* Berdevka DEM Partiyê Aysegul Dogan têkildarî komxebata partiyên çepgir û sosyalîst anî ziman ku armanca komxebatê dîtina rêbazên têkoşîneke hevpar e û got: “Plansaziya dema nû jî wê li gorî vê perspêktîfa firehkirina têkoşînê be. Divê em mil bidin milê hev û têbikoşin.”
* Di Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de wê komên şanoyê ji welatên mîna Ûkrayna, Rûsya, Îsraîl, Filistîn, Azerbaycan û Ermenîstanê werin ba hev, lîstikên xwe yên li dijî şer pêşkêş bikin û bi rêya hunerê peyama diyalogê bidin.
* Wezîrê Çavkaniya Enerjî û Tabîî Alparslan Bayraktar, di salên dawî de li çiyayên Gabar, Cûdî, Xerzan, Amed, Semsûr û Êlihê kolandina bîran zêde kiriye û çav berdaye petrola Kurdistanê.
* Dikandarên Çarşiya Şewitî ya navçeya Sûrê anîn ziman ku her roja diçe rewşa wan a aboriyê ber bi xerabûnê ve diçe û gotin: “Gelak caran em nikarin serê mehê bînin, ji ber ku ewqas rewşa aboriyê xera bûye. Kar û xesara me hevûdin dernaxe.”
* Rêveberê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Necdet Sezgîn diyar kir ku desthilat dê dest bi vekirina maden û sondajên nû bike, îhale hatiye çêkirin û şîrket jî hatine amadekirin û got: “Ji bo em li dijî vekirina sondajan bisekinin, em xwe amade dikin.”
* Rêveberê TUHAY-DERê Şafî Hayme têkildarî dirêjkirina cezayê girtiyên siyasî bertekên xwe anî ziman û got: “Gelek girtî li ruxmê cezayên wan diqedin jî wan bi awayekî kêfî bernadin. Cezayê girtiyan bi kêfî dirêj dikin.”
* TJA dê bi dirûşma “Bi Civaka Demokratîk Ber Bi Jiyana Azad a Bêtundî ve” li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê deklarasyona 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan eşkere bike. (11.00)
Kirmanckî
* Mehmet Mukan sanikan ser xeylî gurîyo û kom kerdê tayê înan kerdê kitab şarê ma ra vano ke: “Zon secereyê miletûno, her mîlet ewe zone xo nas beno, zon ke bî vîndî, o mîlet kî beno vîndî.”












