Wan- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku pirsgirêka Kurdan çareser bibe, komareke demokratîk ava bibe bi fikir û ramanên xwe, bi têgeh û modelên nû di nav hewldaneke bêhempa de ye. Yek ji rêbaza çareseriyê ku pêşkêş dike jî ‘entegrasyona demokratîk’ e.
Têgeha “entegrasyonê” bi gelemperî behsa beşdarbûna civateke an kesekî-ê di pergaleke heyî de dike. Di bingeha wê de ahengeke civakî, ji cudahiyên hev re rêzgirtin, hevdu qebûlkirin û fikra bi hev re jiyînê heye. Ev têgeh ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve wekî rêya çareseriyê ya bingehîn di dema pêvajoya aştiyê de hatiye destnîşankirin û wekî modelekê tê nîqaşkirin ku armanc dike nasnameyên cihêreng, bi taybetî Kurd, di nav avahiya netewedewletê de li ser bingeha wekhevî û xwebûnê entegre bike.
Entegrasyona Demokratîk
Li gorî pênaseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, entegrasyona demokratîk tê wateya yekbûna civakeke demokratîk bi dewletekê re. Ev tê vê wateyê ku li şûna civakek xwe wekî dewleteke cuda birêxistin bike û bi dewleteke din ve girêdayî be, civak wekî civakeke demokratîk tevlî komara demokratîk dibe.
Çend rêgezên bingehîn ên entegrasyona demokratîk
1-Entegrasyona demokratîk wekheviyê dihewîne û bi rêya muzakereya demokratîk pêkan e. Muzakereya demokratîk yekbûna civaka demokratîk û dewleta neteweyî misoger dike.
2-Entegrasyona demokratîk dijberî asîmilasyonê ye. Têgeha entegrasyona demokratîk ahengeke li gor vîna civakan, pêkve jiyaneke ku gelê Kurd bi çand, ziman, nasname û baweriyên xwe bijî û van nirxên xwe biparêze esas digre.
3-Entegrasyona Demokratîk ew formula çareseriyê ye ku Kurd bêyî dewleteke neteweyî avabikin, bi deweletên di nav sinorên wan de dijîn re li ser rêgezên wekhevî û demokrasiye li hev bikin û hevdu qebûl bikin.
Entegrasyon di komareke demokratîk de pêkan e
Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan di nirxandinên xwe de şertû mercên entegrasyonê lêpirsîn dike û di derheqê entegrasyona demokratîk de wiha dibêje: “Siyaseta demokratîk di komareke demokratîk de pêkan e. Ger komar demokratîk nebe entegrasyon pêk nayê, entegrasyon bi komara faşîst re çênabe. Ji ber vê yekê, hevwateya siyaseta demokratîk Komara Demokratîk e û entegrasyon pê re tê çêkirin. Gelo entegrasyon bi rastî mimkun e. Gelo desthilatdarî ji entegrasyonê re amadeye, şert û mercên vê hene?”
Ji bo pêkanîna entegrasyonê hişmediya pêwîst
Bêguman ji bo ku entegrasyon pêk were ewilî pêwîstî bi guhertina hişmendiya dewleta tirk û civaka tirk (bêguman qesta me ne hemû civak e) ya ku bi sed salan e gelê Kurd înkar dike, tune dihesibîne û hewl dide hemû nirxên gele Kurd asîmile bike heye.
Divê dewleta Tirk, gelê Kurd û hemû etnîsîte, ol û baweriyên cuda ji bo hebûna netewedewletê wek tahlûke û dehdît nebine; wek dewlemendiyeke civakî bibine û bigre dest.
Divê dewlet daxwazên gelê Kurd yên bi çand û zimanê xwe, bi nasnameya xwe bi awayekî azad jayana xwe ava bike qebûl bike. Hişmendiya ku di pêşiya van daxwazan de asteng e biguhere û li dij van mafên bingehîn yên însanî hestiyar be.
Divê dewlet dev ji manîpulekirina civaka Tirkiyeyê, fikir û hestên ku gelê Kurd terorîze dike, wî paşverû, bêçand û bêziman nîşan dide berde.
Divê dewlet ji vî şerê ku 50 sal in didome û him ji bo gelê Kurd, him ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bûye sedema berdêlên giran, him jî ji mînakên dinyayê ders derxe û bi feraseteke baqil tevbigere.
Divê dewlet êdî qebûl bike ku bi şer, qirkirin, talan û bişaftinê nikare encam bigre.
Qanûnên entegrasyona demokratîk
Bêguman ji bo ku entegrasyona demokratîk pêk were û mayînde bibe li gel hişmendiyeke demokratîk û pirreng pêwîstî bi guhertinên qanûnî jî hene. Ji bo vê jî divê dewlet demildest qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê derxe. Divê ev qanûn mafên hemû nasnameyên cuda (hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, ol û baweriyên cuda) yên xwe bi awayekî azad îfadekirinê, bi çand, ziman û tarzê jiyana xwe xwe rêxistinkirinê erê bikin û bi destûkra bingehîn misoger bikin.
Xurtkirina rêveberiyên xwecihî
Rêgeza bingehîn a rêveberiyên xwecihî ew e ku erk û berpirsyariya meşandina kar û barên civakî, ji bo pêkanîna van erkan mekanizmaya biryargirtinê ne di destê hukumeta navendî, di destê rêveberiyên xwecihî de be ye. Ev rêgez çanda demokratîkbûnê û polîtîkbûna civakê xurtir dike. Kar û barê hukumeta navendî siviktir dike, burokrasiyê lewaztir dike. Pirsgirêk û pêwistiyên civakê zûtir çareser dike. Rêveberiyên xwecihî polîtîkayên ku pêdiviyên civakan yên manevî, nirxên neteweyî xurt bikin baştir dimeşînin. Ji hukumeta navendî baştir dikarin polîtikayên aboriyê biafirînin, ji bo civakê qadên kar û xebatê avabikin. Bi vî awayî jiyan û civakeke bêtir aram û serkeftî dikare bê avakirin.
Bi vî awayî pêkan ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serbikeve, xwişk û biratiya gele Tirk û Kurd pêk were.













