Di danişîna jinûvedarizandina weşanger Azad Zal de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, daxwaza cezayê hepsê hat kirin.
Danişîna 2yemîn a doza nivîskar û xwediyê Weşanxaneya J&Jê Azad Zal ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jinûve tê darizandin, li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidaxistin.
Azad Zal tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Abdullah Çager amade bû.
Serokê dadgehê da zanîn ku di bersiva muzekkereya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatibû şandin de biryara neşopandina lêpirsînê hatiye dayin. Dozger jî di mutalaya xwe de xwest Azad Zal bi heman îdiayê bê cezakirin.
Parêzerê Zal, Abdullah Cager got ku mutala nayê qebûlkirin û ji bo parastinê dem xwest. Dadgehê daxwaza qebûl kir û danişîn taloqî 26ê Çileya 2026an kir.








