• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hilbijartina Parlamentoya Iraqê dest pê kir

    Hilbijartina Parlamentoya Iraqê dest pê kir

    ‘Astengkirina cenaze û şînan provakasyona li dijî pêvajoyê ye’

    ‘Astengkirina cenaze û şînan provakasyona li dijî pêvajoyê ye’

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 11ê MIJDARA 2025an

    Danezana konferansa HDK’ê ya ‘Jinûve Sosyalîzm’ hate aşkerekirin

    Danezana konferansa HDK’ê ya ‘Jinûve Sosyalîzm’ hate aşkerekirin

    TJA di çalakiyên 25ê Mijdarê de bi jinên Rihayê re hat gel hev

    TJA di çalakiyên 25ê Mijdarê de bi jinên Rihayê re hat gel hev

    Serdana şîna Delîla Amed hate kirin

    Serdana şîna Delîla Amed hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hilbijartina Parlamentoya Iraqê dest pê kir

    Hilbijartina Parlamentoya Iraqê dest pê kir

    ‘Astengkirina cenaze û şînan provakasyona li dijî pêvajoyê ye’

    ‘Astengkirina cenaze û şînan provakasyona li dijî pêvajoyê ye’

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 11ê MIJDARA 2025an

    Danezana konferansa HDK’ê ya ‘Jinûve Sosyalîzm’ hate aşkerekirin

    Danezana konferansa HDK’ê ya ‘Jinûve Sosyalîzm’ hate aşkerekirin

    TJA di çalakiyên 25ê Mijdarê de bi jinên Rihayê re hat gel hev

    TJA di çalakiyên 25ê Mijdarê de bi jinên Rihayê re hat gel hev

    Serdana şîna Delîla Amed hate kirin

    Serdana şîna Delîla Amed hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Astengkirina cenaze û şînan provakasyona li dijî pêvajoyê ye’

Bazîd Evren / AW

11 MIJDAR 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Tevî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” jî di salekê de gelek şînên gerîlayan hatine astengkirin û malên şînê jî ji malbatan re hatin girtin. Mele Kasim Yîgît ev pêkanîn weke provakasyonan bi nav kir û da zanîn ku hinek derdor naxwazin aştî çêbibe û provakasyonan dikin.

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de kiribû, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hat destpêkirin û di vê pêvajoyê de de gelek gavên girîng jî hatin avêtin. Lê belê nêzikatiya hikûmeta AKPê-MHPê û polîs û cendirmeyên girêdayî wê ya li hember cenaze û şînên gerîlayan neguheriye. Ji destpêkirina pêvajoyê ve polîs û cendirmeyan zêdetirî dehan şînên gerîlayên PKKê asteng kirine û deriyên malên şînan girtine. Her wiha hewl dane gelek şînan jî asteng bikin û pêkanînên neqanûnî yên li dijî şîn û cenazeyan hêj jî didomin.

Carekê asteng kirin, hewl dan cara duyemîn jî asteng bikin

Nûra Kûrt (65) ku endameke PKKê bû û ji ber nexweşiyên xwe li Mexmûrê bi cih bibû, di 4ê kanûna 2024an de dema ji bo dermankirina nexweşiya xwe ji Mexmûrê diçû Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Malbatê ji bo Nûra Kûrtê ya ku di 11ê kanûna 2024an de li Gundê Herwanî ya navçeya Wêranşarê di bin dorpêça leşkeran de hat veşartin şîn danî. Lê belê leşkeran nehişt şîn bê danîn. Dû re malbatê, di 12ê kanûnê de li Taxa Şirnexê ya Navendî ya Wêranşarê şîn danî, lê belê polîsan hewl da vê şînê jî asteng bikin. Tevî zext û astengiyan jî, malbatê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştgirî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Welatên Qedîm Winda Kirine (KATDER) re şîna Nûra Kûrtê danî.

Nehiştibûn şîna rojnameger Nazim Daştan jî bê danîn

Balafirên Bêmirov û Bi Çek (SÎHA) ên dewleta Tirk di 20ê kanûna 2024an de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan kuştin. Malbata Daştan xwest di 21ê kanûnê de li gundê Dîbeklî yê navçeya Giyadîn a Agiriyê şînê deyne. Lê ebelê cendirmeyên Tirk bi ser şînê de girtin û qedexe danîn li ser ketin û derketina gund. Cendermeyan her wiha nehiştin li cihê şînê mase û kursî jî bên danîn.

Tevî destûrê jî ne hiştin şîn li mala sersaxiyê bê danîn

Di 4ê Sibata 2025an de, endamê HPGê Abdurrahim Erzen (Gabar Botan) di şerekî li herêma Zapê ya Herêma Federal a Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku HPGê mirina Erzen ragihand, malbatê di 15ê nîsana 2025an de li Mala Sersaxiyê ya Cûdî ya li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê şîn danî. Tevî destûrê jî, polîs bi wesayîtên zirxî hatin mala sersaxiyê û ji malbatê xwestin ku derkevin û gotin “Talîmat heye, em destûrê nadin. Şînê rakin.” Her wiha serdana MEBYA-DERê ya ji bo şînê jî ji hêla polîsan ve hate astengkirin.

Mala sersaxiyê ji bo şîna Bariş Ozden qedexe kirin

Ji bo endamê HPGê Bariş Ozden ku hatibû ragihandin di sala 2018an de di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest daye, li mala sersaxiyê ya gundê Taşkesanê yê navçeya Giyadînê ya Agiriyê şîn hat danîn. Lê şîna Ozden ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin û nehiştin malbat li mala şînê, şînê deyne. Li ser vê yekê malbatê şîn li mala xwe danî.

Polîsan şîn asteng kir

Malbata endamê HPGê Adem Gok (Nizar Cizîrî) ku hat ragihandin di 1ê îlona 2019an de li herêma Metîna ya Herêma Federe ya Kurdistanê di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest daye, di 7ê tebaxa 2025an de li mala sersaxiyê ya li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê şîn danî. Lê belê, polîsên sivîl çûn malê û şîn asteng kirin.

Polîsan hem êrîşî darbesta wî kirin hem jî hemû malên sersaxiyê û mizgeft qedexe kirin

Cenazeyê gerîlayê HPGê Ferhat Tunç (Xebat Goyî) ku di 30ê hezîrana 2017an de li herêma Herekolê jiyana xwe ji dest dabû, piştî heşt salan 10ê tebaxa 2025an di bin êrîşa polîsan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate veşartin. Di 11ê tebaxê de polîsan hemû malên sersaxiyê û mizgeftên li Taxa Nûr a Cizîrê dorpêç kirin da ku ji bo Ferhat Tunç şîn neyê danîn. Li ser vê yekê malbatê li mala xwe şîn danî.

Bi wesayitên zirxî ketin û derketina taxê asteng kirin

Ji bo gerîlaya YJA Starê Arvîn Çirav Botan (Şîrîn Işik) a ku di 10ê nîsana 2018an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest dabû, di 31ê tebaxa 2025an de li mala malbatê ya li navçeya Akdenîzê ya Mersînê şîn hat danîn. Polîsan nehiştin ku şîn li ber mala malbatê were danîn û bi wesayîtên zirxî ketin û derketinên taxê asteng kirin. Her wiha polîsan hişyarî da ku ger kursiyek li ber malê were xwarê ew ê êrîş bikin. Li ser vê yekê welatî li ser rêya peyayan ya li ber malê rûniştin û sersaxî dan malbatê.

Nehiştin li der ve şînê daynin

Gerîlayê HPGê Andok Jîrkî (Aydın Ozdemir) di sala 2019an de li herêma Xakûrkê jiyana xwe ji dest da. Piştî ragihandinê, malbata Aydin Ozdemîr, di 14ê cotmeha 2025an de li taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê ya Mersînê şîn danî. Ji bo ku şîna Ozdemîr li derve neyê danîn, polîsan bi wesayîtên zirxî ketin û derketinên taxê asteng kirin û malbat neçar ma ku li hundir sersaxiyê bigire.

Malbat ji mala sersaxiyê hat derxistin

HPGê ragihand ku Cansû Seferoglû (Rehşan Ararat) a endama YJA Starê, di 20ê adara 2018an de jiyana xwe ji dest daye. Piştî ragihandinê, malbata Cansû Seferoglûyê di 21ê cotmeha 2025an de li gundê Çalixa yê navçeya Bazîdê ya Agiriyê şîn danî. Şîna ku li mala sersaxiyê ya gund hatibû danîn, ji aliyê cendermeyan ve hate astengkirin û malbat ji mala sersaxiyê hat derxistin. Li ser vê yekê sersaxî li mala malbatê hatin qebûlkirin.

Polîsan rê li ber girseya ku diçû şînê girt

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, di 1ê mijdara 2025an de ji bo endamê HPGê Fesîh Vûral (Şiyar Destîna Zana) ku di 11ê tebaxa 2020an de li herêma Metîna ya Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, şîn hat danîn. KATDER, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên demokratîk bi girseyî xwestin şîna ku li Taxa Şirnexê hatiye danîn, ziyaret bikin. Lê, polîsan rê li ber girseyê girt ku beşdarî şînê nebin. Girseya ku li nêzî qada mezadê kom bû û ber bi mala şînê ve meşiya, ji aliyê sedan polîsan ve hate astengkirin. Polîs, bi îdiaya ku meşên girseyî yên ji bo şînê qedexe ne, girse bi komên ji pênc kesan sînordar kir. Ji bo nerazîbûnê, girseyê li kolanê li ber mertalên polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Malbata Fesîh Vûral jî tevlî çalakiya rûniştinê bû û sersaxî li nava kolanê qebûl kir.

Gefa binçavkirinê ji girseya serdanê re xwarin

Ji bo endama YJA Starê Berîvan Katar (Rêvan Aslan) a hat ragihandin ku di 20ê Adara 2025an de li herêma Zapê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di êrîşekê de jiyana xwe ji dest daye, li Şirnexê şîn hat danîn. Di 3yê mijdara 2025an de MEBYA-DER, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk xwestin şînê ziyaret bikin, lê girseya ku li nêzî Mala Sersaxiyê ya Mehmet Emin Acar a li taxa Yenî Mahalleyê ya Şirnexê kom bibû, ji aliyê polîsan ve bi îdîaya “serdanên girseyî qedexe ne” hat astengkirin. Polîsan girse 50 metre dûrî malê asteng kir, wesayîtên xwe yên binçavkirinê kişandin ber girseyê û gefa binçavkirinê li wan xwar.

Endamê Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê Mele Kasim Yigît û bavê Berîvan Katarê ya ku serdana şîna wê hate astengkirin, Husnu Katar têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

‘Taybetî ev 10 sal in ti hurmet nîşanî cenazeyan nadin’

Mele Kasim Yîgît ku bertek nîşanî astengkirina veşartina cenaze û serdana şînan da, da zanîn ku ev taybetî 10 sal in tu hurmet ji bo cenazeyan nehatiye nîşandan. Mele Kasim Yîgît anî ziman ku bêhurmetiya li hemberî cenazeyan neqebûlkirina civakê ye û got: “Cenazeyên ku tên Cizîrê, hemû jî cenazeyên misilmanan in û yên ewladên civakeke bawermend in. Wan neheqî qebûl nekiriye û ji bo şeref û rûmeta miletekî, ji bo hebûn û nasnameya miletekî canê xwe dane. Lê mixabin di tu ol û baweriyan de ji wan re rêz nayê girtin û ev yek neqebûlkirina ol û nasnameya miletekî ye.”

‘Hinek alî naxwazin aştî çêbibe’

Mele Kasim Yîgît bal kişand ser êrîşên dawî yên li ser cenazeyan û diyar kir ku lêdana kûlmê ya darbesta cenaze, bê hurmetiya li dijî civakekê ye. Mele Kasim Yîgît destnîşan kir ku ew kûlma li darbestê ketî li dijî aştiyê ye û wiha berdewam kir: “Ev bêrêziye dide nîşan ku hêzên şerperwer naxwazin li Tirkiyeyê aştiyek çêbibe. Her wiha astengkirina danîna şînan û destûrnedayîna malên sersaxiyê jî bê hurmetiya li dijî civakê ye. Hinek rêveber û rayedarên bajêr destûr didin ku şîn bê danîn, lê hinek jî van şînan asteng dikin. Ev yek jî dide xûyakirin ku hinek alî naxwazin aştî pêk bê û li dû provakasyonan in. Şîna herî dawî ya li Şirnexê ji aliyê walîtiyê ve destûr hat dayîn. Me xwest em biçin şînê polîsan pêşiya me girt û nehiştin em biçin sersaxiyê bidin malbatê. Gotin ku divê hûn yek û yek biçin serdana malbatê û me jî ev yek qebûl nekir. Siyasetmedaran bi walî re, bi wezîr re axivîn û dan zanîn ku destûr hatiye dayîn. Lê belê hêza ku pêşiya me girtibû êrîş li me kir. Lewma dibêjim ku hinek derdor naxwazin aştî çêbibe û provakasyonan dikin.”

‘Xwedîderketina nirxan dê rê li ber provakasyonan bigire’

Mele Kasim Yîgît bang li gelê Kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xwedîderketina van nirxan dê rê li ber provakasyonan bigire û vala derxîne. Li ser banga Rêzdar Ocalan divê em xwe birêxistin bikin, li nirxên xwe xwedî derbikevin ku rê li ber van provakasyonan bigirin. Werin em bi hevgirtinê Tirkiyeyê ji vê zilmê xelas bikin.”
‘Ji bo pêşketina pêvajoyê divê gavên berbiçav bên avêtin’

Husnu Katarê ku şîna keça wî hate astengkirin jî bertek nîşanî van pêkanînan da û bal kişand ser pêvajoya aştiyê. Husnu Katar anî ziman ku ew ji bo destpêkirina vê pêvajoyê kêfxweş in û bang li dewletê kir ku cenaze û şînên gerîlayan asteng nekin. Husnu Katar diyar kir ku çend roj beriya niha ji bo şîna keça wî gelek astengî ji wan re hatiye çêkirin û ew bi van astengiyan gelek êşiya ne. Husnu Katar da zanîn ku gel hemû bi astengkirina şîna keça wî êşiya ye û wiha dirêj kir: “Em tiştên wiha naxwazin, em dixwazin xweşî çêbibe. Em naxwazin êdî şînên şehîdên me bên astengkirin. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê divê hin gavên berbiçav bên avêtin. Hêj jî ti gavên wisa mirov rihet bike nehatine avêtin.”

Bang li dewletê kir ku van pêkanînan bi dawî bike

Husnu Katar bal kişand ku tevî pêvajoyê jî dewlet bi ser wan de diçe û zilm li wan tê kirin. Husnu Katar bi lêv kir ku dewlet ji xwe re dibêje dewleteke îslamê, lê nahêle di malên sersaxiyê de şîn bên danîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev malên sersaxiyê ji aliyê şaredarî û gel ve hatine çêkirin. Ev şîn jî şîna vî gelî ye. Gava kesek mir şîna hemû miriyan heman e, nabe ku ferq û cudahî bikeve nav. Daxwaziya me ji dewletê ew e ku van şînên ku ne tenê li Şirnexê, yên li hemû deran serbest bike. Divê li gor hewayê vê pêvajoyê em bi serbestî bikaribin şînên xwe danin.”

 

 

Etîket: Astengkirina şînanGerîlayên PKKêHusnu KatarKasim YîgîtMalên şînêPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Em xewn û xeyalên cangoriyên xwe pêk bînin’

‘Em xewn û xeyalên cangoriyên xwe pêk bînin’

10 MIJDAR 2025
Şêniyên Amedê: Birêz Abdullah Ocalan neyê berdan pêvajo nameşe

Şêniyên Amedê: Birêz Abdullah Ocalan neyê berdan pêvajo nameşe

6 MIJDAR 2025
Dayika ku pirtûka kurê xwe îmze kir: Em dixwazin êdî aştî pêk were

Dayika ku pirtûka kurê xwe îmze kir: Em dixwazin êdî aştî pêk were

27 COTMEH 2025
Komeke gerîla dê sibê gaveke din a dîrokî biavêje

Komeke gerîla dê sibê gaveke din a dîrokî biavêje

25 COTMEH 2025
‘Nêrînên rasterast ên birêz Ocalan bandorê li pêvajoyê dike’

‘Nêrînên rasterast ên birêz Ocalan bandorê li pêvajoyê dike’

24 COTMEH 2025
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

23 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (157)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne