*Endamê MED-DERê Mûsa Şanak da zanîn ku dê di 18ê Mijdarê de ji bo daxwazên derbarê zimanê Kurdî de deklarasyonekê bi raya giştî re aşkere bikin û wiha got: “Merheleyeke nû ya têkoşîna ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin. Banga me ew e ku hemû sazî, dildar û têkoşerên zimanê Kurdî, gelê me yê welatparêz bi tevlibûna xwe xwedî li vê deklerasyonê derkevin.”
*Serdar Balci yê ku li ser bicihkirina zimanê Kurdî di teknolojî û hişê çêkirî de pirtûkek amade kiriye, bal kişand ser qelsbûna Kurdî ya di warê teknolojiyê de û got: “Piştî tekonolojî derket Kurdî lal bû û divê demildest nûsaziyek ango reformek di zimanê Kurdî de bê kirin.”
*Şêniyên ku li gundê Sehbê yê navçeya Farqînê ya Amedê dijîn diyar kirin ku ev demeke li gundê wan nexweşiya tebekê ya ajalan zêde bûye, bi vê nexweşiyê re çend ajalên gund ji ber tebekê mirine.
*Komeleya Wêjekarên Kurd dê li avahiya xwe ya Amedê gotubêjekê li dar bixe. (15.00)













