• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ARÎ-DERê bang kir: Em cejna zimanê xwe bi girseyî pîroz bikin

    ARÎ-DERê bang kir: Em cejna zimanê xwe bi girseyî pîroz bikin

    ‘Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê’

    Li Enqereyê dê ji bo statuya Kurdî meş bê lidarxistin

    ‘Divê hişmendiya, jin li malê, mêr li derve bê şikandin’

    ‘Divê hişmendiya, jin li malê, mêr li derve bê şikandin’

    DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

    DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

    Nivîskar Nezîr Ocek: Miletek ku zimanê xwe winda bike kesayeta xwe jî winda dike

    Nivîskar Nezîr Ocek: Miletek ku zimanê xwe winda bike kesayeta xwe jî winda dike

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Girtîgeha Erzînganê li ser girtiyan zext tên kirin: Zilm û îşkencê bi dawî bikin

Erzîngan / AW

4 MIJDAR 2025 - 16:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistinên maf û hiqûqê li ber Girtîgeha Erzînganê daxuyanî dan û saziyan xwest îşkence û zilma li ser girtiyan tê kirin tavilê were bidawîkirin.

Bi pêşengiya MED TUHAD-FEDê li ber Kampûsa Girtîgeha Erzînganê li dijî neheqiya li girtiyan tê kirin daxuyanî hate dayîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, rêveberên DEM Partî û DBPê yên bajarên bajarên Çewlîg, Dersîm, Xarpêt û Erzînganê, rêveberên Saziya Pîr Sûltan Abdalê ya Erzînganê, rêveberên MED-TUHAD FEDê, OHDê, Baroya Amedê û TUHAY-DER a Amedê û gelek malbatên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadî ji girtiyan re, aştiya civakî” hat vekirin.

Di daxuyaniyê de Ayten Kordu axivî û bal kişand ser rewşa girtiyan û pêvajoyê û wiha got: “Em di pêvajoyekê de ne û dibêjin ku bila zindan werin valakirin lê her roj bi hincetên pûç li ser girtiyan zext pêk tên. Tevî pêvajoyê jî şert û mercên girtiyan ber bi xerabiyê ve dibin. Ji ber vê rewşê girtî jî ketine greva birçîbûnê.”

‘Zextên li ser girtiyan zêde bûn e’

Endamê Baroya Amedê Suleyman Zaman jî daxuyanî xwend û wiha got: “Di demên dawî de lêgerîna rûtîn li dijî girtiyan zêde bûn e. Ji malbatên girtiyan re her roj dibêjin mevzuat guheriye û legerîna nav dev û tazî li girtiyan dikin. Girtiyên bi navê Nûrcan Aslan, Ardil Çeşme, Abdulmecît Yuksekbag, Mustafa Amutgan û Keleş Celal ji bo ku ‘poşmantî’ qebûl nekirine, berdana wan hatiye taloqkirin.”

5 girtî ketine greva birçîbûnê

Hat zanîn ku 5 girtî ji ber taloqkirina berdanê û astengkirina xebatên atolyeyan, derketina hewadariyê û lêgerîna tezî roja 3yê Mijdarê ketine greva birçîbûnê. Girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ev in: Naîm Turkoz, Mahmut Tutal, Îsmaîl Berka, Eren Şîmşek û Şukru Ozalp.

Girtiya bi rêya malbatên xwe sedemê çalakiyê xwe anîn ziman û gotin “Mudîriyeta girtîgehê kujerên jinan tîne tev li me dike, ji hevalên me re dibêjin werin em ê we bibin qawîşên kesên serbixwe ango bêalî. Hevalên me yên nexweş nayên berdan, dermankirin û tena serê xwe dimînin. Nikarin pêdiviyên xwe binîn cih.”

Piştî daxuyaniyê girse ji ber girtîgehê veqetiya.

Etîket: Baroya AmedêGirtîgeha ErzînganêMED TUHAD-FEDOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‘Lijneyên çavdêriyê weke dadgehê tên bikaranîn’

7 GULAN 2026
‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

30 NÎSAN 2026
MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

25 NÎSAN 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

MED TUHAD-FEDê kongreya xwe li dar xist

25 NÎSAN 2026
Serhat Çakmak: Gavên qanûnî neyên avêtin pêvajo dê bikeve xetereyê

Serhat Çakmak: Gavên qanûnî neyên avêtin pêvajo dê bikeve xetereyê

25 NÎSAN 2026
Girtiya siyasî Ardil Çeşme piştî 32 salan hat berdan

Girtiya siyasî Ardil Çeşme piştî 32 salan hat berdan

24 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Wê çanda dengbêjiyê winda nebe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di çalakiya ‘Konên Zimanê Kurdî’ de pêşangeha wêneyan hate vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hatîmogullari: Divê di nava vê hefteyê de gavên şênber bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (318)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne