Enqere – Endamê Komîsyona Budçeyê yê DEM Partiyê Kamuran Tanhan têkildarî budçeya sala nû axivî û ji bo vebûna Deriyê Sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê jî ev agahî da: ” Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat li ser pirsa me diyar kir ku ji bo vebûna sînor ew bi hikûmeta Sûriyeyê re di nav peywendiyê de ne.”
Pêşniyara Budçeya Rêveberiya Navendî ya Tirkiyeyê ya sala 2026an jî li dûrî pêdiviyên civakê ji bo şer hatiye amadekirin. Budçeya “Ewlehiyê” ya îsal weke 2 trliyon û 155 milyar lîre hat pêşniyarkirin û ev jî ji sedî 18ê budçeyê dike. Tevî ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin jî budçeya îsal ne ji bo pêdiviyên aştiyê û civakê lê ji bo şer hat pêşniyarkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bertek nîşanî pêşniyara budçeyê dide û ev budçe weke budçeya şer pênase dike. Tevî ku di nav xelkê de her ku diçe xîzanî zêdetir dibe û welatî nikarin xwe xwe bigihînin xizmetguzariya tenduristiyê û her wekî din.
Endamê Komîsyona Budçeyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan têkildarî pêşniyara budçeya sala 2026an bi lêv kir ku ev budçeya şer e û divê budçe li gor ruhê pêvajoyê bê pêşniyarkirin. Her wiha Kamuran Tanhan da zanîn ku vebûna Deriyê Sînor ê Nisêbînê û Qamişloyê hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê civakî ve wê bandoreke erênî bike.
‘Ev budçe tê wateya amadekariya şer’
Kamuran Tanhan anî ziman ku ji budçeya navendî ya Tirkiyeyê ji 5 behran, behrek jê ji bo ewlehiyê hatiye veqetandin û wiha got: “Di meha derbasbûyî de tezkereya şer dîsa 3 sal hat dirêjkirin. Ev jî tê wateya amadekariya şer. Yanî her çiqas pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam bike jî ji aliyê din ve ev heşmendiya dewletê ya sed sal berê neguheriye. Tevî ku salek bi ser pêvajoyê re derbas bûye jî gaveke şênber ji aliyê desthilatê ve nehatiye avêtin. Hêvî û daxwaz ew bû ku piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan, êdî budçe bibin buçdeyê çareseriyê. Lê mixabin budçeya ku tê plankirin ne ji bo xêra gel e. Ji bo şer tê plankirin. Pêvajoya çareseriyê vê budçeyê heq nake.”
‘Li Kurdistanê budçe ji bo qereqolan tê xerckirin’
Kamuran Tanhan destnîşan kir ku weke DEM Partiyê budçeyeke aştiyê ya pêdiviyên gel dabîn bike daxwaz dikin û wiha pê de çû: “Weke DEM Partiyê em li şeredariyên xwe jî budçeyê çêdikin. Em bi civakê re budçeya xwe çêdikin. Li gor daxwaz û pêdiviyên gel em bi gel re civînan li dar dixin û budçeya xwe bi vî awayî diyar dikin. Em dikarin vê rêbazê ji bo tevahî welat jî bikin. Bi hemû nûnerên gel re dikarin werin cem hev û plansaziya budçeyê li gorî wê bikin. Weke DEM Partiyê em jî dixwazin budçeyeke li gorî civaka demokratîk were amadekirin. Di vê budçeyê de jin, astengdar, ciwanan tune ne, welatiyên xizan tune ne. Gelê Kurd jî tune ye. Ev budçe li bajarên Kurdistanê neyê xerckirin. Li Kurdistanê tenê ji bo bendav, qereqol û rêyên qereqolan budçe tê xerckirin. Li bajarên Kurdistanê welatî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê, ji ber neçariyê diçin metrolpolan. Di nexweşxaneyan de an bijîşk tune ne an jî amûrên tenduristiyê tune ne. Lê tu li bajarên Tirkiyeyê dinêrî li navçeyeke biçûk jî hemû derfet hene. Ev jî nîşan dide ku budçe ji bo bajarên Kurdistanê neyê xerckirin. Ji bo wê jî em dibêjin budçe bi gel re bê amadekirin û jin, ciwan, karker û hemû kes di budçeyê de hebin. Nêzikatiya dewletê û budçeya wê ne ji bo karker û cotkaran e.”

‘Em li bendê ne ku deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê bê vekirin’
Kamuran Tanhan diyar kir ku bal kişand ser vekirina Deriyê Sînor ê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de û wiha got: “Vekirina Deriyê Sînor ê di navbera Nisêbînê û Qamişlo de hem ji bo ruhê pêvajoyê hem jî ji bo aboriya welat pirr girîng e û derbarê vebûna deriyê sînor de xebatên me didomin. Me derheqê vekirina derî de ji Wezarîrê Bazirganiyê Omer Bolat pirs kir. Wezaretê bersiv daye û gotiye ji bo vebûna deriyê sînor ew bi hikûmeta Sûriyeyê re di nava danûstandinê de ne. Heke ev derî vebibe ji bo 20 hezar welatiyan derfeta ku kar bikin wê çêbibe. Salane 5 milyar dolar wê dahata derî hebe. Wê bandorê li hemû herêmê jî bike. Wezaretê ji me re diyar kir ku li ser vê yekê xebatên wan hene û ew jî dixwazin deriyê sînor vebibe. Ji aliyê civakî ve jî vebûna deriyê sînor gelek girîng e. Xelkê me yê serxetê û binxetê hemû mirovên hev in. Ji bo wê jî em jî di wê baweriyê de ne ku deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê di demên pêş me de were vekirin.”
‘Em ê wekî DEM Partiyê ji bo budçeyê li qadan bin’
Kamuran Tanhan anî ziman ku di demên pêş de ji bo budçeya aştiyê plansaziyên wan hene û got: “Desthilata AKPê 23 sal in li vî welatî polîtîkaya xizaniyê pêş xistiye. Welatiyan bi feqîriyê terbiye dike. Divê budçe bibe budçeya gel, divê nebe budçeya şer. Divê hemû sazî û gel dengê xwe derxe û li ser desthilatê zextan bikin. Em dixwazin gelê me di mijara budçeyê de xwe bigihîne me. Her wiha em li her bajarî serdanan dikin. Em ê mitîng li dar bixin. Em ê bi saziyan re bên gel hev. Em ê bajar bi bajar bigerin û daxwazên xwe bînin ziman. Piştre em ê li Enqereyê raporeke pêşkêşî Meclîsê bikin û li vir daxuyaniyekê bidin. Ev xebatên me jî hene.”













