Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî yên ku endamên komîsyonê ne re civiya.
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî yên di Komîsyona Demokrasî, Xwişk- Biratî û Hevgirtina Millî de cih digirin re civiya.
Serokê Koma Meclisê ya AKPê Abdulhamît Gul, Serok Wekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyiğit, Serokê Koma Meclisê ya CHPê Murat Emir, Serokê Koma Yenî Yol Bülent Kaya û Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz beşdarî civînê bûn.
Hat diyarkirin ku di civînê de li ser mijarên ku sibe bên axaftin nîqaş hatin kirin.













