• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Me bi Rubio re li ser siberoja Sûriyeyê nîqaş kir

    Mazlûm Ebdî: Me bi Rubio re li ser siberoja Sûriyeyê nîqaş kir

    HSD: Li ser entegrasyon û misogeriya mafan nîqaş kirin

    HSD: Li ser entegrasyon û misogeriya mafan nîqaş kirin

    Biryarnameya tayînkirina Nûredîn Îsa ji bo parêzgerê Hesekê

    Biryarnameya tayînkirina Nûredîn Îsa ji bo parêzgerê Hesekê

    Platforma Jinan a Îzmirê: Çi bi serê Bahar Taş hat?

    Platforma Jinan a Îzmirê: Çi bi serê Bahar Taş hat?

    Ji Îspanya û herêmên xweser daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Ji Îspanya û herêmên xweser daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Wezîrê tenduristiyê yê Şamê serdana Hesekê kir

    Wezîrê tenduristiyê yê Şamê serdana Hesekê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Di 10 mehan de 9 kesan ji ber ferzkirina sixurtiyê serî li ÎHDê dane

Wan /AW

11 MIJDAR 2025 - 15:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Şaxa ÎHDê ya Wanê, têkildarî wergirtina îfadeyê ya bi zext û gefan û ferzkirina sîxûrtiyê ya li ser welatiyan raporek eşkere kir û diyar kir ku di 10 mehên dawî de 9 kesan ji ber “zext, ferzkirina sîxurtiyê û gefxwarinê” serî li şaxa wan dane.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê, têkildarî hilgirtina îfadeyê ya bi zext û gefan û ferzkirina sîxurtiyê ya li ser welatiyan raporek amade kir û li avahiya xwe ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi daxuyaniyekê aşkere kir. Daxuyanî li eywana komeleyê de hat dayîn û endamên ÎHDê tev li daxuyaniyê bûn.

Di 10 mehên dawî de 9 kesan serî li ÎHDê daye

Endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHDê Kemal Tîbelîk rapor xwend. Kemal Tîbelîk anî ziman ku di 10 mehên ewil ên sala 2025an de, 9 kesan ji ber “zext, ferzkirina sîxurtiyê û gefxwarinê” serî li şaxa wan dane. Kemal Tîbelîk da zanîn ku piştî ragihandina Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an, ev pêkanîn bûne polîtîkayeke zordariyê ya dewletê û got: “Bi girtekên serlêdanan û helwestên heyî yên rayedarên fermî yên bi hev re têne nirxandin, eşkere dibe ku dozên wiha ne bûyerên takekesî ne, lê rêbazên sîstematîk in. Em ji nû ve tekez dikin ku pêwîst e tavilê dawî li van pratîkan were anîn ku li dijî nirxên bingehîn ên mafên mirovan in û ji hêla qanûn û peymanên navneteweyî ve qedexe ne. Û em diyar dikin ku em ê bi israr li pey bidawîanîna van binpêkirinên mafên mirovan bin.”

‘Divê saziyên berpirsiyar li gorî armancên xwe yên damezrandinê tevbigere’

Kemal Tîbelîk pêşniyar û encamnameya raporê jî parve kir û ev tişt got: “Serdozgeriyên Giştî, Wezareta Karên Hundir, Komîsyona Lêpirsîna Mafên Mirovan a Meclîsê, Saziya Ombudsman, TÎHEK, Lijneyên Mafên Mirovan ên Walîtiyan divê armancên xwe yên damezrandinê yên der barê binpêkirinên mafên mirovan de bi cih bînin û bi şopandina binpêkirinên ku di raporê de hatine behs kirin, beşdarî lêpirsînek dadwerî û îdarî ya bi bandor bibin. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoyê divê ji bo çavdêriya sepandina qanûnê û nirxandina serlêdanan komîteyekê ava bike. Yekîneyên ewlehî û îstîxbaratê divê çalakiyên xwe li gorî qanûnê bidomînin û dev ji zext û gefên ji bo bidestxistina delîlan ji kesan berdin. Komîsyona Ewlehî û Îstîxbaratê ya Parlamentoyê divê ji bo lêkolîna çalakiyên neqanûnî yên ajansên îstîxbaratê komîteyekê ava bike. Komîsyona Çavdêriya Bicîhanîna Qanûnê, ku di bin Wezareta Karên Hundir de hatiye damezrandin, divê li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê bixebite û berpirsiyariya sepandina qanûnê misoger bike.”

Etîket: daxuyanîKemal TîbelîkŞaxa ÎHDa WanêsîxurtîWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Jinan a Îzmirê: Çi bi serê Bahar Taş hat?

Platforma Jinan a Îzmirê: Çi bi serê Bahar Taş hat?

13 SIBAT 2026
Li Wanê geşedanên dawî hatin nîqaşkirin

Li Wanê geşedanên dawî hatin nîqaşkirin

13 SIBAT 2026
‘Siyaset û huner ji hev nayên veqetandin’

‘Siyaset û huner ji hev nayên veqetandin’

12 SIBAT 2026
Ji saziyên ziman banga rakirina dorpêça Rojava

Ji saziyên ziman banga rakirina dorpêça Rojava

12 SIBAT 2026
Berfê li Wanê rêyên 143 gund û mezrayan girt

Berfê li Wanê rêyên 143 gund û mezrayan girt

12 SIBAT 2026
Sabahat Erdogan Saritaş: Rojava em in, em Rojava ne

Sabahat Erdogan Saritaş: Rojava em in, em Rojava ne

8 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (496)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne