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin. Oznûr Deger di nerazîbûna xwe de gotibû ew ê bi her awayî xwedî li hevalên xwe yên rojnamevan derkevin û dê polîs li ber berxwedana gel têk biçin. Vê nerazîbûnê di raya giştî de deng vedabû.

Oznûr Deger a ku ket ber lêpirsînê bi rojane li ser sînorê Nisêbînê û Qamişloyê çalakiya nobetê ya xwedîderketina li Rojava dişopîne û agahiyan ji raya giştî re radigihîne. Deger li cihê çalakiyê têkildarî mîrateya ku Bîlgîn û Daştan ji wan re hiştin e û lêpirsîna derbarê wê de hatiye destpêkirin ji Ajansa Welat re axivî.

‘Em mîrateya Cîhan û Nazim didomînin’

Oznûr Deger destnîşan kir ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li tevahiya nirxên mirovahiyê ye û wiha got: “Ev çalkî di heman demê de xwedîderketina li berxwedana Kobanê ye, xwedîderketina li nirxên ku Cîhan û Nazim dane avakirin e, xwedî derketina li Çapemeniya Azad û tevahiya Kurdatiyê ye. Cîhan û Nazim her tiştî dan ber çavên xwe û xwestin sûcên şer ên li ser Rojava tên kirin ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin. Wan bi nûçe û rojnamevaniya xwe hemû lîstokên li ser Rojava eşkere kirin. Em jî îro bi heman armancê li ser sînor bi nûçeyên xwe dixwazin xwedî li mîrateya Cîhan û Nazim derkevin. Me îrade û ala têkoşîna wan dewr girt û em vê heqîqetê didomînin. Cîhan û Nazim hemû sûcên şer ên li ser Rojava dihat meşandin, teşhir kirin. Ji ber teşhîrkirina sûcên şer, hedef hatin girtin û di encama rêya heqîqetê de şehîd bûn. Hedefgirtina hevalên me pirr şênber e.”

‘MÎTê xwestiye cihê Cîhan Bîlgîn tespît bike’

Oznûr Deger bi bîr xist ku beriya ku her du hevalên wan rojnamevan bên kuştin, MÎTê bi çend roj berê çûye cem malbata Cîhan û xwestiye cihê wê tespît bikin û got: “Vê hevdîtina li gel malbatê jî bi şiklekî lîstokî pêk anîne. Komkujiya ku li ser hevalên me hat kirin pirr eşkere da nîşandan ku berê kirin e hedefa xwe.”

Oznûr Deger anî ziman ku piştî kuştina Bîlgîn û Daştan ev yek erka wan e ku polîtîkayên desthilatdariyê teşhîr bikin û rastiyan ji raya giştî re ragihînin da ku li ser vî sînorê carek din komkujiyek çênebe. Oznûr Deger da zanîn ku divê tenê ne rojnamevanên Kurd û gelê Kurd divê hemû rojnamevanên cîhanê û gelên cîhanê xwedî li Rojava û gelê Kurd derkeve.

‘Ahmet Hakan palpişta te ya hiqûqî çi ye?’

Oznûr Deger bal kişand ser qunciknivîsa Ahmet Hakan û hedefnîşandana wî ya rojnamevanên Kurd û got: “Ev hedef nîşandana Ahmet Hakanm bêehlaqî ye. Tenê ne li Kurdistanê rêxistinên rojnamevaniyê yên navneteweyî jî daxuyanî dan û gotin Cîhan û Nazim rojnamevan in. Gotin ev rojnamevan bizanebûn û qestî hedef hatine girtin. Hemû kes viya dinivisîne lê rastî tên berovajîkirin. Lê belê qelemşorên desthilatdariya Tirkiyeyê, hevalên me yên rojnamevan terorîze dikin. Ji bo Ahmet Hakan dibêjim; ji bo ku tu van hevalên me terorîze bikî, palpişta te ya fermî, hiqûqî çi ye û çi di destê te de heye? Tu hedefnîşandana we dispêrî çi ku tu her du hevalên me yên rojnamevan terorîze dikî?”

‘Li dijî rojnamevanên Kurd hiqûqa dualî tê meşandin’

Oznûr Deger dibêje, “Baş e gelo rojnamevanên Tirk ku li Sûriyeyê weşanan dikin û nûçeyan çêdikin, rojnamevan in û ‘nûçegihanê şer in’ lê belê gelo rojnamevanên Kurd çima dibin ‘terorîst?’ û tên Kuştin?” û axaftina xwe wiha domand: “Mixabin li Tirkiyeyê û Kurdistanê li ser rojnamevanan hiqûqek du alî û durû tê meşandin. Nexwê tu rojnamevanê Kurd bî û tu Kurd bî ji bo wan têr dike ku tu bi her awayî terorîze bikin. Ez jî ji wan qelemşoran re dibêjim qaşo rojnamevan in. Çi ji destê wan tê û manîpulasyonek mezin li ser rojnamevanên Kurd tê kirin. Divê gelên Tirkiyeyê jî li dijî van provokatoran û manîpulasyonan hişyar be. Divê tenê ne gelê Kurd lazim e hemû gelên Tirkiyeyê li ber van qelemşorên derewkar xwedî sekn û helwest bin û baweriya xwe bi van derewên wan neyînin.”

‘Di şexsê min de heqaret li hemû jinan hat kirin’

Oznûr Deger bal kişand ser heqarete û gotina zayendperest ku lê hat kirin û wiha got: “Hevalên me yên rojnamevan ji ber nasnameya xwe ya Kurd û nasnameya xwe ya rojnamevaniya berxwedêr, hatin şehîdkirin. Dixwazin îro her Kurdek li ber desthilatdariyê serê xwe bitewîne û dengê xwe li dijî Komkujî û êrişan dengê xwe nekin. Rewşê anîne wê astê ku dixwazin tu kesek li ber heqaret û gotinên polîsekî, leşkerekî ku li te dikin, dengê xwe nekî û nerazîbûna xwe nedin nîşandan. Dixwazin Kurdekî li gorî xwe biafirînin. Lê em jî dibêjin em xwedî vîn in. Em xwedî ehlaq in. Ji ber ku ehlaq û vîna me hin tiştan ranagire, em neçar in ku nerazîbûna xwe li dijî gotinên nijadperest û zayendperest bidin nîşandan.”

‘Dixwazin bi lêpirsînan me bitirsînin’

Oznûr Deger diyar kir ku li ser daxwaza Walîtiya Mêrdînê derheqê wê de lêpirsîn hat destpêkirin û got: “Dixwazin bi lêpirsîn û dozan rojnamevanan bitepisînin û bitirsînin da ku dengê xwe nekin. Dixwazin em bi paş ve gav biavêjin. Lê belê îro jî tiştek li hemberî me bibe, em ê nerazîbûna xwe bidin nîşandan û dengê xwe derxin. Em ê li dijî gotinên zayendperest nerazîbûna xwe nîşan bidin. Li wir ew gotina zayendperest û heqaret tenê ne li min hat kirin, di şexsê min de li hemû jinan û li nirxên me hat kirin. Ji ber vê yekê ne mimkûn e em bêdeng bimînin. Wê hem heqaret bikin û hem jî lêpirsîn bidin destpêkirin lê derheqê wan polîsan de lêpirsîn nayê destpêkirin, der barê kesên nerazîbûn nîşan didin de lêpirsîn tê destpêkirin. Lê mixabin ev der jî Tirkiye ye.”

Etîket: Cîhan BîlginNazim DaştanOznûr Deger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Doza Oznûr Deger û Osman Akin hat taloqkirin

Doza Oznûr Deger û Osman Akin hat taloqkirin

16 HEZÎRAN 2026
Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

15 HEZÎRAN 2026
Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

21 GULAN 2026
5 rojnamegerên ji ber bîranîna Nazim û Cîhan dihatin darizandin, beraet bûn

5 rojnamegerên ji ber bîranîna Nazim û Cîhan dihatin darizandin, beraet bûn

8 GULAN 2026
MKG: Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye

MKG: Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye

3 GULAN 2026
Rojnameger Oznur Deger rê ceza ameye dayene

Derbarê lêpirsîna rojnameger Oznur de biryara neşopandinê

20 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (816)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne