• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Saziyên Demokratîk: Êrişa selefî ya li ser jinan nayê qebûlkirin

Amed / AW

4 MIJDAR 2025 - 14:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişa komeke kesên selefî ya li dijî sê jinan daxuyanî da. Kesên li ser navê platformê axivîn diyar kirin ku bêexlaqiya hatiye kirin şermezar dikin û destnîşan kirin ku tarzê ku jiyana mirovan hedef digire nayê qebûlkirin.

Di şeva 1ê Mijdarê de li navçeya Sûrê ya Amedê, komeke ji nêzî 20 kesên selefî ango olperest pêk dihatin êrişî mala ku sê jin lê dimînin kirin. Ev koma selefîst çûne mala her sê jinan û gef li wan xwarine. Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî bûyerê li ber Mizgefta Nebî ya li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredar û pêkhateyên platformê di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana jinan” û “Bêjin jiyan nabe” berz kir.

‘Bila kes notirvaniya exlaqê neke’

Di daxuyaniyê de ewilî Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Gulşen Ozer axivî. Gulşen Ozer da zanîn ku êrişa li dijî jinan beriya sê rojan li Taxa Dabanoglû ya navçeya Sûrê pêk hatiye û wiha got: “Hinek kesên ku bi mejiyê DAIŞê tevdigerin hevalên jin derb kirin. Hafizaya Sûrê xurt e bi salan e bi dehan şaristanî û milet bi hev re dijîn lê kes tev li jiyana kesê nabin. Lê niha 10-15 mêr êrişî sê jinan dikin ev di kîjan ol û bîrdoziyê de heye? Tu mirov nikarin tev li jiyana yeke/î din bibin. Her mirovekî maf heye ku li welatê lê dijî bi awayekî azad bijî. Bila kes notirvaniya exlaqê neke bila kes welatê paqij qirêj neke. Bila mejiyê xwe yê qirêj paqij bikin. Em weke TJA vê zilmê û vê exlaqê qirêj qebûl nakin. Kesên dixwazin bila xwe paqij bikin. Em ji wan bêtir oldar in ol ola me ye jî. Bila vî exlaq û mejiyê qirêj di nava vî bajarî de nexin dewrê.”

Gulşen Ozer destnîşan kir ku kes nikare nava Sûrê bêexlaqiyê bike û wiha domand: “Ew destê dirêjî jinê dibe bila bişikê ew çavên bi awayekî nebaş li jinê dinêrin bila birijin. Em weke TJA vê zilmê qebûl nakin, şermezar dikin û em ê li dijî vê yekê têbikoşin.”

‘Tarzê ku jiyana mirovan hedef digire nayê qebûlkirin’

Dûre Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Rûçem Elyakût jî daxuyaniya bi Tirkî xwend. Rûçem Elyakût diyar kir ku di van rojên avakirina civaka demokratîk tê nîqaşkirin de tu nêzîkatiyên ku tarzê jiyana mirovan, bawerî û nasnameya wan, azadî û mafê wan hedef digire nayê qebûlkirin. Rûçem Elyakût diyar kir ku di serî de tundiya li dijî jinê dê li hemberî her cure nêzîkatiyên tundiya civakî diafirînin bi awayekî çalak têbikoşin û got: “Em ê çanda jiyana bihevre ku bi sedsalan e didome bidomînin û biparêzin. Em ê destûrê nedin nêzîkatiyên asîmîleperez ku cudahiyan weke sedemê cihekariyê dibînin.”

 

Etîket: êrişa selefîPlatforma Saziyên Demokratîksê jin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

27 SIBAT 2026
Herêma Serhedê gazî kir: Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî

Herêma Serhedê gazî kir: Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî

21 SIBAT 2026
Banga Kurdan: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

Banga Kurdan: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

21 SIBAT 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

Li Amedê ji bo statuya zimanê Kurdî meş hate lidarxistin

21 SIBAT 2026
‘Kurdî xweş e lê xwedî derkeve’ 

‘Kurdî xweş e lê xwedî derkeve’ 

19 SIBAT 2026
Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

19 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne