Li navçeya Peyasê ya Amedê karkerê înşaetê Mehmet Yalçin ê 32 salî ji qata bilind a avahiyê ket û jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Huzurevelerî ya Peyasa Amedê karkerekî înşaetê jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya AmîdaHaberê; karkerê bi navê Mehmet Yalçin ê 32 salî duh êvarê ji qata 4an a înşaeta lê dixebitî kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê karker piştî karûbarên otopsiyê radestî malbatê hate kirin û li Amedê hate veşartin.
Derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.













